Peydabûna navê “kurd”

Ji belgeyên nivîskî yên kevnare diyar e ku peydabûna navê kurdan vedigere serdemên berî zayînê; di serdema sumerî de (3000 BZ) şopa herî pêşîn a kurdan li ser gilnivîsekê hatiye dîtin ku navê Kurdistanê wekî “welatê karda/qarda” derbas dibe û şûnwara wî welatî jî wekî başûrê gola Wanê hatiye destnîşankirin. Di serdema aşûrî de jî navê kurdan wekî “gordî/qurtî” derbas dibe ku wan li dijî Tiglath Pileserê duyem (bi akadî: Tukultî apil Eşerra, teşeguhêziya îroyîn: Dicle bin Aşûr II; desthilatdarî: 967–935 BZ) şer kiriye. Rojhilatnas G. R. Driver di xebata xwe ya bi sernavê “Navê kurd û pêwendiyên wî yên fîlolojîk” de diyar dike ku ji destpêka peydabûna vî navî heta demên nêzik peyva “kurd”ê bi zimanên biyanî hatiye bilêvkirin; lê belê hemû sernavên neteweyan ên ku ji dengdarên “k-r-d/t”, “g-r-d/t” û “q-r-d/t” pêk tên heman neteweyê nîşan didin û şûnwara wan jî deverên Kurdistanê yên îroyîn in.63 Bêguman Driver aşûrînasekî rojavayî ye û lêkolînên xwe hem dispêre belgeyên zimanên kevnare yên Rojhilata Navîn hem jî zanyariyên bi zimanên rojavayî yên wekî yûnanî, latînî, fransî û almanî bi kar tîne; nivîskar bikaranîna peyva “kurd”ê û hemû guhartoyên wî navî di nava xebatên rojavayî yên kevn û teze de dişopîne.

Di çavkaniyên erebî yên nivîskî de hertim navê gelê kurd bi yekjimarî wekî “kurd” û bi pirjimarî wekî “ekrad” derbas dibe; hevalekî Pêxemberê Îslamê (Muhemmed eleyhiselam [571-632]) yî bi navê Caban Es-Sardî El-Kurdî jî yek ji berateyên pêşîn ên vê bikaranînê ye

Ev peyva “kurdî” ayidiyeta wî ya nijadî nîşan dide.64 Ji aliyekî din ve nîşan dide ku di serdema belavbûna îslamê de kurd, pars, hebeşî û romî bi awayekî eşkere ji hev cihê bûne yan jî her çar aliyan xwe neteweyên cihêreng hesibandine; ji ber ku her yek ji sehabiyên wekî Caban Es-Sardî El-Kurdî, Selmanê Farisî, Bilalê Hebeşî û Suheybê Rûmî xwe aydî neteweyeke serbixwe dîtine, wisan hatine naskirin. Hêjayî gotinê ye ku bajarê Sardê (Sardes) wê çaxê bajarekî kurdnişîn bûye ku welatê sehabî Gavanê Kurd e; divê bê zanîn ku di zimanê erebî de deng û tîpa /g/ û /v/yê tunene, lewre hemû peyvên ku van dengan dihewînin bi /c/ û /b/yê tên nivîsandin ku peyva “gavan” jî wekî “caban” tê bilêvkirin/nivîsandin.

Omitê Mistefê-Antropolojiya Kurd Kurdî Kurdistanê

Çavkanî:

📌63 G. R. Driver (1923), The Name Kurd and its Philological Connexions, The Journal of the Royal Asiatic Society of Great Britain and Ireland, h. 3, r. 393-403; ji bo guhertoya kurdî bnr. “Navê kurd û pêwendiyên wî yên fîlolojîk”, wergera Mehmet Yonat, Nûbihar Akademî, h. 15, r. 127-135; ji bo nusxeya kurdî bnr.:

https://dergipark.org.tr/en/download/article-file/1941025; dema gihiştinê: 03.12.2023; 21:57.

📌64 Deham Brahîm Hesinyanî (2018), Sîret’us-Sahabiyyi Caban El-Kurdî we Ibnuh’ut-Tabi’iyyi Meymûn we Riwayetuhuma, Mekteb’ut-Tefsîr: Hewlêr.

Derbar ziman

Check Also

Hetê Awanî ra Romanê Kilama Pepûgî (Zazakî)

Hetê Awanî ra Romanê Kilama Pepûgî* Na xebate de hetê awanî ra romanê Kilama Pepûgî …

Leave a Reply