Zimanê Dayîkê

Roja Zimanê Dayîkê bi coş û kelecan di hemû dinyayê de her sal di 21ê Sibatê de tê pîrozkirin. Divê em Kurd, ji ber ku balê bikişînin ser girîngîya zimanê dayîkê pîrozbahîyên vê rojê xurt bikin. Di hemû qadên jîyanê de zimanê xwe bikarbînin û zindîtî û dewlemendîya zimanê xwe berdewambikin.

Ziman mora kesayeta netewan e. Xênjî zimanê dayîkê, netew bi bawerî, bi kevneşopî û çandên xwe ji hev tên cudakirin. Her wiha bi ziman jî van nirxên pîroz tên neqilkirin. Yekbûyîna netewan bi ziman pêk tê û di nav hêmanên ku kesayeta netewan kifş dike de ya herî girîng û bingehîn e. Kesayetên netewan bi zimanên ku bi hev re qisedikin û bi hîs û ramanên ku bi hev re parve dikin, derdikeve holê. Ziman nebe, meriv nikare behsa hebûna civakan û netewan bike. Bi taybetî, hebûn û tunebûna netewan pê tê pîvandin. Çêbûn û pêşveçûyîna civakan de roleke mezin dilîze. Netew bi zimanê xwe çand, wêje, dîrok û hunerên xwe bikar tînin û ji piçûk û pêşerojên xwe re van tiştan wek mayînde dihêlin.

Ziman yekemîn alava ragihandinê ye. Wek aqil merivan ji heyînên din cuda dike. Meriv pê difikire û qise dike. Eger meriv zimanê xwe di nav malbat û civakê de bikar neîne di jîyana merivan ya rojane de pirsgirêkên ragihandinê derdikeve holê. Bi rastî meriv bi zimanê xwe yê dayîkê ragihandinek baş pêk tîne û ji hev fehm dike.

Hetanê roja îro, di şert û mercên dijwar de, di nav bê pergal û bê derfetan de, me zimanê xwe parastîye. Lê belê, ji bona zindîtî û pêşxistina zimanan, sosyalizasyona kesan û çêbûna hişmendîya civakan, perwerde dezgeha herî pêwist û girîng e. Perwerde nebe zindîmayîna zimanan pêkan nabe. Ji ber ku em zimanê xwe zindî bihêlin û biparêzin divê em jê re rêya perwerdeyê vebikin.

Ji ber ku me Kurdî û kurdewarîyê bi zimanê xwe parastîye, zimanê me ji bona me xezîneyeke pîroz e. Meriv bi zimanê xwe exlaqê xwe, kevneşopîyên xwe, bîranên xwe bi kurtasî bîra xwe ya civakî tîne ziman û diparêze. Eger zimanê dayîkê jibîr bibe, civak û netew jî jibîr dibin û winda dibin. Ji ber vê yeke divê em ji bona hebûn û tunebûna netewî zimanê xwe di hemû qadên jîyanê de bikar bînin. Her wiha pêwiste ku meriv ji bona parastin û zindîmayîna ziman bixebite û tevbigere.

Bi alîkarîya zimanê dayîkê civaka me, her wiha çand, dîrok û kevneşopîyên me tên parastin. Eger zarokên me di binê bandora zimanekî din de bimînin, ji kesayetên xwe dûr dikevin û asîmîle dibin. Windabûna ziman windabûna nasnameya merivan e ! « Kesên ku zimanê xwe winda bike, ew winda ye. » G.P.

Zimanê me zimanekî dewlemend e. Devlemendîya zimanan jî bi berhemên kevn yên dîrokî, bi jimara bêjeyan û merivên ku wî zimanê qise dikin, her wiha bi berfirehîya erdnîgarîya ku li ser tê qisedanê tê wezinandin. Bi gorî van pîvanên hanê di gellek lêkolînan de dewlemendîya zimanê me derketîye holê. Bi dewlemendî û bi rêzik û qeydeyên xwe yên taybet, di binê bandora çand û zimanê bîyanî de hatibe qedexekirin û ji nivîs û xwendinê bêpar mabe jî, hetanê îro li ser xwe û wek xwe maye.

Em xwedîyê wêje, çand û şaristanîyek bêhempa ne. Di dîrokê de, kesayetên me yên ku bi berxwedan, berhem û xebatên xwe cî girtine he ne. Divê em hemû Kurd, ji van kesayet û pêşengên ku rêya me ronî kirine, sûdê bigirin û di rêya wan de bimeşin.

21ê Sibatê « Roja Zimanê Dayîkê » ye. Lê belê, divê ji bona me Kurdan, her rojên Xwedê bila bibe roja zimanê me. Pêwiste ku em di hemû qadên jîyanê de, di dibistanan de, zanîngehan de û di  rêxistinan de zimanê xwe biaxivin û ji bona zindîmayîna ziman, çi ji destê me were bikin ! Her wiha bi vî awayî jî li dijî mêtingerî û asîmîlasyonê bisekinin.

« Roja Zimanê Dayîkê » li hemû kesên ku ji zimanê xwe hez dikin û diparêzin û li yên ku ji bona azadî û wekhevîyê têkoşîn dikin, pîroz be !

Nasır KEMALOĞLU

Derbar Çand Name

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply