Sînem – Evîna Feqiyê Teyran û Sînemê

Dema ez navekî nivîskarek jin li ser pirtûkek kurdî dibînim gelek keyfa min tê. Bi taybetî jî nivîskarên jin ên ku roman dinivîsin hîn pirtir bala min dikşînin. Hetanî niha çi romanên kurdî ên romannivîserên jin derketine min kiriye, xwendiye û li ser gelekan gotar nivîsiye, şîrove kiriye, nirxandiye.

Dema min navê Xanim Gulîstan Çoban li ser romana bi navê ”Sînem” dît, min di cîde kirî û xwend. Gulîstan Çoban ji navçeya Erxeniya Amedê ye. Wê di dibîstana bilind Unîversîteyê/Zankoyê de beşa ziman û edebiyatê/wêjeyê xwendiye. Wê heta niha pênc pirtûk nivîsiye û weşandiye. Taybetmendiyek wê jî ji folklor, çîrok û destanên gelêrî siud werdigre û çîrok û destanên gelêrî ên kurdî ji nû ve bi giyan/rih û can dike, kiraseke nûjen li wan dike û wan weke roman diafirîne.

Romana wê a bi navê ”Zembîlfiroş”, ”Sînem” û çîroka jînegeriya xanedanê kurd Siltan Selhadînê Eyubî ê kurd , hersê jî weke roman hatine nivîsîn. Lêbelê çi heyf ku wê du roman bi tirkî nivîsiye. Paşê vegeriyaye kurdî û ”Sînem”ê bi kurdî nivîsiye. Digel van hersê romanan wê du pirtûkên helbestan jî nivîsiye. Ez dixwazim vê jî bibêjim; xwezî romana Siltan Selhadînê Eyubî û romana Zembîlfiroş jî bi kurdî binivîsiya. Stran, xezel û qasîdeyên ku di destan û çîroka Zembîlfiroş de têne gotin li zimanê tirkî naquncin. Xweşiya wan xezel, qasîde û stranan ji kurdiya wan tê.

 

Gulîstan Çoban di romana xwe a bi navê ”Sînem” de evîna Feqiyê Teyran û Sînemê rave dike. Roman bi beşa sernavê wê ” Erê şoxê erê şengê” dest pê dike. Wek tê zanîn ev sernav sernavê helbesteka Feqiyê Teyran e.

Feqiyê Teyran di pirtûkxaneya mîrê Miksê de mezin bûbû. Ew di medresan de, di riya îlmê de perwerde dibe. Û ew dibe helbestvanekî jîr û zana.

Ji ber helbesta wê a bi sernavê ”Erê şoxê erê şengê” bû ku Mîr ji Sînem aciz dibe. Paşgotiniyek tê gerandin ku dibêjin dê Mîrê Hîzanê li wî were xezebê. Lewre Sînem bûka Mîr a jinebî ye.

Sînem mîrbanû ye û ew berê bi mîrzadeyekî bereday, xedar û zilimkar re zewiciye. Piştî salan mêrê wê di seydvaniyê/nêçîrvaniyê de ji ser zinarek dikeve xwarê û dimre. Lewre jî êdî Sînem dibe jinebî. Sînem jî bi meraqdarî heşê xwe dide ser îlîm û xwendinê. Ew li pirtûkxaneyê deftera helbestên helbestvanê ku bi av û teyran re diaxife dibîne û helbestan dixwîne.

Rojeke Feqiyê Teyran ji Miksê tê Hîzanê û gel diçe pêşvaziya wî. Sînem jî diçe, ew hevûdu dibînin. Çavên wê û Feqî bi hev dikeve û dilê wan dikeve hev, dibine evîndarên hev. Sînem di dilê xwe de Feqî diecibîne, lêbelê pozbilindî û quretî dike û bi Feqî henek dike.

Di romanê de du karekterên balkêş hene. Yek navê wê Galîa ye û a din navî Marîo ye. Yek xulam e û yek qewraş e. Ev herdu kole bûne. Koleyên Siltanê Osmaniyan Siltanê ku navî Qanûnî Siltan Silêman e, van herdu koleyan wek diyarî dişîne dide mire kurdan.

Feqî evîndar e û ew ji bo evîndara xwe helbesta ”Ey Dilberê” dinivîse û bi xulamê Sînemê re jê re dişîne. Xwarzekî Mîr bi nave Edhem heye. Ew wek Beko Ewan dibe istiriyek di navbera Sînem û Feqî de.

Edhemê Beko Ewan jî dil berdide Sînemê û ji bo ku dizane Feqî û mîr ji hevûdu hez dikin, ew dixwaze Feqî bikuje. Lêbelê qesasê mêrkûj ê ku Edhem dişîne ji bo kuştina feqî, ji ber sedemek feqî nakuje. Çima ew Feqiyê Teyran nakuje? Bila ev jî wek meraq bimîne ku xwendevan (xwendevanê ku vê nivîsa min dixwîne) meraq bike û here romanê bikire û bi tevahî bixwîne.

Di romanê de çîroka evîna Şêxê Senan jî tê qal kirin. Çîrokek gelek balkêş e. Feqiyê Teyran bi zimanê helbestkî çîroka evîna Şêxê Senan nivîsiye.

Ev dibe çar romanên kurdî ku derbarê evîna Feqiyê Teyran û Sînemê de hatine nivîsîn û weşandin.

1 – Ronî War – Feqiyê Teyran – Weşanên Ava.

2 – Lokman Polat – Evîna Feqiyê Teyran – Weşanên Helwest. Çapa -1- Li Stockholm. Çapa duyem de nav guherî bû “Trajediya Evîndaran”  – Weşanên Nas – Stenbol.

3 – Abdulsamed Yigit – Feqiyê Teyran – Weşanên Sara –Stockholm.

4 – Gulîstan Çoban – Sînem – Weşanên Dara – Amed.

Wek tê zanîn berhemeke Feqiyê Teyran bi navê ”Hespê Reş” heye. Di romanên li ser wî hatine nivîsîn de jî navê hespê reş derbas dibe û behsa hesp tê kirin. Dema min vî navî dît biçûkiya min hate bîra min. Pîrejineke cîranê me hebû. Navê wê Zeyno bû, me jê re digot Xaltiya Zeyno. Êdî kal bû. Wê zarokan li dora xwe dicivandin û ji wan re çîrok digotin. Ez bi xwe gelek caran çûbûm û min gohdariya çîrokên ku wê qal dikir kiribû. Di nav çîrokên wê de a herî dirêj û balkêş ku mirov bi meraq gohdarî dikir çîroka ”Hespê Reş” bû. Niha ez difikirim ew jin xwenda nebû, di jiyana xwe de tu pirtûkek nexwendibû. Ji xwe wê dema ku ez biçûk bum li navçeya me, li Licê pirtûkên kurdî jî tunebû. Qalkirina pîrejinê ji ber wêjeya kurdî a gelêrî, folklorîk ku bi devkî dîhatin gotin û dihat ezber kirin ditanine gotin, dihatin qal kirin. Xaltiya Zeydo evîna Mem û Zînê jî ezber ji me re qal dikir.

Destan, helbest û çîrokên kurdî bi qalkirin û rave kirina devkî li Kurdistanê, di nav gelê kurd de belav bubû û ew weke nirxên me ên netewî jîndar mabû. Wêjeya kurdî a devkî gelek xurt e, dewlemend e. Apê min ê ku yek rojek jî neçûbû dibîstanê û qet tirkî nizanibû ji min û zarokên xwe re, ji hemû birarziyên xwe re destana Memê Alan digotin. Dewlemendiya zargotina kurdî bingeha wêjeya kurdî ye.

Piştî van çend gotinên gelemperî em vegerin mijar û naveroka romana Gulîstan Çoban a bi navê ”Sînem”ê. Mîrê xezûrê Sînemê dibe asteng, nahêle ku Feqî û Sînem bigîşin miradê xwe, nahêle ku ew bizewicin û bi hevre şad û bextewar bibin. Mîr ferman dide ku Feqî dûrê Sînemê be, êdî neyê Hîzanê. Mîr hatina Hîzanê li Feqî qedexe dike.

Demeke derbas dibe û ji ber neçariya ku ez ê li vir bahs nekim Feqiyê Teyran bi keçeka navê wê Dilrûba ye re dizewice. Çima ew bi Dilrûba re dizewice? Bersîva vê pirsê jî bi berferehî di romanê de hatiye qal kirin.

Feqî ji Hîzanê dûr dikeve. Demeke dirêj ew û Sînem hevûdu nabînin. Sînem ji ber êşa evîna xwe nexweş dikeve û dimre. Feqî jî diçe ser mezelê wê û digrî.

Piştî mirina Sînemê, halê Feqî xirab dibe, ew perîşan dibe û li dawiya romanê çîroka Marîo û Galîa ku navê wê kirine Gulê tê qal kirin. Çîroka jiyana wan, firotin û koletiya wan jî tam drama ye.

Wek gotina dawî ez vê bibêjim; Ji berhemên Gulîstan Çoban Xanimê diyar dibe ku wê pêşî bi tirkî berhemên edebî afirandiye û paşê vegeriyaye, tercîha xwe bi kurdî kiriye û kurdî nivîsiye. Ev helwesta wê hêjayê pesnê ye. Nivîskarekî din birêz Îlhamî Sîdar jî weha kiribû. Niha jî romannivîsera kurd Suzan Samancî jî weha kiriye.

Romana ku Gulîstan Çoban Xanimê nivîsiye ”Sînem” wek varyanteke din a evîna Feqiyê Teyran û Sînemê ye. Ev jî dewlemendiyeke wêjeya kurdî ye. Di derbarê evîna Feqiyê Teyran û berhemên wî de çiqas lêkolîn bêne kirin (divê ez destnîşan bikim û bal bikşînim ser lêkolîna birêz M. Xalid Sadinî a derbarê Feqiyê Teyran de. Rêzdar M. Xalid Sadinî lêkolîneke hêja kiribû û ew lêkolîna wî di nav weşanên Nûbiharê de wek pirtûk derketibû. Navê pirtûkê “Feqiyê Teyran-Jiyan, Berhem û Helbestên Wî”) û çiqas pir berhemên edebî ên curbecur werine afirandin ewqas baş e, dibe dewlemendiya edebiyata kurdî.

Ez gotara xwe bi çend gotinên balkêş ên di romanê de hatiye rave kirin bi dawî tînim. ”Eşq di çola dil da demsaleke efsûnî ye. Ger pevgihîştin be waha, ger firqet be kerbela ye. Xeyala yarê jî kevirekî pîrozê wê çolê ye ku li ku derê biçî secdeyê, serê xwe bi hesretên hezar salan datînî ser.

Feqî li pêlên ku ji dûr da direvîyan dihatin û serê xwe li kevir û zinarên peravê behrê dixistin, nihêrî. Ma Sînem ewqas li wî hatibû xezebê? Ma çûyina wê bes nebû ku bi serda behr û bejahî, dar û ber, çol û çîya tev dabû agir. Wî qet hay ji hatina biharê nebû. Dinya wek daristaneke şewitî li ber çavên wî reş dikir. Di xewnên xwe da wek pezkovîyekî birîndar ê kal, di nav arî, xwelî û xubarê da bi çîyayekî agirîn ve hildikişîya û carcaran dizivirî û bi dengekî kelogirî dikir qêrîn:

– Sîneeeem! Sîneeeem!

 

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply