Bi Firehî Şertên Îmanê

Ruknê Îmanê yê Yekemîn:  Bawerî anîna bi Xweda ye. Xweda yek e û heq e. Hevalê Xweda, hogirê Xweda, alîkarê Xweda, şêrîkên Xweda tunin. Erdu asîman afirandiye yê nav wan de jî, afirandiye bi tu tişt Xweda re veşartî nîne. Agahtariya Xweda jî her tiştî heye; Bîrkirin, razan w.d… Xweda re tunin, hukumdarê erdê û asîmana jî Ew e. Xwediyê roja axretê ye.

Rukne Îmanê yê Duyemîn: Bawerî anîna bi ferîştiyane ( melaîke ) Xwedê ferişte ji nurê afirandiye, çawa mîrov heriyê afirandiye taîfa cinna agirekî xwe afirandiye, ferîşte ji nûrê afirandiye. Ferîşte, Ji gotinê Xweda nikarin derkevin der. Xweda ji wan re çi emirkiriye wî şuxulî dikin. Hejmara wan Xweda dizane, tu kes hejmara wan nizane. Wêkî mirovan xwarin û vexwarin ji wan re tunin. Razan, wastandin, zewac, ji hevdu zêdebûn, tîbûn û birçîbûn ji wan re tunin. Xweda çi emir ferman bike wî tînin cîh. Çar ferîştiyên mezin hene. Naskirina deh ferîşteyan ser misilmana wacib e.

Cebraîl: Ji çar ferîşteyê mezin a yek jê re Cibrîl tê gotin. Qur’ana ya ezîmuşşan de vî navî sê cîha derbazdibe (el bakara 2/97-98) (et-tehrîm 64/4) navê Cibrîl Qur’an ê de Ruhul Quddus û Ruhul Emîn jî derbasdibe. Erkê Cibrîl (e.s) nabeyna Xweda û Pexemberê wî de qasîdî ye. Emir fermane Xweda, Pexemberara tîne û Pêxembera pê agahdar dike. Ellah her çar kitêba mezin û sed rûpel wahiy aliyê Cibrîl (e.s) ve ragîhandiye Pexemberan. Taybetî ka Cibrîl ji ewê ku dikare têkeve teşên cûda. Car caran Hz.Muhammed (e.s) re gava wehiy aniye ketiye teşe sehabiyen Pêxember. Dihye el-kelbi. Hz.Pexember (e.s) du cara Cibrîl teşê wî de ditiye, carekî serê wehyî de qevşta hîrayê, cara dudan jî vegerandina Sîdretul muntehayê. Qur’ana ezîmûşşan bi navgîna Cibrîl û Hz. Muhammed (e.s) hatiye vê derbarê de Qur’an wiha fermandike; “(Ya Muhammed) tu jî bo hişyarkirinê Qur’an ji aliyê Ruhul Emîn ve wekî vekirî eşkere bi zimanê erebî daxiste dilête (eş-şura 26/192-195)

Îsrafîl: Ji çar ferîşteyê mezin ya yek e. Ferîşte ya yê pifî sûrê dike. Roja qiyametê bi fermana Xweda, du caran ê pifê sûrê bike xwestina Xweda li erd û asîmana çi hene hemû yê bimirin. Piştî wî dîsa pifê sûre bike hemu yek mirinê yê rabin saxbin (ez-zumer 39/68) pif kirina sûrê ewil jê re tê gotin nefha-î ûla, pif kirina duyemîn ra jî tê gotin nefha-î saniye.Îsrafîl (e.s) ji bo pifê sûrê dike jera tê gotin ferişte ê sûrê.

“ Gava Hz.Pêxember (e.s) hatiye sual kirin Pêxemberê Xweda bersîva wan wisa daye çawa pifî qoçekî bikî (Ehmed b. Henbel) “

Hz. Pexember (e.s) wiha gotiye:“ Îsrafîl sûr girtiye amade ye hêviya fermana Xwedê sekiniye. (Taberî camî’ul beyan, îbn kesîr tefsîr’ul Qura’nil ezîm )

Mîkaîl: Qur’anê de navê ferîşte Mîkaîl (e.s) jî derbas dibe. Qur’anê de Mîkaîl (e.s) vê teşê derbas dibe.

 “ Kî Xweda, feriştey ê wî, Pêxemberên wî Cebraîl û Mîkaîl re neyariyê bike, bizan be ku Xweda jî, neyarê şerînkarane. “  (el-bakara 2/98) Mîkaîl (e.s) ferîştê xweza/sruştê ye bûyerên xweza zel zele, berf û baran, bahar, payîz, zivistan, ba, lewî, bi hemu ev karanan bi emrê Xweda dest Hz.Mîkaîl (e.s) de ne.

Ezraîl: Erkê Ezraîl (e.s) bi fermane Xweda yê ecele wan hatine, ruhê wan distîne navê Ezraîl (e.s) Qur’anê de Melek-ul Mewt derbas dibe

“ Bêje yek bûye karmandarê ser we ye, ferîşte mirinê ruhe we distîne, paşê hûne bêne vegerandin li cem Rebbê xwe (es-secde 32/11)

Munkîr û Nekîr: Ber pirsiyarê gorê ne.

Ridwan: Ew xazinê bihuştê ye.

Malîk: Ew jî xazinê dojehê ye.

Reqîb: Ferîştê yê milê rastê ye. Xêre mirovan dinivîse.

Etîd:Ferîşte yê millê çepê ye. Ew ji gunehê mirovan dinivîse.

Rukne Îmanê yê sêyemîn:Bawerî anina pirtukan e. Bawermend dizanin ku Xweda pirtuk ji bo ronahiya mirovan şandiye. Pirtuk gotinên Xweda ye, tu kesî nenivisiye gotinên mirova nîne kelamê Xweda ye ji bo misilmana zagona bingehîne; Misilmanên bawermend, li gorî Qur’an ê jiyana xwe bi domîne Xwede çar pirtuke mezin şandiye.

Tewrat: Hz.Musa (e.s) ji wî re hatiye.

Zebur: Hz.Dawid (e.s) ji wî ra hatiye.

Încîl:Hz Îsa (e.s) ji wî re hatiye.

Qur’an: Hz.Muhammed (e.s) ji wî re hatiye.

Xweda sed (100) rûpel şandiye  10 Rûpel: Hz.Adem (e.s)ji wî re hatiye.

50 Rûpel:Hz.Şît (e.s) ji wîra hatiye.

30 Rûpel:Hz.Îdrîs (e.s) ji wî re hatiye.

10 Rûpel:Hz.Îbrahîm (e.s) ji wî re hatiye.

Ruknê Îmanê yê çaremîn: Bawerî anina Pêxemberan e. Pêxember qasid in. Qasidê emir fermana Xweda her çi hebin teblixî mirovan dikin. Mirova heqê olî’da, heqê heqîqetê de, heqe Xweda û emir fermana Xweda de agahdar dikin. Gotinên Pêxembera hemu rast in. Riya batil û heq mirovan nîşandidin pênç reng dariya Pexembera hene. Ev reng dariyana taybetmendiya Pexemberanin ji bo Pexemberan ev rengdêrî pewîst û wacib e.

a.Rengderiya yekemîn (SiDQ); Hemu Pêxember gotinên wan rast in û durist in Pêxember derewîn nînin. Tu car derawan nakin. Eger derewan bikin hinge baweriya mirovan hinda dikin. ji bo wî beriya Pêxembertiyê ji piştî Pêxembertiye ji derawan nakin, hertim gotinen wan rast û duristin.

b.Rengderiya duyemîn (EMANET); Pexember ehlê ewlehiyêne. Pexember tu cara emanetê ra bê bextiyê nakin vê derbareda Xweda wusa fermandike

 “ Kêrnê ku pexemberek emanete re bêbextiye bike “ (Alî îmran 3/161)

c.Rengdêriya sêyemîn (ÎSMET) :  Xweda qaside xwe ji gunehan parastiye hemu Pexember jiyana xwede tu car guneh nekirine.Beri Pexembertiya wan ji piştî Pexembertiya wan jî tu car guneh nekirine. Xetane biçuk bikin ji Xweda wan hişyardike. Xeta biçukra tê gotin zelle. Ji Pexember zelle çêdibin yanê xetane biçuk dikin.Pexember serok rêberê mirovanin ji bo mirovanra mînakin.

d.Rengdêriya çaremîn (FETANET) : Pexember mirovne aqilin, jîr û zana nin, ehmêqa Pexember çenabin. Eger Pexember aqil jîr û zana nebin, nikarin vê peyama Xweda raghînîne mirovan, nikarin mirova daxin ser riya rast. Qanî qirina wan ji bo mirova zehmet dibe.

e.Rengdêriya pênca (TEBLÎX):Pexember emir fermana Xweda bê kêmasî radigîhînine mirova. Pexember tu tiştî venaşêrin.

Pexemberê ewil Hz. Adem (e.s) e. Pexemberê dawî Hz.Muhammed (e.s) e. Qur’an-ê da nave 25 Pexembera derbas dibe. Hz.Adem, Hz.Şît, Hz.Îdrîs, Hz.Nuh, Hz.Hud, Hz.Salih, Hz.Îbrahîm, Hz.Lut, Hz.Îsmaîl, Hz.Îshaq, Hz.Yaqub, Hz.Usiv, Hz.Eyyub, Hz.Şuayb, Hz.Musa, Hz.Harun, Hz.Dawid, Hz.Suleyma, Hz.Îlyas, Hz.Elyesa, Hz.Zulkîfl, Hz.Unis, Hz.Zekeriya, Hz.Yahya, Hz.Îsa û Hz.Muhammed (selam û dilovaniya Xwedê li ser wan tevan be).

Ji van Pexemberan pênce wî Pexemberê ûlûl ezmin Hz.Nuh, Hz.Îbrahîm, Hz.Musa, Hz.Îsa û Hz Muhammed (eleyhîmu sselatu wesselam)

5– Ruknê Îmanê yê pêncemîn: Bawerî anîna axiretêye. Yanê roja dawî mirove bimre têkeve qebrê. Jiyana qebrê ra tê gotin jiyana berzex ji piştî wî Hz.Îsrafîl ê pifî sûrê bike.Ê Xweda hezdike der, hemu ruhberê bimrin ji piştî wî hz.Îsrafîl cara sê sî ya pifî sûrê bike, êk mirine tevil rabin bêne huzura Xweda. Mirovên dinêda çi emel kirye, gor emelê xwe ê qebra xwe rabin, meydana mehşerê hevdu bicivin, heq hesabên mirovan bên dîtin. Terazî, mîzan, sirat, hemu heqin mirovên emel Salih ê herne bihuştê. Mirovên gorî gotinên Xweda û Pexember nekirine, êk riya rast da ne çune ehlê gunehkar ji ê herne dojeh ê. Bihuşt jî heqe, dojeh jî heqe. Elemetê qiyametê ra eşrati seet tê gotin. Elemete qiyametê ê mezin û picuk hene.

Deh elemetê qiyametê yên mezin; 

  1. 1– Tav e, tav ji rojava de derdikeve.
  2. 2– Derketina deccal.
  3. 3– Derketina dûman.
  4. 4– Derketina Debetul-erz.
  5. 5– Derketina Yecuc û Mecuc.
  6. 6– Hz Îsa b.Meryem asîmana bê rûyê erdê.
  7. 7– Sê cîha erdê here xwarê meşriq.
  8. 8– Cîhek meğrib.
  9. 9– Cîhek dengava Erebistanê.
  10. 10– Bintara Adenê agireke derkeve.

Hin elemetên qiyametê yê piçûk; 

  1. 1– Eqrebatiyê rabe.
  2. 2– Xwarina riba yê zêde be.
  3. 3– Her heramî û zilmê zede be.
  4. 4– Zînê zede be.
  5. 5– Mirove derewîn bên tesdîk kirin.
  6. 6– Şehadetî ya derewîn zêde be.
  7. 7– Zekat nav malê dinê   rabe.
  8. 8– Reîsê fasik zêde bin.
  9. 9– Nimêj yê kirinê kêm be.
  10. 10– Jin berdan ê zêdebe.
  11. 11– Jin mêr hev nêne naskirin.
  12. 12– Jinê bişibînine mêra, mêr jî ji bişibînine jina.
  13. 13– Avahî yê bilind bin.
  14. 14– Mizgeftê yê bên xemlandin.
  15. 15–Ê pîvanê de bê bextî bê kirin.

Mîzan;Roja meşherê ji bo xêr û gunehên mirovan dipîve. Taybetiya mîzan ewê kû emelê salih û emelê xirab bê kemasî dipîve. Ê emelê salih zêde kiribin mîzanê da emelê wanen salih giran be, ê herne bihuşte. Emelên xirab mîzane da giran be, ê herine dojehê.

“ Ji bo roja qiyametê teraziye dadmendî bê avakirine  wilo tu kesîra ango zere zulm jê re nayê kirin. Giranî ango hebekî herdal bejî emê wî ji bînin derxine holê “ (enbiya 21/47)

Sirat:Pira ser dojehê ye. Şî şûr tûjtire, ji mû ziravtire mirovên salih û mutteqî ser vê pirê bi rehetî bê astengî derbas dibin.

Mirovên gunehkar nikarin ser vê pirê derbas bibin cîhe wan yê dojehê li ku dere be wê têkevine wê derê.

Cennet(BiHUŞT):Mirovên bawerî Xweda, Pêxember û ola Îslamê anîne. Misilmanê yê gorî gotenên Xweda û qaside wî, jiyana xwe bi domandiye cîhê war ên wan in. Ji bo misilmana cîhê xelatê Xweda ye.

“ Bawermendên emelê salih kirine mizgînî bidin wan. Ji bo wan bihuşte çem navda dişkin (hene) “(bakara 2/25)…

Cehennem (DOJEH): Cîhe kafir û misilmanên gunehkar in. Cîhe warê ezabê ye. Kafire wî cîhe yî de bê dawî bimînin. Misilmanên gunehkar, ango gunehê xwe tê de bimînin ji piştî xelasbûna gunehan yê herne bihuşte.

 “ Agirek ji bo kafira hatiye amade kirin xwej wî (agirî)bi parezin’’(alîÎmran3/131)

Mehşer: Roja ferman nav mirovanda hate danîn ji bo hesab û pirsyariye, xelat û cezayê ye. Mirov dine de her çi emel kirye jê bê pirs kirin. Mehşerêda dadgehe ser dadmendî bê avakirin.

 “ (Ew roj ) Pirtûk navendê tê danîn gunehkar ji bo naveroke pirtûkê ditirsin hey wax ji me re ev a çi pirtuke picuk mezin tu tişt nehîştiye hemu çi heye jimiriye rişandiye pêş me. Ewana hemu kirine xwe pêş xwe dibînin Rebbê te tu kesî re zilmê nake. “(kehf 18/49)

6– Ruknê Îmanê yê şeşan: Bawerî anîna qederê ye. Hemu tiştên xer û şer her çi hebe bê îrade Xweda nabe.Her çi tişte qencî û xerabî jê çebin Xwedê riya qenciyê û xerabiyê mirovan nîşandaye. Îrade ka bi cuzî daye mirovan mirov kirine xwe mes’ule. Roja qiyametê ji bo kirinên xwe bê pirskirin. Eger îradeya mirovan tine buya mirov haqasî azad nedubu.

Êw her şeş ruknê îmanê çi kesê ku yek ji wan înkar bike, anjî ji wan hevdu biqetîne bêje eva ras te, evan şaş e, an jî hineka bawer bike, hineka bawer neke bê guman ev mirovan dibe kafir û bê îman dibe. Loma ev her şeş rukin yek in bê hevdu nabin. Bawermend ev şeş rukna qebul dike bê dibe mumin û ehlê îmane.

Melle Mehmet Emîn Can
Dema weşandinê ya di Çandnameyê de: 24.12.2015

Derbar M.Emin Can

Check Also

Rojîname – 28

Ayeta Rojê بِسْمِ اللَّهِ الرَّحْمَٰنِ الرَّحِيمِ اِذَا زُلْزِلَتِ الْاَرْضُ زِلْزَالَهَاۙ 1. وَاَخْرَجَتِ الْاَرْضُ اَثْقَالَهَاۙ 2. …

Leave a Reply