Divê em navên xweş û bi wate bidin zarokan

Nav ji bo zarok pir girîng e, divê em li ser navê wan baldar bin.

Li hin beşên civaka me, navên zarokan bi rihspiyên rêzdar têne danîn. Bi vî rengî, zarok têne teşwîq kirin ku mîna kesên ku navê wan lê hatine kirin tevbigerin û bi gelemperî taybetmendiyên wî kesî qebûl dikin.

Lê îro, malbat gelek caran ferhengan tevlihev dikin û navan li zarokên xwe dikin, peyvên ku kes wateya wan nizane. An jî ew di wê demê de navê lîstikvanekî popê an lîstikvanê futbolê yê populer li xwe dikin. Mesela, Kaya “gelekî xurt” e, Ece jî wek “qralîçeya spehî” ye. Lêbelê, dibe ku çêtir be ku em navê zarokê xwe li ser navê kesek girîng di dîrokê de an mezinek di malbata xwe de lê bikin, ne ji navên yekta û dengdar.

Ger dapîra me di nav civakê de kesekî bi hurmet û heyran bûye, em navê dapîra xwe li keça xwe dikin. Mirov bawer dike ku zarok xwedî taybetmendiyên kesên ku navê wan lê kirine hene. Navê zarokê me bi navê endamekî malbata me yê hezkirî û jêhatî dikare wî di jiyanê de gavekê pêşda bide destpêkirin.

Bavê min her tim ji min re digot ku navê doktorê alîkar û hezkirî yê bajarê me li min kiriye. Mîna ku min ev yek wekî armancek binehiş qebûl kir û hewl da ku bibim wekî doktorê ku navê min lê hatî kirin.

Ji her du birayên min yekî din navê kalikê me yê ezîz û qedirbilind ê herêmê ye û yê din jî navê xanê tirk ê navdar Oguz e.

Navê zarokê me bi navê kesekî navdar ê ku wek agirê kibrîtê dibiriqe, nayê wê wateyê ku ew ê xwediyê taybetmendiyên wî/ê kesê navdar be. Li şûna navên populer, ku bi gelemperî hilberên modayê yên demkurt in, werin em navê kesek navdar û xwedî taybetmendiyên heyranok wekî navek ji bo zarokê xwe hilbijêrin. Navên wekî Fatîh, Meryem, Ayşe, Hatîce, Elî wateyên xweş derdixin holê; ji ber ku ew ji kesên ku kamilbûna tevayî nîşan didin.

Dema ku hûn navê zarokê xwe lê dikin divê hûn ji van tiştan dûr bisekinin;

* Navên ku li cinsê dijber hatine kirin nedin wan. Tevliheviya ku ew ê di tevahiya jiyana xwe de pê re rû bi rû bimîne dê zarokê me aciz bike û wî bixe nav rewşên dijwar.

Dîsa divê em ji navên ku henekê xwe bi wî/ê navê tê kirin û riswa dikin dûr biseknin.

Bila navên nenas û bilêvkirina wan dijwar neyên hilbijartin.

Wergera Pirtûkê;

Ruhen we Bedenen Saglikli Çocuk Yetîştîrmek Prof. Dr. Sefa Saygili

Werger: Firat Bawerî

Derbar Çand Name

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply