Tag Archives: Pirtûk

Hezîran, 2022

  • 1 Hezîran

    Hespa Ronahiyê

    Qedera min a reş, bûye kulmek ax û kêlîyek axîn, bi gepira min ve girtîye û bernadeye. Li ber çavên min dinya tim reş e, dizanim ew dîyariyê te ye, reşbûna te ye.  Dinya bûye bîzotek agir û ketiye stûya min, qet tebata min nîn e, duayên dayîka min bi min negehîşin, şîretên bavê min bi min nekin. Li ser …

Gulan, 2022

  • 8 Gulan

    Ji Weşanxaneya Na Pirtûkek Nû – Hêma

    Ji weşanxaneya na pirtûkek nû  “HÊMA-Rasterast evîn e ev…” Derket Berhema ku cureyê wê helbest e, ji helbesteke dirêj a pexşanî pêk tê. Pexşan bi alîterasyon û asonansan, bi dubarekirina peyv û hevokan tehmeke ji helbestê jî helbesttir dide xwendevanan. Di pirtûkê de sê beş hene lêbelê her sê beş jî li ser esaseke helbestekê amade bûne. Naverok bi temamî …

Nîsan, 2022

  • 24 Nîsan

    Bi Firehî Şertên Îmanê

    Ruknê Îmanê yê Yekemîn:  Bawerî anîna bi Xweda ye. Xweda yek e û heq e. Hevalê Xweda, hogirê Xweda, alîkarê Xweda, şêrîkên Xweda tunin. Erdu asîman afirandiye yê nav wan de jî, afirandiye bi tu tişt Xweda re veşartî nîne. Agahtariya Xweda jî her tiştî heye; Bîrkirin, razan w.d… Xweda re tunin, hukumdarê erdê û asîmana jî Ew e. Xwediyê …

  • 9 Nîsan

    Xalis Misewer û Pirtûkek Nû

    Vê carê jî, mamoste (Xalis Misewer), pirtûkxaneya kurdî bi vê pirtûka xwe ya nû: (Li Rojava Nerînek Rexnesazî li Xwenasîna Netewî di Helbesta Kurdî de), dewlemend kir û cihekî vala têde li gor zanîbûna xwe di rexne û nirxê helbesta kurdî de li Rojava zelal kiriye.. Ev pirtûka wî, ji bilî pêşgotina wî, li ser zîlana van helbestvanên kurd li …

Adar, 2022

  • 17 Adar

    Mehmet Guzeler: Folklora di kitêba min de zengîniya gelê kurd e

    Xebata Mehmet Guzeler ya 10 salin li ser dixebitî bi navê ‘Folklora Qerejdaxê’ hat amadekirin. Kitêb ji Weşanxaneya Nûbiharê hate çapkirin. Mehmet Guzeler dibêje; “Folklor zengîniya gelê kurd û zimanê kurdî ye. Tiştên ku dê bi rîspiyan ra here gorê, me ew ji ‘mirin’ê xilas kirine, me kirine bin qeydê.” Li gorî ragihandina Alan Dundes peyva ‘folklor’ê cara ewilî di …

  • 14 Adar

    Sînem – Evîna Feqiyê Teyran û Sînemê

    Dema ez navekî nivîskarek jin li ser pirtûkek kurdî dibînim gelek keyfa min tê. Bi taybetî jî nivîskarên jin ên ku roman dinivîsin hîn pirtir bala min dikşînin. Hetanî niha çi romanên kurdî ên romannivîserên jin derketine min kiriye, xwendiye û li ser gelekan gotar nivîsiye, şîrove kiriye, nirxandiye. Dema min navê Xanim Gulîstan Çoban li ser romana bi navê …

Hezîran, 2021

  • 19 Hezîran

    Divê em navên xweş û bi wate bidin zarokan

    Nav ji bo zarok pir girîng e, divê em li ser navê wan baldar bin. Li hin beşên civaka me, navên zarokan bi rihspiyên rêzdar têne danîn. Bi vî rengî, zarok têne teşwîq kirin ku mîna kesên ku navê wan lê hatine kirin tevbigerin û bi gelemperî taybetmendiyên wî kesî qebûl dikin. Lê îro, malbat gelek caran ferhengan tevlihev dikin …

Sermawêz, 2021

  • 29 Sermawêz

    Wergera Pirtûkên Tirkî Ji Bo Kurdî

    Ji bo pêşveçûna çand, edebiyat û zimanê neteweyan werger rolekê gelek girîng dilîze. Hinek zimanên qels ji xêra wergerê re îro bûne zimanên dewlemend. Parêstvanê doza netewa kurd û dostekî dilsoz ê gelê kurd rêzdar Mamoste Îsmaîl Beşîkçî du nivîsên hêja li ser edebiyat û zimanê kurdî nivîsiye. Wî herdu nivîsên xwe de jî rastiyê aniye zimên. Wî di nivîsa …

  • 10 Sermawêz

    Nivîsa li ser pirtûka “Gogerçîna Perbiçîn a Mehmet Oncu”

    Gogerçîna Perbiçîn A Mehmet Oncu   I-Berf We tu caran bihîstiyê ku berfê bi denga xwe yî ziravik û tenik, spî û spehî sitran gotiye. Lê di Gogerçîna Perbiçîn de berf sitranê xwe distrê, yên guhberfîn, denga sitranê berfê dibihîzin.   Beşa I. Di bin berfekê bêserûber de Stiya S ji hevalên xwe vediqete û riya xwe şaş dike. Stiya …

  • 9 Sermawêz

    Pirtûkeke Nû: “Palmyra’ya Bedew”

    Ev roman li ser evîna nivîskarekî kurd û keçeke çerkez e. Ji weşanxaneya Na yê nû derketiye. Nivîskarê pirtûkê Edebiyatvan û Rexneker Lokman Polat e. Ji pirtûkê; Wesfeke jinên çerkezan jî ev e ku pir rind in û seksî ne. Gelek însanên ji miletên din ji ber rindiya wan bi wan re dizewicin. Hinek kurdên rewşenbîr jî, herwekî Memdûh Selîm, …