Folklor têgehek e ku tevahiya hêmanên çandî yên civakê yên wekî kevneşopî, urf, bawerî, adet, muzîk, dans, hunerên destan û vegotina devkî îfade dike. Folklor mîraseke çandî ye ku bi kevneşopiya devkî nifş bi nifş tê veguhestin û di bîra kolektîf a civakê de cih digire. Berhemên folklorî bi ronîkirina dîrok, nirx, bawerî, kevneşopî û adetên civakê, alîkariya parastina bîranîna …
Rêbendan, 2024
-
3 Rêbendan
Hafizeya Kolektîf a Malbatê û Olê
DESTPÊK Ol û malbat du faktorên girîng in ku di teşekirina hafizeya civakî de rolên girîng dilîzin. Ol bi destnîşankirina nirx, bawerî û kevneşopiyên hevpar ên civakekê, bingeha hafizeya civakî ava dike. Nirx û baweriyên hevpar ên ku ji hêla olê ve têne peyda kirin, endamên civakê bi hev ve girêdide û ji wan re dibe alîkar ku hestek hevpar …
-
3 Rêbendan
Civak çima îfsad dibê?
Hezreta Bedîuzzeman di Lem’aya Duyem de wiha gotiye; “Erê, guneh dikeve dil, reş û hişk dike, heta ku ronahiya îmanê derkeve. Di her gunehekî de rêyeke bêbaweriyê heye. Eger ew guneh bi tobetê zû ji holê ranebe, ne wek kurm, belkî wek marekî manewî yê biçûk bi qelb ve dide. Di vir de Ustad, li ser mijareke pir girîng disekine …
-
2 Rêbendan
Zêdo: Divê Arşîva Kurdî bi sazî bibe
Nivîskar û Dramatolog Çetoyê Zêdo ku bi lîstikvanê şanoyê Yavuz Akkuzu re pirtûka “Dîroka Şanoya Kurdî” nivîsand, behsa dîroka şanoya kurdî û pêvajoya nivîsandina pirtûkê kir. Zêdo destnîşan kir ku divê Kurd xwedî arşîvek bin û destnîşan kir ku divê ev lêkolîn ne tenê bi awayekî takekesî, di heman demê de li ser bingeheke sazî jî berfirehtir û kûrtir bên …
-
2 Rêbendan
Têkilîyên Di Navbera Xewn û Çerçoveyên Bîra Civakî de
KURTE Xewn, di jiyana me de xwedî cîyekî taybet in . Balkêş, bêsînor, tevlîhev, şelû û efsûnî ne. Ev taybetmendiyên wan jî dibe sedem ku em di bin bandora wan de dimînin û li pey şopa wan digerin. Em dixwazin wan fêm bikin û wateyekî li wan bar bikin. Ew efsûna ku xewn di nava xwe de vedihewînin bala gelek …
Hezîran, 2023
-
31 Hezîran
Pirtûka Şerê Melazgirtê û Kurd
Dîroka tirkan li ser derewan hatiye avakirin û nivîsîn. Wan dîroka xwe bi derewan nivîsîne. Hinek nijadperestên tirk ji asya navîn heta çermsorên Amerîkayê hemû dikine tirk. Jineka keftar a tirkek kemalîst pirtûkek li ser derewan nivîsî û got Sumer jî tirk in. Dema mirov bê kok, bê esalet, bê esl û fesl be, dê weha bike. Mongolên hov yên …
-
31 Hezîran
Tenê ferhenga Kurdan dikare Selahedînê Eyûbî çê bike
88 salan xaçhelgiran wijdan û mirovayetî li Qudsê di bin nalên hespên xwe ve kiribû. 88 salan Quds birînek bû di leşê Misilman û Cihû û hemû mirovayetiyê de, ku herroj xwîn jê diçû. Çîrokên herrojî yên zilma siwarên xaçhelgiran nehişt zilamek di textê selteneta xwe da, xewnên ciwan bibîne. Dema xaçhelgir li paş xwe dizivirîn û dîroka xwe ya …
-
30 Hezîran
Mirov çima radîkal dibin?
Ji bo pirsa çima mirov dibin radîkal, yek bersiv tune. Radîkalîzm ev têgehek e ku dema dîtinên mirovî yên siyasî, olî, civakî an îdeolojîk tund û marjînal bin. Radîkalîzm dikare di bin bandora gelek faktoran de be, wek: Wek serpêhatiyên kesane, trawma, cudakarî, xizanî, bêedaletî, zordestî an şîdet. Têkiliyên civakî, wekî malbat, heval, rêber, rêxistin an medya. Faktorên psîkolojîk, wekî …
-
30 Hezîran
Felên Tiyarê (Çel – Hekar) – II
Beri em dest bi berdewamiya nivîsa xwe ya bi nave bikîn, nave Fele ji rastiya cotkariyê hatiye ku bi zimanê Semitîk FELAHÎ yanî cotkarî ye. Felên Kurdistanê wek netew binyat Asur û Babilin. Bi hezaran salane li ser xaka Kurdistanê li gel Kurdan bi hev re dijîn. Li Kurdistanê herî devera ku şîn û warên Mesihiyan lê hene Devera Hekar …
-
29 Hezîran
CEMIDÎM DAYÊ
Dîsa rojek bi hestên xemsarî Ser min de derê tirsê vegirtiye. Kulîlkên berfê lez û bez tên xwarê, Rûyê xwezayî dîl girtiye dayê. Nalîna dengan tê ji binê berfê. Kes nagêhêje alîkariya bêkesan. Peyvên wan bê nav in, Bangê me yê mirinê zû tê bihîstinê dayê. Bedena me perçe perçe kirin Gulê teyarê reşandin serme dayê. Xûwîna me …