Fermana Kuştina Şihabedînê Suhrewerdîyê Feylesofê Kurd

Suhrewerdî demekê derketiye geşt û gerên dûr û dirêj, di wê navberê de li Îranê, Diyarbekir û Enedolê rêwitiyê kiriye û di dawiyê de li Sûrî, xwe gihandiye bajarê Helebê. Heleb wê demê di bin serweriya Zahîrê kurê Selahedînê Eyûbî (Sâlah ad-Din al-Eyyûbî) de bû. Zahîr, bi xweşî pêşwaziya wî kir û jê xwest ku beşdarê civînên ilmî bibe. Bi jîrîtî û zanîna xwe, Suhrewerdî di demekê gelek kin de baş hate naskirin û navdar bû. Lêbelê, hinek alimên wê demê gotine ku ramanên wî, li dijî şerîetê ne.

Zahîr, ewilî wî diparast û xwedî lê derdiket. Piştre, dijminên wî çûne cem Selahedînê Eyûbî û giliya wî kirine û gotine ku xelkê ji rêya dîn derdixe. Li ser vê yekê Selahedînê Eyûbî, fermana kuştina Suhrewerdî dide kurê xwe Zahîr û di sala (H) 587 (M) 1191an de Suhrewerdî li Helebê tê kuştin. Li gor rîwayetekî dibêjin ku Suhrewerdî, nexwestiye ku bi darvekirinê were kuştin. Piştre li ser daxwaza wî, wî bêxwarin, bênan û bêav dihêlin û piştî demekê Suhrewerdî ji birçîtiyê dimre. Piştî mirina wî, hinekan bi xirabî û xerezî behsa wî kirine û hinekan jî, bi başî behsa wî kirine û gotine ku ew welî ye.’

Ali Gurdilî
Çavkanî: ‘Suhrewerdî û Felsefeya Îşraqî’ Prof. Dr. Îbrahîm Agah Çubukçu

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply