Ji Weşanxaneya Na Pirtûkek Nû – Hêma

Ji weşanxaneya na pirtûkek nû 
“HÊMA-Rasterast evîn e ev…” Derket

Berhema ku cureyê wê helbest e, ji helbesteke dirêj a pexşanî pêk tê. Pexşan bi alîterasyon û asonansan, bi dubarekirina peyv û hevokan tehmeke ji helbestê jî helbesttir dide xwendevanan. Di pirtûkê de sê beş hene lêbelê her sê beş jî li ser esaseke helbestekê amade bûne. Naverok bi temamî evîn e lêbelê di nav vê evînê de hesret, feqîrî, bêriya zarokiyê, bajarên cuda, jiyanên ji rêzê, modernîteya hemdem û gelek îmajên din ketiye nav rêzikan. Helbest ji çar beşan pêk tê: “rasterast evîn e ev”, “rasterast birîn e ev”, “rasterast nalîn e ev”, “çend zêmarên ji bo porên Hêmayê”. Bi van beşan Demir behsa destpêk û dawiya eşqeke dirêj dike. Di pirtûkê de Hêma navê keçeke Soran e.

Ji ber ku di rûpelên pêş de jî hatiye nivîsandin, diyar e ku ev helbest di navbera salên 2013-2021’an de
hatiye nivîsandin.

Demir bi vê pirtûkê îmajên cuda bikar aniye û helbest bi şêwazeke nû afirandiye. Di vê berhemê de
helbest car caran bi terzeke îronîk, car caran bi îfadeyên şîzofrenîk hatiye nirxandin. Herwiha Demir di gelek beşên helbestê de bi zimanekî “dînan” gotina xwe honandiye. Tiştekî cuda jî ev e ku di rêzikan de peyvên herêmî yên Serhedê derdikevin pêş me.

Helbestkar; ne zimanekî ku di wêjeyê de “serdest”, zimanekî ku term û gotinên Serhedî dihewîne bikar aniye. Hêma di hin beşan de bi qasî
gotina dengbêjekî sade û sivik, di hin beşan de jî bi zimanekî giran hatiye nivîsandin lêbelê helbestkar
ji bo helbest herikbar be gelekî xem xwariye.

Ji pirtûkê;
Ez ku birevim ez ê çiya bi çiya ber bi te va werim! Ez ê bi dengê xwe ‘ezmên biqelişînim
li te bigerim Hêma! Ez ê porê xwe verojim, ez ê jehran bikojim, bikujim ez ê Hêma, ez ê
behran bikujim!

Lê ez êdî ne mêr im. Êdî baskên min bi min ve dizeliqin. Kenogirî dibim gava libên
hinareke sor belav dibin. Li tev deveran belqitiyê kulê me ez. Dergistiya min a mirinê ye êdî
jiyana li ser milên min.

Tûûû tûûûû!
Min heft salan da bûkekê
Ew jî çû bû yara xelkê…
Divê vebêjî Hêma
Ji bo min wê çîrokê;
rasterast nalîn e ew.

Hêma
Helbest
Nivîskar: Kamuran Demîr
54 rûpel
2022
Weşanên NA

Derbar Çand Name

Check Also

JI EHMEDÊ SEDEF DU ROMANÊN JÎRÎ ÇÊKIRÎ

Ev roman, berî ku jîrên çêkiri bi her ewayî bikeve nav jiyana me di sala …

Leave a Reply