Hespa Ronahiyê

Qedera min a reş, bûye kulmek ax û kêlîyek axîn, bi gepira min ve girtîye û bernadeye. Li ber çavên min dinya tim reş e, dizanim ew dîyariyê te ye, reşbûna te ye.  Dinya bûye bîzotek agir û ketiye stûya min, qet tebata min nîn e, duayên dayîka min bi min negehîşin, şîretên bavê min bi min nekin. Li ser tirba xwe diçim û têm, dinyayê û tarîyê, tarîya dinyayê dipîvim. Mirin hîç ewqas pîroz nebû, jîyan hîç ewqas pûç û vala dernektibû.

Kulîlkên hiznê dibarin di ser min de. Çîçekên elemê digerin di tamarên min de. Xwîna min dîsa asî ye, dîsa hare, dîsa bi hewate. Tarî bi însanbûnê min sûcdar dike û bi şahidiya mirinê destên min kelepçe dike. Rizgarî çi bû? Yanî azadî, di navbera çar dîwaran de, di navbera çar zordaran de. Xellacê Zalim gora xwe diguherîne di stûya min de, bi tarîyeke din, bi şiklekî din, bi dojehekê din.

Bi serê tilîyên lingên xwe digerim, diçim û têm. Bi serê tilîyên lingên xwe dest bi rojê dikim û rojê dişînim ava. Bi serê tilîyên xwe roniyê pîroz dikim, tarîyê dipejîrinim.

Kevir dibarin di ser xewnên min de. Kevirên hûr û biçûk, kevirên teyrên Ebabîlî.

Bi tarîyên nediyarî, bi tarîyên nehênî, bi tarîyên bênasname xeyalên min di stûya min de tên xware. Qûbe na welatekî biharê ya asûde ye. Qûbe tu caran nebû welatekî biharê ya asûde. Ne qûbeyek min bû ne jî welatekî min a biharê ya asûde. Tarîyê bi gepira min ve girtîbû û hîç bernadibû. Dinya li ser gepira min dizivirî. Tenaşo li ser gepira min danî bûn. Qiyamet di gepira min de diqewîmin.

Dinyayê wan û valahîya min. Tenaşoya min û hîçbûna wan û qiyameta me hemûyan,  cumle mexlukatan, hemû ruhberan.

Stêrk bi qêrînên min dihesin û ez çavên xwe dı tarîya fezayê de vedikim. Ku di jîyana min a kin û kurt de şûna stêrkan cûda ye.  Min bi çavên filozofan li stêrkan dinêrî û bi dilê pêxemberan di derheqa stêrkan de difikirî.  Her ku min çavên xwe ber bi fezayê dikir fîlozofek dixûricî ji awirên min de,  hezar peyvên pêxemberî dinuqutin dilê min.

Û taveheyv, neynikekê şikestî ya hemû sal û demsalên min,  ya hemû ûmr û jîyana min.  Min bi benê tarîyê hespên şevê, bi singên sibehê re girê dida, lê hewldanekê beyhûde bû. Rişmên hespên şevê di destên min de û singên sibehê di dilê min de diman. Carekê tarîyê kona xwe di ser min de dagirtibû, bi pencêyên xwe gepira min girtîbû.

Min dizanî ewil ronahî hebû. Ronahîya Xwedê, ronahîya rehma Xwedê, ronahîya hebûna Xwedê. Ez benda Hespa Ronahiyê bûm.

 

Faik Öcal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply