Eskerê Boyîk: “Civakê rewșenbîrê xwe nas dikir û, qedrê rewșenbîriyê-xwendevana li nav xelkên me da zêde bû”

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Eskerê Boyik ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

Eskerê Boyîk-bersiv: Sala 1941 ê, 22 ê meha hezîranê, dema herba cihanî ya duyemîn, di navbera Almaniyayê û welatê Sovêtê da jî șer destpê dibe, du meh șûnda, 31 ê meha tebaxê ez tême dine. Wê demê bavê min dibine leșkeriyê, meydana șêr. Ji bo wê jî nave min datînin: Esker.
Navê gund Qundesaz e. Paşê, ji pey sala 1980 ra hukumata Ermenyan nav guhestin kirine RIYA TEZE. Gund weke 70-80 km ji Yêrêvanê dûr e. Berpala çîyayê Elegezê, di nav mêrg-çîman, zozanan da paldaye. Ew yek ji wan donzdeh gundên Kurdên Êzdiyan e, ku despêka sedsala 19 an (1820-1830) ji aliyê penaberên Êzdiyan va, yên ji Bakûrê Kurdistanê (Serhedê) ji ferman, qir û bira dewleta Osmanȋyê, dîndijminatȋya îslamê, zordariya serokeșîr, axa-begên eșîran, cî û ware xwe berdan e, revîn e û bi teherekî, xwe gîhandin wê herema berpala ҫîyayȇ Elegezê, kîjanê ra dibêjin Axbaran. Li wur jî binecî bûne.
Hewa herêmê ya zozanan e. Zivistan dirêj û ser e. Bawarkî şeş-heft meha berf e. Berf bi mêtira dibare, rê-dirb dijwer dibin, şeş-hevt meha sewal hundur da tê alifkirin. Bagerên berfêye pirr ecêb dibin, mirov nikare ji mal derkeve.
Sê mehê havînê bûhûşta pîroz e. Buhuşt bi xweşî û bedewiya xwe mêrg – çîmanê çiya dixemilîne. Șînkayî davêje nava mirov. Axa wur reş û bereket e. Lê ji bo dêm e, havînê baran pirr kêm dibare û germayî jî dirêj nakişîne ekin berekî qenc nade. Çandinî gîha, ce û genim e.
Wî aliyê çiyayê Elegezê kanî jî kêmin. Pirsa ava vexwerinê gundên Ȇzdiyan ra pirr dijwer û pirsgirêk e.
Weke 20 km berbe bajarê Yêrêvanê û 20 km jî berbi bajarê Tilbîsê hewa êdî xweş dibe, suruşt tê guhestin, zivistan ewqas jî dirêj û dijwer nine. Hewa nerm û rehm e, her tişt tê bêcerkirin. Ciyȇ herȋ dijwer ew gundȇn Ȇzdiyan ne.
Me ji mezinan dipirsî: “ Van pêşiyên me qet cî nedîtin, hatin ware xwe li vî çiyayê bê avî, zihayî sar danîn? Hinkî vî alî yan wî alî da biçûna…” Digotin: “Pêşiyên me ji xweşiya xwe vira nehêwîrîne. Vira him zozan e, hin aran e… Ya dine jî ku çavê kesî li ser vî cî nîbûye, ku ji bo zevtkirina cî bên, fermanê li wan ranekin…”
Rîspiyan derheqa reva pêşiyên ji welêt çîrokên ecêb gilî dikirin, me tire çîrokên gelêrî ne. Zulm û xezeba wusa di wan çîrokan da hebû, ku di sere me da ci nedibû. Carna mezinên me jî êdî ji wan çîrokên xwe bawar nedikirin. Em zarokê welatê sovêtê bûn, me derheqa welatê kal-bavê xwe: Kurdistanê, gelê xweyî Kurd da pirtûkan da dixwend, me ew welat hiz dikir û bawar nedikir ku gelê me kare ecêbê wusa bînin sere hev.
Rîspîya digotin: „Rehma Xwedê bavê Rûs be, em ji zulmê xilaz kiein. Dewleta Rûs nîbûya, niha ev êla me tune bû“.
Dema şer dest pê dibe Bavê min, mamosta bûye. Ji hukumata Sovêtê qirar derdikeve ku gelê kêmjimar yê wî welatî nebin pêșeniya șêr. Kurdên Ȇzdî jî dikevin ber wê qirarê. Bavê min karibû neçûya pêșeniyê le bi rezadilî diçe. Çûyîna Bavê min pêșenya șêr, hin bo bavê min, him jî bo malbeta me bû kereseteke giran.
Wê demê du apê min meydana șêr bûne. Mala meye pirr nefere giran dimîne benda Kalkê minî kalemêr.
Ji herd apê min yek vedigera. Bavê min jî 12 sala ji pey çûyîna șêr ra vegerya. Dema șêr ew hêsîr ketibû destê Almana. Kampên hêsîra da hatibû zêrandin. Hema riya vegerê da ji bo șêr da hêsîr ketibû biribûn Sîbîrê ku kanê komirê da bixebite, dû ra têra xwe zulm û zora KGB dîtibû.
Çîrokeke dirêj e. Ez, bîranînên xwe da, dageryame ser wê çîrokê…

Lokman Polat-Pirs:2- Xwendina te çawa dest pê kir, çi tesîr li ser te çê bû? Û te kîderê dest bi kar kir? Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir?

Eskerê Boyîk-bersîv: Ji pey tamkirina dibistana gundê me ya hevt sale ra, min xwendina navîn li gundê cînar: Elegezê tam kir. Wê navçê da dibistana Elegezê bi nav û deng bû. Payê rewșenbîrê Kurdên Sovêta yê berê xwendevanê wê dibistanê bûn. Xwestina min ya berdewamkirina xwendinê edebyet bû. Hê zarotiyê da ez nava dinya edebyetê ya xezayî da mezin bûbûm. Gundê me wek embara xizna zargotin, erf-edetê netewyê bû. Eger yekî pirî hindikî pispor ziman rind zani bûya, bihata gund, karibû çend roja da çend pirtûkê zargotinê ji zarê gundya binivîsiya. Ew 12 gundê me yê wê navçê gișk wusa bûn. Ew çîrokê zarotyê, ku dayka min dema razanê jimin ra digotin, min ew hê jî bîra nekirine, ez vî emrî da jî wan ezber zanim. Pașê oda me hebû, kalê gundê me êvarê payîz û zivistanê yê dirêj dihatin lê dicivyan, rûdiniștin zargotin digotin. Kêfa min wanra dihat û ez heta dewyê cem wan rûdiniștim. Xeysetê min bû çi ku min ji wan dibihîst pașê rûdinișt, dinivîsî. Min gelek duxwend.
Dibistanê, dersxanê bilind da min gotar û helbestên sivik dinivîsî. Bavê min ew xeysetê min texmîn dikir. Xwestina wi bû bibim dersdarê dibistana gund yan karekî li gund da bikim, bi kurtayî ji pey xwendinê ra vegerim gund. Lê çiqas jî bi berdewankirina xwendina bilind min xwest rêya emrê xwe biguherim nebû. Ji nivîsarê nehatim qetandin.
Bavê min derheqa helbestvanî, nivîskarya min da qet nedixwest bibihîsta, nenhêrî pir ji edebyeta cihanê (hîmlî roman) hiz dikir û duxwend. Û temî dida: “Lawo bi vê nivîsa kurmancî nagihîjî tu tiștî. Tê nikaribî mala xwe jî xweyî bikî. Dema xwe ser tiștê wa vala xerc neke“. Çiqas jî ewî nedixwest ez jiyana xwe edebyetê va girê bidim, bi pirtûkên wî dikirî tanî malê, ez roj bi roj edebyetê û pirtûka va dihatim girêdan. Di hizkirin û xwendina gelek sertacên edebyeta cihanî da ez borcdarê wî me. Hê zarotyê da ez nasî romanên Balzak, Mopasan, Lêv Tolstoy, Nêkrasov, Çêxov, Şoloxov, Tûrgênyêv, Raffî, Dyûma û gelek, gelekên din bûm…
Ez çûme bajarê Yêrêvanê zanîngeha Malhebûna Gundîtyê. Min rind duxand. Bavê min ew yek zanibû, zanibû ku Zanîngehê da dersdar dixwezin ez xwendina xwe bo doktoryê cem wan berdewan bikim, lê bi guman bû ku nehiya me da wê xebateke baș bidine min.
Ji pey qedandina zanîngehê ra, nehya me da karekî bi kêr nedane min, lê pirofêsor û dersdarên min derê xwendina doktoryê (Aspîrantûra) li ber min vekirin. Min sala 1974-a têza doktorya zanyarya Aboriyê sitand û Înstîtûta lêkolînê ya Aboriya Malhebûna Gundîtyê da bûm serokê parê, pêra jî ew zanîngeha min lê xwendibû dersê rêvabirya malhebûna gundîtiyê dida xwendevana. Zêdeyî 25 sala ez li wur xebitîm. Gelek berhemên mine zanyarî derheqa pirsgirêkên aborya gundîtyê da bi zimanê ermenî û rûsî çap bûn.
Salê xwendevaniya min li Yêrêvanê ji alyê dewleta Sovêtê da dIsa tevgereke çand û hunura kurdî dest pê bû.
Sala 1955 a, ew mecalên welatê Sovêtê, salên demezirandina xwe ya ewlin da dabû ji bo pêșdaçûyîna gelê Kurd yê welatê xwe û sala 1937 a hatibûn dadan carke din vebûn. Bawarkî ew amadekarî tev li bajarê Yêrêvanê da pêk dihatin. Dest bi weșena rojnema RIYA TEZE bû, li nav saziya axaftinên Radîoya Ermenistanê da para zimanê Kurdî hat vekirin, karên beșa nivîskarên Kurd nav yekîtya Nivîskarên Ermenistanê da geș bûn, dibistanên gundê Kurda da dest bi perwerda zimanê dê bû, Xwendinxwana dersdarhazirkirinê ya Kurdî vebû, beșa kurdzanyê vebû, kitêbên kurdî hatin weșandin û hwd. Wê demê Rojhilata navîn da pirsa Kurd derketibû meydanê, welatê Sovêtê piștgirî lê dikir. Pêleke xwenaskirina neteweperweryê Kurdên welatê Sovêtê hemêz kiribû. Ronakbirên me yê mezin Ereb Șamîlov, Hecîyê Çindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl, Nado Maxmûdov, Qaçaxê Mirad, Mîroyê Esed, Semend Siyabendov, Xelîl Mûradov, Xalit Çetoyêv tev hevalên meye bi șûrete gênc li meydanê bûn. Ez wê demê xwendevanê zankoyê bûm. Bi aktîvî ketime nava wê tevgerê. Gotar, helbestê min rojnema Riya Teze û bi axaftinê Radiyoya Yêrêvanê dihatin dayîn. Sala 1966a hatim bijartin wek sêkrêtarê beșa nivîskaran Kurd…

Lokman Polat – Pirs : 3 –Berhema te ye pêşîn kîjan e? Û naveroka wê li ser çiye?

Eskerê Boyîk-bersîv: Berhema pêșin, çawa li ser pirtûkeke jî nivîsar e „Kitêba Ewlin“ bervokeke helbesta ya bi navê „Șiverê“ bû. Berevok gelekî biçûk bû. Naverok welathizî, șerkarya gelê kurd ya azadaryê, evîn û edlayî. Sala 1966 hate weșandin. Wê demê șerkarya kurdên Bașûr ya azadaryê bi serokatiya Mele Mistefa Barzanî bû.

Lokman Polat – Pirs : 4 – Weşanên Riya Azadî pîrtûka te ya helbestan a bi navê ”Kulîlkên Çiya” weşandibû. Min ew kirî û xwend. Wê pîrtûka te ku min 45 sal berê xwendibû, bi min xwendina helbestan da hez kirin. Dikarî hinek behsa wê pîrtûka xwe ya helbestan bikî. Çapa pêşîn kîngê li kur derket? Paşê çend car çap bû?

Eskerê Boyîk-bersîv: Çîroka vê berevoka helbestan hevkî dirêj û balkêș e. Weșena wê pirtûkê weșanxana „Hayastan“ da çend sala ha dihate pașxistin. Sala 1975a hate weșandin. Rêdaktor Casimê Celîl bû. Alyê xwendevana va rind hate qebûlbûn, rojnema Riya Teze da gutara rexnegiryê-qîmetkirinê hate weșandîn. Radyoyê ji bernemeke xwe da cî da qîmetlirina berevokê. Wusa 4-5 sal derbaz bûn. Rojekê jî ez çûbûm avayê rojnema Riya Teze. Li wur hevalekî min ra got, ku li Kurdistana Tirkyê ew pirtûk hatiye weșandin. Ew yek ji min ra nișkêva bû. Ecêbmayî mam. „Ez ku, Kurdistan ku? Tirkya Ku? „
Gotin, pirtûk para Axaftinên Kurdî ya radioyê ra șandin e. Ez çûm mala Radyoyê, cem serokê parê rehmetiyê Xelîlê Mûradov. Pirtûkeke delale biçûk, bi zimanê kurmancî û wergera tirkî. Wergerandibû û pêșgotin nivîsî bu Baran. Kêye gelo ew Baran? Ça pirtûk gihîștye wî? Weșandiye. Heta dewya salên heyștêyî ji min ra ew bûyar tarî ma.
Dema welatê Sovêtê hilweșya, gelek pirs safî bûn. Baran serokê PSK ê, kekê Kemal Bûrka ye. Sîyasmendar, nivîskarekî eyan, rewșenbîr, têkoșerekî azadiya Kurdistanê ê mezin.
Lê heta sala 2023 ji min nizanbû kê pirtûk gînandiye Tirkyê…
Meha sibatê 2023 an hevalê KOMKARȆ rasthatinek ya danasîna berhemên min li bajarê Kolnê çê kiribûn. Gelek nivîskar, sîasetmedar, rewșenbîr nas û dost, xwendevan hatibûm. Axaftin, pirs û bersîv, civateke germe xweș çê bûbû. Li wur jî min got: „Ku heta niha jî ez nizanim çawa û kê pirtûk gîhndiye Kurdistanê“.
Li nav hazira da bû siyasemedar, rewșenbîrê kurdî eyan, xêrxwez û hevalekî minî bi salên dirêj kekê Bayram Ayaz. Ewqas wede, ku me hev nêzîk va nas dikir, tiștek min ra ne gotibû. Wura axivî û bûyareke salên buhurî bîr anî. Ew sala 1977a tevî komekî hevalên din ji Ankarayê dișînin Weletê Sovêtê- Moskvayê, ku wek nûnerê sendikaya TÖB-DERê alyê Tirkiyê tevî Kongrêya 11an ya tomerî bibe. Kongirê 27.06. – 01.07. 1977 de li Moskova çê dibe.
„Em ji Tirkiyeyê, ser navê TÖB-DERê, heft kes wekî nûner beşdar bûn. Kongre havînê meha tîrmehê bû,- kekê Bayram bîr anî,- Di nav vê delegasyonê em sê kes Kurd bûn: Sekreterê Giştî Mustafa Duzgun, ez cîhgirê Sekreterê Giştî û Cemal Saygili endamê komiteya tevayî û nûnerê herêma Bedlisê. Hevalên tirk jî çar kes bûn. Şanda me bi serokatiya Serokê Giştî rahmetî Gultekîn Gazioglu bû. Bi qasî deh rojan em li wê derê bûn, mêvanderiya me rêvebirekî sendika mamosteyên Yekitiya Sovyetan bi navê Boris û tercûmaniya me jî yekî bi navê Saşa dikir“.
„Berî em ji Ankara rêbikevin me bi hevalên xwe yên siyasî re xeber dabû (wê demê sekreterê PSKT birêz Kemal Burkay bû). Me dixwest em bi Kurdên Sovyetê ra peywendîya çêbikin û bi xwe re çi bi destê me bikeve bînin. Bi taybet me dixwest em herin Erîvanê, Kurdên wê derê nasbikin. Em bi Borîs ra axivîn û daxwezê xwe me ji wî re got. Kongre xilas bû. Ji bo şandeyan bernameyên taybet pêkanîbû. Piraniya şandeyan li otêla „Sputnik“ diman. Ev otêl cîhê ku nûnerên civîn û konferansên navdewletî lê dimaya, bûye. Piştî kongre xilas bû, Boris gote me, dê şanda me biçe paytextê Azerbeycanê Baku. Heyeta me ji Tirkiyê hatibû û berê me didan Azerbeycanê. Daxwaza me ya ku em sê Kurd biçin Erîvanê bi cîh nehat“.
Lê xuyabû daxwezên me jî bi temamî piştgoh nekiribûn. Rroja ku bernameya me diyar bû, Boris ji me ra got: “Dê îro yek were, we bibîne”. Meraqê em girtin, gelo dê kî were me bibîne? Ev kî ye? Demê xwarina nîvro, Boris li aşxaneya otela Sputnikê ji me ra cîh veqetandibû. Em her sê Kurd di dema diyarkirî de daketin xwarê, aşxaneyê, li benda wî kesî man. Piştî demekî yekî bejna wî kinik pardesuyekî lê, çanteyekî di dest de, ket hundir. Bala min kişand, hinekî dikuliya, xuyabû lingekî wî şikiyabû. (Piştre em hîn bûn ku ew tevlî şerê cihanê yê duyemîn bûye û di şer de birindar bûye, kulekiya wî ji wê birinê ye.) Bi dîtina me yekser şa bû, em hemêz kirin. Me hevra xwar û vexwar. Piştî çend gotinên Boris ên protokolî, wî bi Kurdî xwe bi me da nasîn: Ew kes Prof. Dr. Ȋvan Farîzof bû, li zankoyekî Moskovayê profesor bû. Me jî gelekî keyfa xwe anî. Me ji wî rica kir ku me rêbikin Erîvanê. Me got: Hevalên me yên Tirk pê razî ne, bila ew herin Bakuyê, em jî biçin Erîvanê. Nebû!
Prof. Dr. I. Farîzof ra me mirazê xwe got û jê daxwaz kir, ji me ra kîtêbên Kurdî bîne. Me band û sêlikên (plakên) muzîka Kurdî jî xwest. Prof. Dr. I. Farîzof hevdîtina me ya duyemîn de, çentika xwe tije pirtûk kiribû, anî ji me re. Ferhenga Kurdî-Rûsî ya wî û gelekî pirtûkên din bi Kurdî bi tîpên krîlî ji me ra anî. Tişta tê bîra min, kîtêbên Heciyê Cindî û hinekî din jî hebû. Kîtêba Eskerê Boyîk “Kulîlkê Çiya” jî di navda bû. Me wan pirtûkan bi xwe ra anî Tirkiyê“.
Wusa „Kulîlkê Çiya“ gihîștibû hevalên PSKê.
Wan jî ji pirtûkê hinek helbest kovara xwe ya ÖZGÜRLUK yolu (ROJA WELAT) hejmara 33-34 a ya sala1978 da weșandibûn, lê pirtûk bi tomerî alyeê weșenên Özgürlük Yolu sala 1979 Istembolê, û çapa dudan 1990 î li Kolnê weșandin.

Lokman Polat – Pirs : 5 – Min di her beşa edebiyatê de berhema yekemîn yên kurdên Sovyeta berê xwendibû. Pirtûka şanoyê ya bi kurdî jî ya yekem ku min xwendibû pirtûka şanoyê ya bi navê ”Zewaca Bêdil” bû. Ez neşaşbim nivîskarê wê Îsmaîlê Dîko bû. Cenabê te qet berhemeke şanoyî nivîsiye yan na? Û rewşa berhemên şanoyî li nav kurdên Sovyeta berê çawabû?

Eskerê Boyîk-bersîv: Șanogerî di nav ҫanda Kurden Sovȇta bȇrȇ da xweyȇ dȋrokeke demdirêj e. Hȇ dewiya salȇn bȋstȋ ҫawa li bajarȇ Tilbȋsȇ, wusa jî Yȇrȇvanȇ komȇn șanogeriyȇ (tȋatiroyȇ) yȇn xwefrandinȇ hebûne, aliyȇ nivȋskarȇn Kurd yên wê dem va șano hatine nivȋsar, weșendin. Sala 1934 a șanoya Hecîyê Cindi „Qutîya Dû dermanan“ ,1935 a Șanoya Ahmedê MîrazI „Zimanê çiya“, Șanoya Wezîrê Nadirî „Reva jinê“ hatine weșandin. Sala 1937a li ser bingeha 11 gundȇn Ȇzdiyan û ҫend gundȇ Ermeniyan yȇn pala ҫiyayȇ Elegezȇ nehiya Elegezȇ hate avakirin. Nehî bawarkî ya Kurda bû. Navȇ merkeza nehiya nû jȋ guhestin: gundê Camûșvana Mezin kirin Elegez. Wusa Ermenistanê da gundê bi navê Elegezê jî hate holê. Wȋ gundȋ da, wek merkeza nehiyê, gelek ocaxên xizmetguzaryê, dibistana navîn û bi wan ra jî Tȋyatiroya Kurdȋ ya dewletȇ hate demezirandin. Tîatroyê deh sala karê xwe berdewan kir.
Di sala 1947 an, ji aliyê hukumata komara Ermenistanê, nehiya Elegezê, tevî hinek nehiyên biçûke din, hate betalkirin. Gundên wê nehiyê belayî li ser nehiyên cînar kirin. Derê Têatroya kurdî ya dewletê jî hate dadan.
Ev ocaxa kûltûra kurdan di dema geşbûna wê da temirandin, bi wê ra gelek kar, xewn û merem jî nîvcî man.
Têatroyê di nava 10 salên heyîtîya xwe da nêzîkî 30 şano derxiste li ser dikê (se‘nê), li nav wan da navên șanoyê kilasîkên cihanî yê eyan jî hebûn. Çar șano yê nivîskarên Kurd bûn: “Lûr de lûe “ Celatê Koto, “ Miraz “ Hecîyê Cindî û șanoyên „Xûșka Doxtiryê“ û „Bira“yên Cerdoyê Gênco. Salên șer serokatyî Têatroyê dikir berpirsyarê Riya Teze, yê berê Cerdoyê Gênco.
Tîateoê ra alîkariya dewletê hebû. Lîstikvan û xebatçiyên têatroyê wek karmendên hemû têatroyên welêt yên dewletê, ji dewletê maş distandin. Sanoyên ji bo têatroyên dihatin peydakirin, ji zimanên din wegerandin yan nû dinivîsin ji aliyê dewletê va dihatin kirrîn, diramatûrgan ji ji bo şanoyȇn xwe dirav /honarar/distandin. Hemû pêdûwyên tiatroyê ji aliyê dewletê va dihatin fînansekirin. Avayê tîatroyê hatie avakirin. Pisporên şanpgerîya Ermenîyan tim li rex kolêktîvê bûn, alîkarya hunurî didan tîatroyê.
Têatro di nav jîyana wê para gelê me da bûyareke nû bû, ji alîyê temaşevana va bi hewaskarî û hizkirin dihat pȇșniyazkirin. Şedê wê demê gilî dikin, ku hewaskariya temaşevanan ewqas mezin bû, ku dema nîşandana sipêktakla salonê da cî têra xelkê nedikir, zarokên biçûk girtî heta rîspiyan hildişiyane salonê. Têatroya Elegezê bû bîranîneke xweş û di nav gelê wê heremê da ma. Tê bîra min, (wî çaxî êdî zûda têatro hatibû dadan) dema navê têatroyê didan, temaşevanan bi carekê va destanên zargotina me “Mem û Zîn”, “Xecê û Sîyabend”, “Ker û Kulik” jibîr tanîn. Ev şanoyan wusa kûr ketibûn li nav ruhê temaşevanan, ku nedhatin jibîr kirin. (Derheq wê tȋatroyê da, binhêre: Eskerê Boyîk „Çanda Kurdên Sovêtê“ rû:116-122; 2019, Ȋstembol.
Erê, salên pey ra șanoya Ȋsmayîlê Dûko hetye weșandin.
Nîvê salên heftêyî dîsa klûbên gundên kurmancan da komên tîatroêye yê gelêrî pêşda hatîn. Koma têatroyê ya klûba gundê Elegezê di nava binelîyên kurd da dihat hizkirin. Li ser bingeha wê û hinek komên din, bi biryara Wezîreta Ҫandȇ ya komara Ermenistanê, sala 1975 a dîsa li gundê Elegegezê da, teatroya kurda ye gelêrî hate demezirandin. Vê carê jî hinek mesrefên tîatroyê yê fȋnansȋ ji aliyê wezireta Ҫandê ya hukumata Ermenidtanê da dihat kirin. Jî werê hunura şanogeryê da alîkar pêşekzanên ermenî bûn. Lîstikvan dersdar, şagirt, karmend yên gundȇn Ȇzdiyan wê navçê bûn.
Navê komê zû komara Ermenistanê da bela bû. Kom bi gastrola gundên Ermenistanê û bajarê Tilbîsê digeriya. Ҫûn gihȋștin heta nav Kurdên komara Qazaxistanê. Eger dema tîatroya Dewletȇ da șanoyȇ șanogerȇ netewȋ pir kȇm bûn, lȇ vȇ carȇ șano yȇ nivȋskarȇn Kurd bûn. Koma tîatroyê heyîtya salên xwe da komêdîya Fêrîkê Ûsiv „Bêqelen“ Komêdîya Wezîrê Eșo „Remo“…Tevȋ șanoyȇn din wȇ tiatroyȇ da wusa jȋ sȇ șanoyȇ min derxistin li ser dikayȇ: „Sinco qȋza xwe dide mȇr“, „Heyf“ û „Bȋranȋnȇn rojȇn buhurȋ“.
Wan sala li bajarê Tilbîsê Tîatroya Kurdî ya gelêrî bi listika komêdîya „Sinco Keça xwe dide mêr“ hate demezirandin wê tîatroyê da wusa jî șanoya Tosinê Reșîd „Siyabend û Xecê“, Ezîzê Gerdenzerî“ Çiya jî dinalin“ derxistin li ser se’nê..
Komȇdȋya „Sinco qîza xwe dide mȇr“ nava temamya kurdȇn Ermenistanȇ û Gurcistanȇ, Qazaxistanê da deng veda. Temașevana komȇdȋya û lȋstikvan hiz kirin. Geleka temamya komȇdȋya ezber zanibûn. Șano bi kurmancîya zaravê Serhedê ya zelal, bi henek-laqirdȋ û dȋdemȇn komȋk, edetȇn civakȇye feșbûyȋ, lihevketȋ, ziyandar bi rengȇn rastȋ radixist li ber ҫavȇ temașevanan. Ji pey komȇdyayȇ ra geleka terka qelen, cihȇzȇ bûka yê giran, topayî û gelek edetȇn gele feșbûyȋ dan. Dilqê komȇdȋyayȇ, lȋstikvanȇ gundȋ, ҫûyȋn-hatin kolorȋta ȇzdiyȇn wȇ heremȇ wusa li hev digirt, teyȇ bigotȇ mirov dibû temașevanȇ jiyana malbeteke wȇ heremȇ, ku destȇ wan edetên feșbûyî da ketye belayê, lȇ ji bo xelkȇ dora xwe șûnda nemȋnin ew jȋ mecbûr bi wan ra dimeșin…
Komȇdȋya „Sinco Qȋza xwe dide mȇr“ji alyê Ȋnstîtûta Parîzê ya Kurdî da wek vîdêo Kasêt hate weșandin û belav kirin.
Sala 1989 dirama min ya „Mem û Zîn“ ji alyê weșenên Roja nu va hate weșendin. Tiragêdiya Selîm Beg destnicarû neweșandî maye.

Lokman Polat – Pirs : 6 – Bawer bike romana yekem a bi kurdî jî ku min xwend Romana Areb Şemo ”ŞivanêKurd” bû. Diyare kurdên Sovyeta berê di afirandina berhemên edebî/wêjeyî yên bi kurdî serî kişandine, pêşewa bûne. Niha rewşa nivîskarên kurdên Sovyeta berê çawaye?

Eskerê Boyîk- bersîv: Ew destanînên civakî, çandî, zanyarî, ku kurdên welatê Sovêtê, dema deshilatdarya komûnîstan gihîștinê, saya sîyasiya Sovêtê bû di warê pirsa miletyê da. Wê deshilatdaryê, hema rojên ewlin da, guhdariya heja danîn ne tenê li ser berjewendiyên gelên deshilatdar, çawa dîrokê da tim çê bûbû, vê carê gelên kêmjimar nehatin bîrkirin. Biryar hate girtin ku netewên kêmjimar ji halê şûndamayîna kultûrî, nexwendîtî û nezaniya dewr-zemanan derxin, da ku ew jî bigihîjin asta gelên pêşvaçûyî.
Di nav wan netewên kêmjimar da Kurd jî hebûn. Kurda ra jî mecalên pêşvaçûyînê çêbûn. Salên qeydê Sovêtê, gelek bûyerên mezin, çawa yên ronayî wusan jî yên tarî di jiyana gelên wî welatî, wusa jî ya kurda da qewimîn. Di wan 70 salên desthilatdariya Sovêtê da, Kurdên wî welatî jî di nava têkçûn û serkeftina ra derbas bûn. Giraniya veguhestinên civakî, aborî, perwerdeyî, kultûrî, dijwariyên Stalînizmê yên sala 1937an; nefîya, zulma herba dijî Almanyaya Hîtlêriyê (1941-1945), giraniya salên hildana wêrankirinê şer, bi gilîkî ew hemû zor û zehmetiyên gelê Sovêtê kişandin, Kurd jî jê bêpar neman.
Civaka ji jenosîda salên 1915-1920î bi cûrekî filitî, tazî-birçî, bê cî û war, nîvkoçer, nexwendî, di qewlên eşîrî û feodaliyê da, carekê va bi hemû gelên Sovêtê ra tevayî li ber dezgê veçêkirin û jiyana sosyalîzmê sekinî. Cara ewlin, derge-dîwanên dewletê da xwe wek evdên netewên din dît. Gund û şênên Kurdan da dibistanên netewî vebûn, dersdar hatin hazirkirin, civak bû xwediyê rojname, radyo, beşa dezgehê nivîskaran, Kurdzanî, tiyatroya dewletê, komên kilam-reqasê… Bi tîraja hezaran pirtûkên wejêyî, zargotinî, zanyarî, siyasî, werger û pirtûkên dersan hatin weşandin. Sê elfabe hatin guhestin. Kurdên Sovêtê elfabe li ser girafîka Latînî ya ewlîn damezirandin, pirtûka Kurdî ya pêşin, bi wan tîpan cara ewlîn li paytexta Ermenistanê Yêrêvanê hate weşandin, romana Kurdî ya ewlîn dîsa para Kurdên Sovêtê ket. Bi heqî hewce ye bê xumukurhatin ku li ciyê vala, civakeke rewşenbîrî pêş da hat, bi nivîskar, zimanzan, zanyar, hunermend, rojnamevan, dersdar, pêşekzanên warên cûr bi cûr… Şexsiyetine wusan di her warên çand, huner, zanyarî û derecên civakê da pêş da hatin ku ne tenê li nav Kurdên Sovêtê lê di nava temamiya Kurdan û cihanê da eyan in.Bi kurtî, vê para Kurdan, salên xwe yên dema Sovêtê vala derbas nekirin, mecalên ji bo wan çêbûbûn bi temamî û serfirazî kêr anîn, dema welatê wan Kurdistana perçekirî da navê kurd û kurdayetî qedexe bûn, wek çirayeke ronayê û hêviya jiyanê ew dûr va li gelê xwe dihatin xuyanê, dengê wan digihîşte welêt, her Kurdekî ra dibû hêvî û gumana pêşerojê.
Li pey hilweşîna desthilatdariya Sovêtê ra rewșenbîrya me jî hilweșya. Derbeke mezin li vê navenda kurdewarî ket. Dutîretî, hev temûlnekirin kete her malê…

Lokman Polat – Pirs : 7 – Tişteke bala min kişand, nehemû, lêbelê hinek nivîskarên kurdên Sovyeta berê ji hevûdu hez nakin. Ew bi hevre polemîk dikin, rexneyên nebaş, rexnên tûj li hev digrin, hev bi diziya nivîsaran û pirtûkan tawanbar dikin. Ev jî zirarê dide nivîskarên kurd. Cenabê te di vê hêlê de çi difikire?

Eskerê Boyîk-bersîv: Malbeta meye rewşenbîrî, ya Kurdên Ermenistanê, ku di nava 60-70 sala da hatibû avakirin, bi kêmasî û destanînên xwe heykelekî netewî yê bêqelp bû, fênomên bû, yekîtîke paqij bû, ku degme li nav civaka kurdî da hebûye û wê hebe…
Ew ji eşîretiyê, xwemezinkirna fêodaliyê, ji fanatîzma olê, partîvaniyê, qelpiya ji pij gel û weletê xwe ji bo kara şexsî, dûr bûn. Her kesî cîyê xwe zanibû û weke hêz xwe karê xwe dimeșand. Raste sistayê nevsî hebûn, lê ew sistayî jî dijî daxweza tomerî, kara gelê me, weletê me û xwenaskirna netewiyê nî bûn.
Ew sistayî ji hale aborî û tengaya goveka meydana teng ya karkirina me dihatin. Meydana ku wur ji mera çê bûbû ji hereketa meye kûltûrî, ҫandȋ-rewşenbîrî ra pirr teng bû. Neheqî, dilsarî, xeyida li nav me, hîmlî ji wan mecalên teng û kêm dihatin.
Li cîyê vala, welatê xerîb da, li nav hewake ne ewqas xweş û rem û giraniya duqet da ev malbet gihîşte bilindaya, gelek nexş û nîgarên wê bûne xemla birca çand û zaniyariya netewa Kurd.
Em pîşt xwe binhêrin, heval-hogirên xwe teva jibîr bînin, hemû jî bi helalî, bi emek, kar û barê xwe (yek zêde, yek kêm) hêjayî bîranînê, hurmet û qedirgirtinê ne… Ez ji sala 1961 ê heta 1993 a di nav wê tevgerê da bûm.
Ermenistan heremeke sovêtê ya biçûk bû. Kurdên wê komarê jî hîmlî kompakt li çend nehiyên nêzîkî hev da dijîtin, hemin gundên Êzidyan nêzîkî hevin. Bawarkî teva hev nas dikirin. Șîn-șayê hev bûn. Dema bûyarek çê dibû di nav seheta da dicivyan, digihîșrin hev.
Wek malbetekê bûn. Maqûltî, ciwamêrî, dilgermî hebû. qedirê hev digirtin Çi deste kê dihat alî hav dikirin.
Dilsarî û neheqî jî hebûn. Ew jî di nava malbetên “ kivș” da bû, ji bo „deshilatdaryê“ û weșena berheman. Hevalên meye bi emir di aliyê weșena berheman da tim neheqî li me gênca dikirin. Rê ne didan. Berê berhemê xwe çap dikirin. Gelek berhemê hêja wusa jî nehatin weșendin…
Dewletê ji bo weșena her pirtûkekê perekî baș dida. Sedemê sereke ev bû. Eger „bêxweya“ wan pera nîbiya, gelek dibe nêzîkî „Qelem û șayîrtiyê“ jî nebûna. Helbest biha bûn, ji bo wê ji „helbestvanê“ me pir bûn.
Komarê da çend ciyê xebatê seva kurdan hebûn û eger cîk vala dibû yan cîkî nû didan, berê ewil ahilên me pê dihesyan, nas-dostê wan „jorê“ pir bûn û ji bo merivê xwe destê xwe didane ser wî cî, em hew pê dihesyan yekî xwe lê dane rûniștin. Nedinhêrîn ew hêjaye yan na…
Çend xisûsiyên wê civakê yê sereke hebûn:
-endemên wê civakê, biçûk-mezin anegorî zanîn û hêza xwe xebatçî bûn, șev-roj bê hêvșandin kar dikirin.
– li hindava kara gel, Kurd û Kurdistanê da dilê kesî da tu qelpî, nexwezî tunebû.
-fanatîkê dîtina welatê xwe bûn.
-xewna teva azadiya welêt bû.
-parezerê ziman û çanda kurdî bûn, xêncî kurmancî me bi hevra û wan ocaxa da, malê xwe da tu zimanê din xeber nedida.
-welathiz bûn, olperest, eșîrperest nîbûn, berê nave welet û netewê bû pașê bawari, ol…
-civakê rewșenbîrê xwe nas dikir û, qedirê rewșenbîriyê-xwendevana li nav xelkên me da zȇde bû.
-çiqas jî qazanc-aylix li wan karada kêm bû, di merkezên çand û kûltûra me, kurdzaniyê da xebat xewna her rewșenbîrekî kurd bû, lê destê her kesî nediket.
Ez nava naxwezim bidim, ji bo tev jî anegor hêz û zanîna xwe xebitîne. Bîranîna teva jî ji minra gelekî giranbiha ye. Min bîra teva jî kiriye.
Raste, carna dilê min jî êșandine lê malbetekê da jî, di nava dê-bav û zaroka, wusan jî di nava xûșk û biran da jî dilsarî çê dibe. Maqûlî ewe mirov hinek nerazîbûnê xwe ji mala xwe dernexe, gazinên xwe mala xweda, li cem dost û pismamê xwe bike, șerme dinyayê pê bidin hisandin. Ew jî wî çaxî ku konfilîktên bûyî pir sivik û ne hêjayî wa tîrkirin û tûjkirinê ne.
Xêrnexwez bi van qelsiyê me șa dibin.
Sal her tiștî didin bîrkirin, mirovê nêzîk hevkî ji hev dûr dikevin, bi hev şȋrin dibin, bîra hev dikin. Em pir nêzîkî hev bûn.
Ez xwe bextewar hesab dikim, ku ez jî endemek ji wê malbetê bûm.
Xwezȋ, rewșenbîrî û siyasiya netewya Kurdaye îro bi tomerî xweyê wê welatparêziyê, netewhiziyê, tifaqhiziyê, xîretê bûna ku nava rewșenbîrya meye netewî ya Ermenistana sovêtê da hebû.
Dewya salên heștêyî dijwerî dijî rewșenbîrya me dest pê bûn.
Tu welat-gel naxweze rewşenbȋrya gelekȋ din li nav wan da xurt û bihêz bibe.
Extiyarê me salê xwe tije kiribûn- mezin bûn, hêdî-hêdî ji me dûr ketin, ҫûn…
Hilweșîna weletê Sovêtê bi carekê va jiyana me jî hedimand.
Bingeha efrandaryê, ewlekaryê, aboryê, moraliyê mera nema…
Tu ciya pișt û xêrxwez jî nîbûn ku piștovaniya rewşenbȋrya me bikirana… Berovajî hevsûd, nexwez, xwefiroș, ku demê da hêjayî nave rewșenbîryê jî nîbûn, di bin sîbara neyarên gelê me da, ku dutîretiyê bikin nav civakê, çiqas destê wan hat neyartiya me, xirabȋ ji me ra kirin.
Mecbûr, ji me hineka xebat, ked û emekê bi sala kirî cîda hîşt û ketine li ser rêyên cihanêye nenase, neeyan. Kê kîderê sitarek jiyanê xwera dît li wur tev dijwarî, hisret û tenêtiya xwe hêwîrî.

Lokman Polat – Pirs : 8 – Hinek nivîskarên ku bieslê xwe kurd in, bi tirkî, arebî, farisî, rusî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in lê bi tirkî, arebî, farisî û rusî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî, arebî, farisî, rusî ne? Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (tirkî, erebî, farisî) dinivîsînin çi difikirî?

Eskerê Boyîk- bersîv: Bi texmîna min, bi zanebûn, xêrxwezî gotî vê pirsê binhêrin û dû tișta ji hev cuda bikin. Hinek hene ji bo kar, nav û berjewandiyên șexsî xwe ji zimanê dê dûr digrin, dibin peyayê zimanê xelkê, deshilatdara, ku li nav civakên deshilatdar -serdest da bên naskirin, ciyê xwe bigrin. Zimanê dê qurbana berjewandiyê xwe dikin. Tiștekî cêribandî ye, ew bi dewyî, (payê pirê) wek barekî giran dîsa tên dikevin ser pișta Kurdan. Hinek kurdaran jî li hev nehatiye li nav civakên kurda da mezin bibin, bijîn, bi zimanê dê perwerde bibin, zimanê dê nizanin, nikarin bi zimanê de serbest hest, xewn û xiyal, hizkirina xwe bi hêsanî, edebî, çawa ew dixwezin bînin ziman, zanîna ziman têra hunura wan ya nivîskaryê nake, mecbûrin çawa dikarin, çawa wan ra rehet e wusa dinivîsin. Eva tiștekî xezayî ye. Evan bi xweyî derketina nasnema xwe, navê gelê xwe cihanê da bilind dikin. Çiqas jî bi zimanekî din dinivîsin lê ruhê wan, hest û hizkirina wan netewî ne. Kurd gerekê nivîskarên wusa bikșînin nav civaka xwe, nivîsarê wan bi hizkirin bikine kurdî, bi hêsanî wan ji xwe dûr nexin. Yașar Kemal nivîskarekî pir mezin e… Gelê mera qedir e, ku nivîskarên wusaye mezin șexsyeta xwe înkar nakin, li rex gelê xwe disekinin.

Lokman Polat – Pirs : 9 – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

Eskerê Boyîk- bersîv: Kurdistan timê kanya zargotina dewlemend, gelê Kurd jî xweyê erf-edet, eyd-erefat û rabûn-rûniştandinên netewî bûye. Ruhsivik û efrandar, çîrokbêj û dengbêj e gelê kurd. Zarbêjya kurdî, bi dewranan wek ava çemên Firat û Diclên tim herikîye. Bi wê avê ne ku tenê xelkên Kurd, lê gelên cînar jî zevyên xweye ruhî pê av dane. Zargotina Kurdî bi cûre û rewşa xwe, zengînî û pir rengya xwe, bi efsene, destan, kilam û hezar yek cûre nimûnên xwe li nav medenyeta gelên rojhilatê da cîyê xweyî layîq digre.
Tunebûna dewlet, xwendin-nivîsara netewî, gelê Kurd bi dewrana nikaribye xizna zargotona xwe xweyî derkevê, biparêze, embar bike, ew wek avên kanyê çîyayên Kurdistanê kişyaye him hatye bîrkirin, him jî pêra hatye nûkirin…
Vê sedsala dewî da gelek guhestinên nêgatîv yên mezin ketine nava jîyana gelê Kurd, welat kirin çend parça. Jiyana koçeryê ra mecal neman, bi hezara gundên kurdan vala vûn, xelk kișyan ketine mêtropolan. Jiyana gel ji rêya xweye xezayî derket. Erf-edet gișt li hev ketin. Dagerkiran çar alya va bi tûndî êrîş birin li ser ziman û çanda kurdî, derb zargotinê jî ket. Derfet çê nebûn, ku kurd jî wek gelên cînar çand û kûltûra xwe va rehet mijûl bibin.
Ji alyê dagerkiran va bi zorê meşandina sîyasya asîmlasyonê, cî û warê kurda da bi temamî bi zimanên xwe kêranîna mecalên ragîhandinê, perwerdê, bazirganyê, ne ku tenê rê li ber pêşdaçûyîna zargotina kurdî û dengbêjya gelêrî girtin e, lê usa jî halekî wusa çêkirine, ku ew xizna gelê kurd ya ruhî bi kokê va bê ji bîrkirin…Edebyeta netewî jî karibe li ser wê bingeha xweye ruhî warê xwe ava bike.
Dîroka edebyeta me ya gelêrî weke gel kevnar e, lê ya nivîskî, eger hinek pirîskên ronayê, ku nava dîrokê da hinek ciya çûrisîne bi elfebên cuda, ew jî demê da negihîștine gelê sade, ji bin kelefe û tariya madresê dînî di nav destxetên zaniyaran derneketin e, bi fireyî û azadî nebûne malê gel. Perwerda bi zimanê gel bawarkî tine bûye. Perda oldaryê ya înkarkirinêye qalim timê, heta îro jî navbera edebyeta kurdîye nivîskî û gel da zeyîf ne bûye.
Çi jî hebe vê sedsala dewyê da edebyeta kurdî ya nivîskî jî halê înkar û qedexekirinê da jî xwe ji bin zulm û xezeba dagerkira xilaz kirye, derketye meydana efrandaryê.
Nenihêrî niha jî, edebyeta kurdî halekî ne xwezayî da pêșda dice, (xerîbî, sirgûn, qedexe, hebs-zindan, bêmecaliyê) lê bi șêkirdarî gerekê bê gotin, êdî li nav edebyeta cihanê ya pêșdaçûyî da hinek rengê edebyeta kurdî jî tên xanê.

Lokman Polat – Pirs : 10 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

Eskerê Boyîk – bersîv: Eger çend sal berê we ev pirs bida min, minê bigota helbest. Lê van salê dewyê meydana edebyeta vekirî (gotar, kurteçîrok, roman) bi têra xwe fire û kûr bûye. Bi texmîna min edebyeta me da kêmasya netewetiyê, welat naskirinê, nîgarkirina xeysetê evdê kurd yê qedîm: netewî heye. Evdê kurd ne tirk e, ne ereb, ne ecem, ne jî ermenî ye- KURD e. Em nivîskar ne ku xeysetê evdê xwe wusa jî welatê xwe rind nizanin. Heta niha nivîskarê me ne pakî hev, ne gelê xwe, ne erf-edet welatê xwe bi giștî zanin. Carna em çiyayê welatê din dinhêrin çiyayê Kurdistanê bi wan rengan nîgar dikin…
Agahiyê min dor halê șano û șanogerya Kurdî li Rojhilat û Bașûrê welêt da kêm in, Bakûr û Rojava da hewldanên biçûk hene, lê nikarin bigihîjin encamên zêde. Dîroka tîatro û șanogerya cihanê nîșan dide ku wan karan ra mecalên mezin û xemxurya dewletê, civakê pêwîstin. Dewletên dagerkir ra dest nade kurd bi tîatroyê, așkere pirsgirêkê xwe bînin nav civakê…
Pirsa Weggerê. Pareke edebyetê werger e. Ku kurd ji di asta pêșvaçûyîna civakî, zanestiyê û edebyetê da bigihîjin gelê din pêwîstiya bêhesab berhemên wergerandinê ji zimanan bi zimanê me heye. Bi heqî gerekê em xumukur bên ku werger, bi tomerî li pey karê zanestî û edebyeta Kurdî da dikule. Raste dewlet nîne, sazyên hevgirtî, fînansên anegor, derfetên weșenê nînin, pêra ji înkar û qedexên dagerkiran nahêlin bi pilan û projêkt ew kar pêjda here, bimeșe lê bîr nekin hinek mecal ji bo wî karî bi xwe çê bûne. Gel dibêje nava șevereșa herî tarî da jî eger daxwez hebe karin hinek çûrisên ronayê bibînin. Niha li vê dewra ji bo kurdan xezeb da, xelkê kurd cî û warên xwe dihêlin, direvin, dinyayê bela dibin. Emrê penaberyê bûye perçek ji jiyana gelê kurd ya vê dewranê. Welatên cihanê, payê pirê da kurdên penaber dijîn, civata wan da întêgire dibin, bi ziman û çanda wan tên perwerdekirin. Gelek rewșenbîrên Kurd, civak, ziman, çandên netewên pêjdaçûyî bawarkî weke rewșenbîrên wan netewan zanin. Saziyên kurdan, weșanxane, komelên çand û ziman yên anegor gerekê vê derfetê ji destê xwe bernedin, di nav penabiran da berê evdên têgihîștî, rewșenbîr, zanên zimanan bidin wî karê pîroz, dimîne wan ra derfetan (hema yê weșenê) çêbikin, piștgirya moralî bidine wan ku mirovên xwendî, zaneyen zimanan bikșînin nav wî karî.
Kes zikê dayka xwe da nebûye bijîșk, parêzer, matêmatîk, nivîskar, hunermend, zimanzan û nizanim çî. Bi kar, perwerdê, tercûbê, zanebûnê, evd digihîje her tișrî… Eger yek dixweze bibe wergervan, xwe dicêribîne, dixebite, dicedîn e gerekê alî bikin, moralê bidinê, guneye dij bisekinin, astengiya çê bikin, xiyal û bawaryê bișkênin

Lokman Polat – Pirs : 11 – Li gor bîr û raya min, nêrîn, dîtin û ramanên min, rexnegirî tena serê xwe rexne nîn e. Digel rexneyê berhemê fêmkirin, şîrovekirin, ravekirin û nirxdayin e. Bi gotineke kin û kurt, rexnegirî: Hunera şîrovekirin û nirxandina bi hişê têgihîştî ye. Rexnegirî, hunera nirxandinê ye. Şîroveya berhemê ye. Xwendina berheman e û herweha kar û xebateke lêkolînî ye. Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?

Eskerê Boyîk- bersîv: Kekê Lokman te her tișt got, bersîva min ra tișt nema. Belê, rexnegiriya edebî ya rast û bê alî, bi pîvan, bîr-bawariyên edebyetzaniyê analîzkirin, zelalkirin, qîmetkirina berhema edebî ye. Meremê rexnegiryê gerekê alîkî va avakirin û pêșxistina edebyetê bi tomerî be, alyê din va bê zelalkirin gelo ew berhem di werê zanîna bedewnivîșe da ser çi astê ye, gelo çiqasî bersîva pirsgirêkên demê, civakê, gel dide û çi nûbûnê bi xwera tîne. Niha gelê Kurd rewșa perçebûnê, bindestyê, qedexê, komkujiyan, olperestiya hișk, asîmlasiyon û penaberya mecbûrî da ne. Pêra jî șerkarya azadaryê dimeșîn e. Welat ne ku bi erdê xwe lê wusa jî bi çand û civak xwe, qedera xwe va perçekirî ye. Her parçek da dagerkir bi cûrê xwe zordarya asîmlasyonê bi zulma hebs-zindanan, qereqol, merkezên mixabaratê, candirman û kazirmên tije çek-sîlihên kujer dimeșîne. Kurdeyetî, netewetî bi qirar û qanûnê xwe qedexe kirin e… Xeysetê gel da jî guhestinên nêgatîv ra mecal çê kirine: bêtifaqî, hev temûlnekirin, hindava xwe û hev da bêbawarî, koletî, xweyînti… Hinek oldarên Kurdan, hinek hêz bo kara șexsî dijî netewa xwe kar dikin û bi hezara pirsgirêkên din… Eger berhema nivîskarê Kurd nikare bersîva hinek ji van pirsgirêkan bide, ji pirsgirêkan gelê xwe direve, giva naxweze bikeve nav sîyasetê, wusane nivîskar û berhema wî negihîștiye meremê xwe.
Gerekê ji hev bên cudakirin rexnegirya rast û rexnegirya sextî, ya qelp. Ya dijîtiyê, çavnebaryê, neqenciyê, neyartiyê. Evan rexneyên șîysî, sinifî, hizbevanî, dijîtya șexsî ne. Rexnegirya rast bi zanyarya edebyetzanyê, civakzanyê pêk tê, merem avakirin e, pêșxistinê e. Rexnegiriya sexte, qelp- êșandin e, hedimandin e. Rexnegirya dewletê qedexekirin e.
Ez dîroka rexnegirya edebyeta rûsa ya berî șorișa Oktobirê û pașê, pêra jî hinek pirsgirêkên rexnegirya cihanê, hewldanen rexnegirên mezin Bêlînskî, Gêrzên, Çêrnîșêvskî, Dobrolûbov, Nalbandiyanê ermenî bûme nas… Rexnegirîya edebî ya chanê reke dûr û dirêj ya dijwer ra ra derbaz bûye.
Timê jî di navbera rexnegirya rast, ya sexte, siyasî, sinifî û deshilatê (dewletê) da nerazîbûn û dijîtî hebûye. Rexnegirên esil tim xwestine, têkoșîn dane, ketine hebsa, sirgûn bûn ku nivîskarê bi șûret û berhemên wan ji neheqiyê biparêzin. Eva têmake xisûsî ye, hevpeyvîneke wa ye kurt da mecal nine em berfiryî pirsgirêkê binirxînin.

Lokman Polat – Pirs : 12 – Di nav nivîskarên kurdên Sovyeta berê de rewşa rexnegiriyê çawa ye? Rexnegirî di çi radeyê de ye? Tu difikirî ku rexnegir bi têra xwe girîngiyê didin xebatên te? Eger wisa nafikirî, sedemên vê yên girîng çi ne?

Eskerê Boyîk- bersîv: Li Ermenistanê, ji pey demezirandina elfeba kurdî ye ser girafîka Latiî ra (sala1928 a) warê weșenê da hinek kar hatin kirin: Rojnema Riya Teze, hinek efrandinê Erebê Șemo, Hecîyê Cindî, Ahmed Mîrazî, Emînê Evdal, Wezîrê Nadirî, Casimê Celîl, hinek werger, berevokên efrandinên nivîskarên Kurd û hivd) hatin weșandin lê pêvajoya tvgera edebyeta esil û ji pey sala 1955 dest pê bû. Rewșenbîrya zaneye edebyetzan, têgihîștî, nivîskarên bi șuret pêșda hatin. Gelek gêncan zanîngehên edebyetzaniyê, zimên, dîrokê xilaz kiribûn, civak jî êdî pirî-hindikî haj edebyeta cihanê hebû. Di karê pêșdaçûyîna edebyetê û „rexnegiryê“ da karên destpêkê ji rojnema Riya Teze û beșa nivîskarên Kurd ya Rex Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanê dest pê bûn. Mehê çarekê-duda, carna heftê carekê efrandarên kurd li odeke mala nivîskarên Ermenistanê, yanê oda para Çandê ya Riya Teze da dicivyan, nivîskaran nivîsarên xwe yên nû hevra dixwendin. Meydana qîmetkirin û rexnaye tûnd hebû. Peșê bû edet, ku berî weșena berheman, berhem civîna beșa nivîskaran da bêne „lênihêrandin“, bi begemî û bi pêșinyara sêksya nivîskaran berhem bê weșandin. Helbet hinekan ew qewl diteribandin, pirtûkên xwe bê sêksyayê ji hesavê fonda nivîskarê me ra hatibû dabeșkirin diweșandin. Lê niha dinhêrim ew berhem payê pirê hatine bîrakirin. Qîmetê wan nîne.
Welatê Sovêtê da xetên sor, rexnegirya hișk hebû, kîjan digihîște qedexa weșena berheman. Helbet di nava edebyeta gelê pêșdaçûyî da ew hișkayî bin navû giraniya nivîskar, meznayî û hunura wî da carna dipelișîin, gelek jî dibûn qurban, lê civakên weke me da heta dewyê jî wa gotî rewșenbîrê meye mezine, komûnîst, deshilatdar ew hișkaya xwe di nava edebyetê da dimeșandin. Bi nihêrîna wan dewra berî sovêtê, dewra zulmê, newakehevyê, kedxuryê zêrandina evdê karkir bû, dewra sovêtê ya rehmê û wekehevyê, mirovhiziyê bû, axa, beg, serokeșîr, çînovnîkê berê yê dewletê, oldar, tucar zengîn û hivd gișt sextekar, xirab, zulmkar, merivkuj derewîn, bênamûs bûn, mirovê kesîb, pale, gundî, șivan-gavan mirovên rehm, zane, aqil bûn. Rexnegiryê da nerazîbûn time nava nivșên ahil û gênc da hebû.
Carna tiștê ecêb li civaka meye biçûk da jî dibûn. Helbestvanekî me helbesteke delal nivîsîbû. Nivîsî bû dêrê bêrîvanê wek ala sor li zozana dimilmile. Helbesvanekî meyî eyan, „komûnîstê kevn“ wê wekeheyê ra qayîl nîbû û berk sekinî bû: „çawa karî beyraqa sovêtê ya sore pîroz, hașa li ser qûna bêrîvanekê bimilmile…“
Dijweryên sala 1937 a ku welatê sovêtê da jî çê bûn hinek nivîskarên kurd jî ketin ber zordarya wê pêla xirab. Erebê Șemo sirgûnî Sîbîrê kirin, Hecyê cindî kirine hebsê ku pevgrêdanê wî kovara Hewarê ra hebûye, Ahmedê Mîrazî jî hebsê da hate zêrandin.
Giranya qedexeya dewletê li ser civaka meye rewșenbîr duqat bû, ya dewleta sovêtê û ya civaka Ermenistan ê.

Lokman Polat – Pirs: 13 – Bi gelemperî ji bo herçar parçeyên kurdistanê û kurdên Sovyeta berê dibêjim, rexnegiriya kurdî di çî radeyê de ye? Li gor te, çima rexnegirî? Û fonksîyona rexnegiriyê çiye?

E. Boyîk-bersîv: Li dor rexnegirya edebyeta Kurdên sovêta berê, bi texmîna min hinek zelalî çê bûn, lê ji bo rexnegirîya edebyeta kurdan ya bi giștî minra zehmet e û fikira tomerî gotin. Bi texmîa min wê șaș û ne cîda nîbe. Cem min zanîn û agahyên anegor tune, zanîna giștî nîne. Welat bûye çend parça, elfeba û zarav jî parçekirî ne. Merkezeke edebyetê ya bi hevra nîne, Yekîtîke nivîskaran û edebyetzanyê ku nivîskarên Kurd bi giștî hemêz bike nîne, lêkolînên edebyetzanyê yê berfire ku naveroka edebyeta kurdîye îro bînin ber çavan kêm in yan nînin, bazara berhemên nivîskaran ya qenc çê ne bûyê, nivîskar hev nas nakin…. Vî warî da hezar pirsgirêk hene…

Lokman Polat – Pirs : 14 – Mijara berhemên te bi giranî liser çine? Li gor min tu hem şaîr/helbestvanî û hem romannivîserî. Navbera te û çîrok/kurteçîrokê çawa ye? Pirtûkên te yên kurteçîrokan heye?

Eskerê Boyîk-bersîv: Di vî emrê xwe yê tev li hev da, ez rêya jiyanê ya dirêj û dijwer ra derbas bûme. Ev rev û bez, bêweletî, hev temûlnekirina gel, olperestiya kor, zor û zehmetyê penaberiyê, bindestî, perçekirin û pelçiqandina gel û welêt ez macbûr kirime bifikirim, ev çî jiyane para min û gelê min ketye? Çima dîroka me Kurdan ewqas dijwer, bi ewqas neheqî û ewqas deqên reș va dagirtî ye? Gelo 200 sal berê, çima pêșiyê min mal û welatê xwe hîștin, revîn pala çiyayê Elegezê, li vî warê çiyayîyî dijweî bi sur-seqem binecî bûn? Ruh û xûdana xwe, hizkirina xwe kirin nava wê axa dijwer. Wura xwera gund ava kirin, șên kirin, rojekê jî hinek rabûn gotin emin xweyê vê axê, ciyê we li vira nîne, herin. Çima welatê me, dewleta me nîbû, xweyî me derketa, ku em jî wek xelkê din vegeriyana weletê xwe… Gelo vê rewșa bindestya welet û gelê me da tenê dagerkirin sûcdar? Gelo çima gelê me hev temûl nake? Du eșîr, du gund, dû malbet nikarin bi edil rex hev bi tifaq bijîn? Hev xweyî derkevin? Kurd çima nikarin bibin yek, bibin netew, dewlet? Komkujiya Șengalê da, kurd bi temamî, Herêma Kurdanê ji navda çima neçûn hewara Ȇzdiyan, ne Ȇzdî jî kurdin? Çima Ȇzdî tenê hîștin? Ȇzdî welatê xwe da penaber, bin konên nêylon da wê heta kengê bimînin? Ji weletê xwe birevin? Halê Elewya, Kakaya jî cêtir nîne. Ȇșên kurdên pareke Kurdistanê kurdên para din nașêîne? Pirsgirêk pir in. Min berhemê xwe da cêribandiye pirî-hindikî nêzîkî wan pirsgirêkan bibim… Çiqas ji min ra li hev hatye, nizanim.
Berhemê min jî weke pirsgirêkê gel û welatê min pirreng û pircûre ne. Naveroka berhemên min êșa welatê min e.

Lokman Polat – Pirs : 15 – Dibêjin ne hemû bin jî piraniya nivîskarên kurd pirtûkên hev naxwînin, tu pirtûkên nivîskarên kurd dixwînî?

Eskerê Boyîk- bersîv: Mixabin wusa ne. Salê șêstî, dema bajarê Yêrêvanê da tevgera kurdayewerî geș bîbû, em digeryan, hisreta me bû berhemeke kurmancî, yan nivîseke biyanyan derheqa Kurd-Kurdistanê da, destbixin, bixûnin. Lê niha di nava vê derya berhema da ne ku xwedevan, rewșenbîr, heta nivîskar jî kêm dixûnin, bi rastî nivîskar berhemên hev naxûnunin. Dibe hev begem nakin? Dibe dema pêșketina ragihandinê, zêdebûna weșanan, zanebûna zimanên biyanî, întêrnêtê va girêdayî ye. Niha xwendina têkistên dirêj, çiqas ew hewaskar û aktûal bin, xweș bin, xwendevan hiz nakin bixûnin. Min cêribandiye, eger facebookê da gotareke dirêj tê weșandin, binda navê çend mirovan ancax tê xanê, eger helbest yan fikireke kurt be, çiqas jî sade û pirozayîk be binda nav pir dibin. Qîmetkirin, nirxandina berhema jî bûye tiștkî formal. Çend cimlên bi fikrên guroverkirî, bê reng, weke hev. Fêsbûk bûye neynikekê halê edebyeta îro, asta zanyarya xwendevana û rexnegirya bêreng û bêfikir nîșan dide.

Lokman Polat – Pirs : 16 – Rexnegiriya helbestan ji ya romanê û çîrokê cuda ye. Rexnegir carna maneyên ku helbestvan nefikiriye û qest nekiriye didine helbestê. Di eniya Wêjeya Kurdî de helbestvan gelek in lê rexnegirên helbestan kêm in. Tu li ser vê mijarê çi difikirî?

Eskerê Boyîk-bersîv: Ne ku di warê helbestê lê warê giștî yê edebyeta me da rexnegirî û rexnegir kêm in. Tiștê șabûnê ye, ku van demên dewyê salê bi sedan roman, berevokên kurteçîrokan, helbestan, peșxanan, șanoyan têne weșandin, kovar, rojneme, malper dagirtî ne… Lê gotar yan berhemên rexnegirî pir kêm in ewê hene jî bi ava șîrin șûștî ne.
Rexnegir gerekê edebyetzan be, zanê çand- hunur, zargotin, ziman û dîroka netewa xwe be. Xêrxwez be. Eger vê derecê da asta nivîskar û rexnegîr li hev digrin tu pirsgirêk nikarin navbera wan da pêjda bên. Wê hev tê bigihîjin. Eger nivîskar jî rexnegir jî alyê edebyetzanyê da dikulin, an „çînovnîk“ in, berdevk, endem an rêvabirên partiyên siyasî ne, helaqetyê wan yê xêrxwezyê û avakirina edebyetê nînin, pirsgirêk navbera wan da ese çêdibin. Ew rexne ne ku ziyanê tenê dide nivîskar lê kare bide edebyetê tomerî.
Çîroka nivîskar Ahmedê Mîrazî, pirtûka destnivîsara wî û rexnegîrên meye Komûnîstên hișk qet ji bîra min naçê. Nivîskar, salên dewî yên jiyana xwe, ji pey sala1955 ra) pirtûkeke destnivîsar, ya 700 rûpelî tînê tesmîlî weșenxana Ermenistanê „Hayastan“, para weșenên kurdî dike, bo weșendinê. Ew mirovê zane edebyeta me ya kevnar, li cem zanên dema xwe medresan da perwerde bûyî, dengbêj, nivîskar, hostê peyva bedewetyê, ședê û tevbûyê bûyarên komkujiya salên 1915-/20, guhertinên sinifî yên dema deshilatdarya sovêtêda, dîtin, fikir û ramanê xwe dinivîse û destnivîsa xweye gewre tîne ku bike hebûna edebyeta gelê xwe.
Pirtûkê didin nivîskarekî komûnîst ji bo lênhêrandina dizîva. Fikireke xirab derheqa pirtûkê da dinivîse. Datînin civîna nivîskaran. Dîsa dij pir bûne. Hinek xêrxweza ra li hev tê, Ji wê destnivîsara gewre destûra weșena pareke biçûk biștînin. Sala 1961 ê ji wê pirtûkeke biçûk bi rêdaktorya Hecîyê Cindî, bi navê „Bîranînêd min“ hate weșandin. Kîjan bi rastî di nava nivîsên nivîskarên me yê wê demê da weke kanîke biharêye bedew e. Wê demê ne mecalên têxnîkî yên kopîkirin û ne jî belevkir hebûn. Ew destmivîar wusa jî wunda bû.
Ji bo nivîskar qenc bê nasîn binhêrin berevpka: Eskerê Boyîk, Çanda Kurdên Sovêtê, rû 172-183; Weșana Peywendî; 2019, Ȋstanbul.

Lokman Polat – Pirs : 17 – Çawa ku di berhemên edebîyata cîhanê de erotîzm, pevşabûnên pornoyî hene, pir tebiiye, normale ku di berhemên kurdî de jî hebin û ji xwe di hinekan de hene. Kurd neteweyek in û ji blî dewleta wan tişteke wan kêmê neteweyên din nîn e. Bi ya min dive erotîzm û pornoya wan jî hebe.
Lê hinek nivîskar şerm dikin û erotîzmê û pornoyê li cihek bêhil, qet hevûdu ramîsanê, hev maçî kirin jî di berhemên wan de tunin. Tu di vê mijarê de çi difikirî?

Eskerê Boyîk -bersîv: Tu tiștê șermê yan ecêbmayînê nîne. Ȇrotîzm di nava edebyeta cihanê û zargotina me da tiștekî nu nîne. Min hê mektebê da çîrokên „Hezar û yek Șevê“ yên Rojhilata avîn e kevn, „Dêkamêrona“ Covannî Bokaçcoyê Ȋtalî, romanên nivîskarên ewropiya yên sedsalên navîn, wusa jî nivîskarên Rûs û gelên weletê sovêtê xwendin e. Mirov kare vê derheqê da pir binivîse û mînakên barkêș bîne. Ȇrotîzm pirçek jiyana her mirovekî ye. Eger evîn, zewac, ramûsan, hevaltî, helaqettyên mirovan pîroz in, wusane êrotîzm jî tiștekî wusan e. Zargotina me, xazma kilaman da dîdem û gotinên êrotîzmê yê pir hewaskar û bedew hene.
Helbet civaka șûndamayî, oldarî demê da êrotîzmê qebûl nakin. Nenihêrî tiștên ecêb yên êrotîzma vekirî, sêksê hema di nava wê cîvakê da, di bin banên dêr, mizgevt û ciyê pîroz da qewimîne, niha jî diqewimin.
Min çiroka jiyana Covannî Bokaçço xwendiye. Berê, alyê civak-deshilatdar ya wê demê, dêrê û dîndara va Dêkamêroona wî ne hatiye qebûlbûn. Qedexe kirine. Heta nivîskar jî ewqas ji helwesta civakê bêhîvî bûye xwestye destnivîsa xwe bișewitîne, lê pașê civakê ji nivîskar, hûmanîstê mezin frhm kirye, fikira romanê tê gihîștine û eva 7-8 sedsalin Dêkamêron xemlek ji xemla edebyeta cihanê ye.
Bi texmîna min, li nava berhema nivîskar da êrotîzm jî gerekê ciyê pêwîst da bê nîgarkirin, neyê feșkirin, herimandin, ku ew cî berhemê da vala nemîne.
Rola wê ya perwerdê jî heye. Bi raya min her tișt çapa xwe, ciyê xweda bedew e. Ȇdî di berhemên nivîskarên me da mînak tên xanê. Berhemên min da jî mînakên biçûk hene.

Lokman Polat – Pirs : 18– Tu derbarê realîzm, surrealîzm, modernîzm û postmodernîzmê de çi difikirî? Di nav berhemê kurdî de ev cure berhemên li gor van ekolan hene yan na? Dibêjin piraniya berhemên kurdî yên nivîskarên kurdên Sovyeta berê ji ber bandora Sosyalîzmê berhemên realîzma civakî ne. Gelo weha ne? Tu di vê mijarê de çi difikirî? Di berhemên edebî yên kurdî de bandora kîjan ekola cîhanê a navnetewî heye?

Eskerê Boyîk-Bersîv: Edebyeta cihanê, rêya xweye dewranan da gelek pêngavên (êtap) cûrbicûr yên pêșdaçûyînê û xweguhestina ra derbaz bûye. Cûre, rêbaz û meremên edebyetê jî rewșa șaristanyê, bûyar û dîroka demê, bawaryê, netewetyê, pêșdaçûna civakê ra girêdayî hatine guhestin. Șexsyeta nivîskar, șureta wî ya nivîskaryê û ew admosfêra ew nav da jîyaye (sinifî, sîyasî, sosyalî) rola mezin lîstîye.
Ji sedsala 17 an, mêtoda efrandaryê di edebyetê da, bi giranî kilasîzîzm bûye, kijan nava edebyeta firansîyayê ya wê demê da hukumdar bûye. Ev ew dam e, ku nava dîrokê da guhertinên bingehîn çê dibin. Xelkên welêt êdî ji civaka fêodale șûndemayî ya xwebilindîtinê, arîstokiratîya riziyaye xwerazî, vala aciz bûbûn û li ser bingeha gîhandina hev wê civaka perçebûyî padșatîke yekgirtî, xurtr ava dikin. Hinek guherîn pozîtîv dikevin nava civakê û mafên mirovan. Edebyet jî dibe piștgir û berdevkê wê hukumdarya nû. Ev rêya edebyetê zûtirê lî welatên Ewropayê, Rûsiyayê û gelek welatên cihanê jî belav dibe. Çiqas ev hukumdarî aliyê hinek hiqûqên civakî û rastyan da pêș bû, lê bere bere alyê wê yê nêgatîv, rêaksiyon, neheqî jî xwe di civakê da nîșan didan, dewiya sedsala 18 an edaebyetê da dest bi dewrana Romantîzmê, Sêntîmêtalîzmê û pey ra jî dewra rêalîzmê bû. Niha edebyeta cihanê bi gelek cûre û rêbazên rêalîzmê pêșda diçe.
Efrandinên nivîskarên me yên Kurdên sovêtê, ji „Șivanê Kurmanc“ ya Erebê Șemo dest pê bûyî û yên pey ra hîmlî bi rêbazê rêalîzma sosîyalîstiyê ne.

Lokman Polat – Pirs : 19 – Tu kîjan nivîskarên kurd nêzikê xwe dibînî û ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?

Eskerê Boyîk-bersîv: Ji min ra ciyê kêfxweșiyê ye ku ordîke mezin nivîskarên me yê bi șuret, welatparêz, zanê çand û edebyeta cihanê meydana edebyeta kurdî da sekinîne, Ez nava navêjim lê wek xwendevanekî bi destanînê wan gelekava kubar dibim… Xeysetê min e kîjan pirtûk nivîskarên me bikeve destê min bi xemxurî dixûnim. Heyf pirtûkên nû neșirbûyî destxistin yê weke me ji welêt dûr ra dijwer e. Bazara edebyetê çê ne bûye. Bi xweșbînîke mezin ez bawarim zûtirekê edebyeta kurdî wê nava edebyeta cihanê da ciyê xwe yê layiq bigre.

Lokman Polat – Pirs : 19 – Niha li ser çi dixebitî? Di nêz de berhemeke nû heye an na? Di pêşerojêde dê kîjan berhema te bê weşandin?

Eskerê Boyîk- bersîv: Vê dewyê, bi alîkarya hinek heval xêrxwezan gelek berhemên min yên bi sala neweșandî diman, min nikaribû biweșenda, hatin weșendin. Ez sipasya wan dikim. Niha li ber weșenê ye pirtûka „Bîranînên min“
Romana „Ȇșa Sengalê“ ber dewyê ye. Nivîsên mine newașandî hene. Nivîskarên weke min ra weșandina berheman dijwer e.

Lokman Polat – Pirs :20 – Gotina te ya dawî…
Eskerê Boyîk: Sipas ji bo vê Hevpeyvînê. Sipas ji bo keda te ya edebyetzanyê ya mezin. Ez edebyeta gelê me ra serkeftinê dixwezim.
Lokman Polat – Spas ji bo bersîvên te.

Eskerê Boyîk
e.boyik@web.de
12.02.2024

Derbar Çand Name

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply