Tag Archives: lokman polat

Tîrmeh, 2021

  • 19 Tîrmeh

    Rêzehevpeyvînê Jina (8) – Dîlan Şewqî

    Lokman Polat – Pirs : 1- Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Dîlan Şewqî / Bersîv – 1 – Silav,   ez dîlan şewqî me. Di sala  1970 de li bajarê serê kaniyê li rojava  ez ji dayik bûme. Diya min ji bakure,  bavê min ji başûre. Min xwendina xwe ya sereke li serê kaniyê bidawî anî. …

  • 12 Tîrmeh

    Rêzehevpeyvînê Jina (7) – Bêrî Bihar

    Lokman Polat – Pirs : 1 – Ka pêşî bibêje Bêrî Bihar kê ye? Bêrî Bihar : Ez li gundekî Batmanê, ku bi motîfên olî û eşîrtiyê mişt tije bû ji dayîk bûmê û mezin bûme. Dema ku li zaroktiya xwe vedigerim gelek bûyer têne ber çavên min. Kalê min şêx, bavê min mela bû. Ji bo wan hebûn û …

  • 11 Tîrmeh

    Pirtûka Lokman Polat a Nû Derket! ‘Romanên Kurdî (Rexne, Nirxandin û Analîz)’

    Nivîskarê Çandnameyê Lokman Polat, heta niha li ser edebiyatê gelek pirtûk derxistin, niha jî li ser rexne, nirxandin û şiroveyê romanên kurdî pirtûkekê nû derxist. Pirtûk ‘Romanên Kurdî (Rexne, Nirxandin û Analîz)’ e. Xwendekarekî li ser pirtûka Lokman Polat a nû ‘Romanên Kurdî (Rexne, Nirxandin û Analîz)’ wiha peyam şandiye:  Min ev berhema Lokman Polat ya bi navê ‘Romanên Kurdî …

Gulan, 2021

  • 26 Gulan

    Rêzehevpeyvîn (1) – Rojbîn Ozkan

    PÊŞKÊŞÎ Min bi hinek nivîskarên jin ên kurd re hevpeyvîn çêkiribû, min ê wek pirtûk biweşandana, lê weşanxane pir pere dixwazin loma jî ez nikarim biweşînim. Lê heger di pêşerojê de îmkanên aborî pêk bên ez ê van hevpeyvînan wek pirtûk jî biweşînim. Ez fikirîm weke rêzehevpeyvîn bi jinên nivîskarên kurd re di malpera Çandname de biweşînim. Di derbarê gelek nivîskarên …

  • 8 Gulan

    Paradîs A Lokman Polat

    Edebiyata kurdî û romana fantastik. Evîna wêjeyê û xeyalên derasayî. Dilekî bi hezaran parçeyên xwe ve li vira belawela. Aqilekî bi hezarên rengên xwe ve li wira ber xwe dida, têkoşina xwe dike. Birêz Lokman Polat dixwaze ji edebiyata kurdî jî nivîskarên mîna Edgar Allan Poe, Lewîs Carroll, Jules Verne, Ursula K. Le Guîn, J. R. R. Tolkîen, George R. …

  • 1 Gulan

    Profîla Xwendevanên Kurd

    Gelo kategoriya xwendevanên kurd çiye? Kê pir pirtûkên kurdî dixwîne? Karker, karmend, gundî, xwendevan, esnaf û kategoriyên din çiqas pirtûk, kovar û rojnameyên kurdî dixwînin? Întreseya kîjan kategoriya civakê ji bo xwendina kurdî heye? Kê di qursên ziman yên ku bi fermî vebûn de fêrê xwendin û nivîsîna zimanê kurdî dibe? Ji bo bersîvên pirsên li jor pêwîstî bi lêkolîneke …

Adar, 2021

  • 12 Adar

    KURTEROMANEK NÛJEN ”HANDA”

    Hinek xwendevan dema kurteromanek, romanek ji sed rûpelan kêmtir dibînin, ji wan re ecêp tê. Di serê wan de roman weke tuxla divê qalind be, bi kêmanî sê sed, çarsed rûpel be. Gelek roman hene ku sed rûpel in yan jî ji sed rûpelan hindiktir in.  Bi taybetî jî romanên nûjen yên nivîskarên Ewropiyan di nabeyna heştê û sedûbîst rûpelan …

  • 8 Adar

    Arîstophanes ŞERÊ JINAN (Lysîstrata)

    Arîstophanes ŞERÊ JINAN (Lysîstrata) Wergêr Lokman Polat Weşanên Helwest ISBN: 91-89224-62 -0 Çap: Peknotryck ofsset Stockholm Adres / Navnîşan Lyckselevägen 6. 2tr. 16267 Välingby / Sweden lokmanpolat-1@hotmail.com helwestforlag@hotmail.com lokmanpolat2000@yahoo.se Arîstophanes Arîstophanesê grekî ji vir 2500 sal berê berhemeke şanoyî afirandiye. Piştê 2500 salî ev berhema wî bi kurdî hate wergerandin û di nav weşanên Helwestê de wek pirtûk hate weşandin. …

Hezîran, 2020

  • 2 Hezîran

    Çend gotin li ser ”Çîrokên Rengîn” û “Du Dilî ” ya Lokman Polat

    Di meha cotmehê de pirtûkek Lokman POLAT di weşanên çandnameyê de wek pdf derçû. Polat ji bo pêncî saliya xwe çîrokên ku di pîrtûkên wî yên cur be cur de derçûne kom kiriye û di sala 2007 de li weşanên Helwest forlagê de weşandiye.   Ez jî temenekî dirêj û tijje ji bo wî dixwazim. Polat bi zimanekî ji kompleksa …

Sermawêz, 2020

  • 28 Sermawêz

    SIWARÊ EWRAN

    Min derbarê pirtûka Omer Faruk Baran a bi navê ”Şeveke Îstismar” ku weke roman hatibû weşandin, nirxandineke rexneyî nivîsîbû û rexne lê girtibû. Ew rexneya min di vir de (di malpera Çandname de) hatibû weşandinê. Min di wê nivîsa xwe de gotibû; ew pirtûka 23 rûpel ku nîvê wê jî wêne bû, roman nîn e. Lê, nivîskar û weşanxaneyê wê …