Ji Pirtûka Gulîstanê

Derwêşekî ku duayê wî qebûl dibû li Bexdayê hebû. Heccacê Zalim jê agahdar kirin, Heccac ew vexwend û got: “Duayekî xêrê ji min re bike!” Got: “Xweda, ruhê te bistîne!” Heccac got: “Ji bo Xwedê ev çi dua ye?” Got: “Ev hem ji te re, hem jî ji hemî misilmanan re duayekî xêrê ye.”

Ey serdestê ku bindesta diêşîne
Ev bazara germ wê heta kengî dewam bike Cihangîrî bi kêrî çi tê. Mirina te ji êşandina xelkê çêtir e.

Melîkekî bêwijdan ji ‘ebdekî pirsî: “Di nav îbadeta de kîjan efdeltir e?” Got: “Ji bo te razana heta nîvro efdeltir e, lewra di wê dema ku tu razayî tu xelkê naêşînî.”

Min nîvro zalimek razayî dît Min got: “Ev fitne ye, fitne razayî be çêtir e, Ew kesê ku razana wî ji hişyariya wî çêtir be Ji vê jiyana xirab mirin çêtir e.

(Ji salnameya Nûbiharê)

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply