Rêzehevpeyvînê Jina (7) – Bêrî Bihar

Lokman Polat – Pirs : 1 – Ka pêşî bibêje Bêrî Bihar kê ye?

Bêrî Bihar : Ez li gundekî Batmanê, ku bi motîfên olî û eşîrtiyê mişt tije bû ji dayîk bûmê û mezin bûme. Dema ku li zaroktiya xwe vedigerim gelek bûyer têne ber çavên min. Kalê min şêx, bavê min mela bû. Ji bo wan hebûn û nasnameya Kurdî dîsa weke nasnameya olî girîng bû. Piranî jî ji bo bavê min. Wî azan dixwend û Cegerxwîn dixwend.

Pirs : 2 – Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir?

B.B- Li Dibistana Mecanî, ji bo pêşbirkeke helbestan, min jî helbestek bi zimanê Tirkî, bi navê ”Yarin (Sibe)”nivisandî bu. Gelek kurt bu, jibîr nakim:

            Gelecek diyorsunuz bana,

            Gelecegimizsin diyorsunuz,

            Herşey senin için diyorsunuz bana,

            Herşeyimiz senin için,

            Yarinimizsin diyorsunuz bana

            Neden eziyorsunuz beni, karlara basar gibi,

            Yarinsin diyorsunuz bana,

            Yarinsam!

            Neden vuruyorsunuz bana?

Kurdiya wê.

Hûn ji min re pêşerojê dibêjin

Tu dibêjî tu pêşeroja me yî,

Her tişt ji bo te ye tu ji min re dibêjî,

Her tiştê me ji bo we ye,

Hûn ji min re dibêjin hûn sibê ya me ne

Çima tu min dipelçiqî, mîna ku pê li berfê bikî

Tu dibêjî tu sibê ji min re yî

Ez sibê me!

Tu çima li min dixî?

(Wergera ji tirkî Lokman Pola.)

Ez bi vê helbestê bûbûm xwedî xelata yekemîn. Gelek tiştên piçûk vek diyarî min girtî bû û di nava van de defterek jî hebû. Gelek xweşik bû û min demeke dirêj tu tiştek tê de nenivîsand. Heya ku ez hêwirîm û min hêdî hêdî peyvên Kurdî û dûvre helbestan bi zimanê Kûrdî tê de nivisand. Gelek helbestên min yên bi zimanê Tirkî hebûn. Min ew ne wergerande Kurdî ji ber ku ew hestên min î Tirkî bûn. Ji rihê Kurdewarîyê ve lawaz bûn.          

Nemir Cegerxwîn sedema min î nivîsa bi zimanê Kurdî ye. Ev ji zaroktiya min ve bandorek mezin da bû min. Lê tenê weke dengê bavê min di guhên min de digeriya. Heya ku ez bi berhemên wî fêrî xwendin û nivîsa zimanê xwe bûm. Heger ku xweşiyek di Kurdîtî ya min de hebe ew ked a Nemir Cegerxwîn e.      

Pirs : 3 – Hinek nivîskarên kokkurd bi tirkî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Yên kokkurd ku bi tirkî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî ne?

Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (Tirkî, Erebî, Farisî) dinivîsînin çi difikirî?

B.B- Nivîsên Kurdî ku wergerin zimanê Tirkî an jî zimanên din, bi min ew dewlemendiyeke zimanê Kurdî ye û pêwîste jî. An go çand û wêjeya Kurdî wê çawa bê nas kirin û bihîstin. Nivîsên bi zimanê Tirkî di her mercî de hizmeteke ji vî zimanî re ye. Her wuha nivîskarên Kurd ku bi zimanên din dinivêsin di pêşketina zimanê Kurdî de rolekî xwe tûne ne. Ez bi Kurdî dinivêsim. Her çiqas di bihîsim ku tê gotin, Kurdî nayê xwendin û nizanim çi. Ez Kurdim, jineke Kurdim û xwedî zimanekî dewlemendim. Ezê çav vekirî biçim heger ku zarokên  xwe fêrî Kurdî nekim.

Her wuha bi baweriya min dema ku zimanê me bi awayekî bixezeb dihate qedexe kirin wê demê em zêdetir lê xwedî derdiketin û zêdetir Kurdî dihate xwendin. Biha û qîmeteke berhemên Kurdî hebû. Neha em bibêjin zext û zordariya li ser ziman, çand û hûnera Kurdî bidawî ne bûye lê bîstekî nerm bûye. Bi vê nerm bûnê re qedr û qîmeta zimanê me ji hêla me bi xwe ve bi paş ve diçe. Dayîk û bav êdî ne tenê li Amedê di nava hindirê xwe de jî bi zarokên xwe re bi zimanê Tirkî (xwezî Tirkîyeke baş bûna jî) diaxifin. Li derveyê welêt Kurdên din ne tenê bi axavtinê her wuha bi Erebî ji hev hez dikin. Heger dayîk û bav jî vî zimanî neparêzin û fêrî zarokên xwe nekin, berdewamiya zimanê me jî her ku biçe wê bi tûne bûnê ve ru bi ru bimîne. Fêr bûna zimanê zikmakî yên zarokan êdî ne tenê karê dayikan e. Ev zêdetir karê bavan e. Divêt ku em parastina heman tiştî di jiyanê de li ser milên jinan, dayikan nekin. Divêt ku êdî ew kevneşoperestî û zagonên berê yên genî bes ji jinê re bibe bar. Divêt mêr jî di heman deverê jiyanê de bi taybetî li ser zarokan şirîkdarê jinê be. Heger ku zarokek bi zimanê xwe yî zikmakî nizani be bê guman ew zêdetir bi bêalaqiya bav ve girêdaye. Heger ku rewş wuha be, Kurdên ku bi zimanên dagirkeran dinivîsin wê kêm nebin her wuha wê zêde bibin.

Qeşem - Beri Bihar - Kitap | BabilPirs : 4 – Tu digel nivîsîna helbestan, kurteçîrok jî dinivîsî yan na? Gelo tu nafikirî ku romaneke bi kurdî binivîsî?

B.B- Ev demeke dirêje ku ez bi nivîsandina romanekê ve mijûlim. Dawî bûn wê hên dem biajo. Çiqas ez berdewamiya nivîsa romanê dikim, helbest weke kulilkan tê de vedibin û giraniya xwe didin ser milên min. Romana min jî ku bi dawî bibe, hêviya min ew e ku bibe sînarîo. Fîlmek jê derê. Fîlmek evînî, dildarî û bi hest û ramanên jinê tije bûyî…Ewçax ezê gelek kêf xweş bibim.

Pirs : 5 – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

B.B- Bi baweriya min helbesta Kurdî, her wuha wêje ya Kurdî careke din qeşema xwe şikandiye û ber bi bihara dûyemîn ve dimeşe. Îro gelek kes bi Kurdî dinivisîn. Dema ku berhemên Kurdî li pirtûkxaneyan dibînim gelek kêfxweş dibim. Hêvîya min î pêşketina zimanê Kurdî xurttir dike. Weke ku tê dîtin di salên dawî de gelek pirtûk yên kurtçîrokan weşiyan. Ev nayê wê watê kû çîrok di wêjeya Kurdî de pêşketîtir in. Ez vê qelsiyek e weşanxanên Kurdî dibînim. Ew di baweriya ku helbest nayên firotan da ne. Helbest ne yên ku carekê bên xwendin û li alîkî bisekinin. Ez helbestek belkî deh caran dixwînim. Weke stiraneke melodî xweş ku kengê bêrî bikî lê guhdarî bikî. Di dolaba ber serê cîhê min de bi gîştî pirtûkên helbestan hene. Weke zarokên bi lorikan dixew kevîn, ez jî bi helbestan di xewre diçim. Ez weke jinekê bi kêmasiya nivîskarên jin xemgîn dibim. Divêt ku jin nivîsandina xwezahiya xwe bi destê xwe bikin. Mixabin her mêr (!) jinê ji jinê re dinivîse.

Pirs : 6 – Edebiyata kurdî bi tevahî çawa dikare pêş bikeve û dewlemend bibe?

B.B- Nenasîna Kurdî û nivîskarên Kurd li cîhanê bi baweriya min sedema kêmasîya wergerê ye. Berhemên kesên bi nav û deng heger newergeriya zimanê me helbet me yê jî wana nasnekira. Zimanê me gelek kêm werdiger e û kêm berhem werdigerin Kurdî. Ev di hêla nepêşketina zimande hêmanek herî girîng e. Werger dewlemendiya çand, pêşketin û danasîna zimana ye. Ev dan û standina zimanan bi rêya wergerê hest û ramanên mirovan jî nêzî hev dike. Ev têkilî, wêjeyên cîhanê xurt, zimanan dewlemend û geş dike. Divêt zarok xwedî bibin ji bo ku mezin bibin. Nivîs jî divêt bê nîqaş kirin, nirxandin, rexne kirin û ya herî girîng xwedî xwendevan be. Naverok û wateya berhemên wêjeyî  divêt ku tevî jiyana xwendevanan bibe. Xwe di nivîsan de bibînîn û bi bandora wan jiyana xwe bi xemilînin. Sed mixabin, sedî deh ji ramanên berhemekê ku em dixwînin ne keve nava jiyana me yî rojane.

Pirs : 7 – Pirtûka te ya yekem pirtûka helbestane. Li gorê te helbest çiye?

B.B- Ji bo min helbest, reqsa hest û ramanên min e di mêjiyê min de. Ew reqsa peyv û hevokan carînan geş dibe, gur dibe, bilind dibe û helbestek çêdibe. Ez dibêjim mêjiyê min helbestan diwelide. Her wuha helbesta ku tê nivisandin dibe rîtma vê govendê. Armanca min î herî mezin ew e ku bi rêya helbestê vê govend û reqsê fereh û mezin bikim. Helbest ji bo min rêya fêmkirina hest ji hestan, şirîktîya raman ji ramana ye. Helbest, jiyan bixwe ye. Tiştê ku helbest xwedî dikin bûyerên rojene ne, naverok û wateya jiyanê ne. şer e, xebat e, jin e, zarok e, xweza ye, xwarin û vexwarin e, helbest evîn e, dil û dilvîn e.

Çima helbest?

Herkesek ji bo derbarîna xwe rêyek dide berxwe. Rêya min jî helbest e. Tev ji nava kûrahîya jiyana min derdikevin. Ew herdem aliyê min î girane. Weke hêlîneke germe ji min re ku ez herdem lê vedigerim.

Pirs : 8  – Helbestvanê navdar Aragon dibêje : ”Evîna bextewar tune. Evîndar şad û bextiyar nabin.” Dibêjin miradê evîndaran naçe serî. Ji xwe yê ku evînê dike evîna nemir jî nemiradiya evîndaran e. Evîndar bi hevre nacewicin û nagîşin miradê xwe. Lewre jî evîna wan pîroz e, nemir e. Tu li ser evîna nemir çi difikirî?

B.B- Mirin û jiyan gîştê caran berdewamî hev in. Hinek bûyer piştî mirinê dijîn. Hinek jî berî mirinê dijîn. Mirin dibe sînora bûyerên berî xwe û bêsînortiya bûyerên piştî xwe. Ji ber ku mirin ji xwe zêde tûne ye, piştî mirinê dibe nemirtî. Lê nemirtî bi alîyê xwe yî giran bi piranî bi nivîsandine a jî devkî dibe.Wusa ji guh radigehe guh. Nayê ji bîrkirin. Bi vî awayî di hiş û fikrên mirovande çiqas diçe pîroztir dibe. Tiştê ku evînê nemir dike hêz û xurtiya hêstên evînî ne. Ew bi rastî jî ji heman hêstan xurttir in.

Pirs : 9 – Gelo di nav enîya edebiyata kurdî de valahîya rexnegiriya edebî dê çawa bê tijekirin? Dê bi şêweyeke zanîstî rexnegiriya edebî bê pêkanîn?

Masmedia kurdan zêde cih nade danasîna pirtûkên kurdî. Li ser pirtûkên kurdî pir hindik nivîsên danasînê û nirxandinê têne weşandin. Li welatên Ewropayê kovarên ku sirf ji bo danasîn û analîza pirtûkan têne weşandin, hene. Ji bo danasîn û nirxandina pirtûkên kurdî, weşandina  kovareke xwerû bi kurdî ya li ser hîmên minaqeşe û rexneyên edebî pêwîst e yan na?

B.B-Kêmasiya rexnê sedema li paş mayina  nivîs û niviskara ye. Ya heri girîng sedema ne pêşveçûna ziman û çand e. Li welatên din di zanîngehan de beşa rexnegirî heye. Divêt ku ev kar bi zanîn û zanistiyeke bilind bê bikaranîn. Mixabin rexnegiriyeke me yî wusa tûne ye. Rexnegir li gor min divêt ku weke mişkên pirtûkan di pirtûkxaneyan de be. Tahm û bêhna pirtûkan divêt bizane. Rexneyên xwe jî li ser asasên avakirinê divêt bikin. Tahma pirtûkan dibe ku tirş be, şêrîn be, an jî tal be. Divêt ku zimanê rexneyê pozîtîf be. Tirş û taliyan bi teknîka rexnê binivîse. Nivîskar pirtûkek dinivîsîne lê rexnegir çend pirtûk hebin li ser wan dinivîsîne. Ji ber ku ew ji nivîskar zêdetir dinivîsine divêt ku zêdetir xwende û zêdetir zane be jî. Bi rastî rexnegirên me ne ewqas kêm in. Dema li internetê li malperên Kurdî mêze bikî bi dehan kes rexneyan dikin. Lê bê teknîk û bi heqaretî. Nema mirov dil heye ku wana bişopîne. Ji ber ku Miletê Kurd çar parçeye heman ,çand, ziman, wêje û her wuha jiyana wan çar parçe ye. Ew cihêrengiyên mirovên Kurd bîr û baweriyên cihê jî bi xwe re tîne. Gelo ev tê ye wê watê ku heya Kurd bi bîr û baweriyên hev hev dû bin pê bikin wê bi ser kevin?. Ku em ji cihêrengiyên hev hez nekin û bêrêz bin bila tu kes qala yekîtiye neke. Rexnegir  pêwîste nirxên xwe ji heqaretan bi parêze. Divêt nivîskar ji nivisandinê neveqetîne.. Ew lebarbûn  an jî nexweşiya di navbera nivîskar û rexnegiran dajî divêt ku tûne bibe. Divêt ku nivîskar ne bê tirsa rexne bûne binivêse. Divêt ku her dû alî hev û du qebûl bikin. Ji ber ku her du ali jî pêwîstin.

Wêje sê tişt divê: Nivîskar, binesazî û xwendevan. Rêya ku nivîskar digihîjîne xwendevan  bingeh e, binesazî ye (weşanxane, dîzayn, kalîta berheman û ya weşanê, reklam, kovar, rojname û heya pirtûkxanê). Dema ev rê xerab be armanc jî naçine serî. Ev car kes der tên dibêjin ku kesek Kurdî naxwîne, nade û nastîne. Her wuha danasîn û nirxandin jî kêm dibe. Dibe ku derfetên mirovan têr neke ku heman berhemên wêjeyî bişopînin û bistînin, bixwînin. Lê heger kare kî me jî weke kovarekê an jî rojnameyeke ku berhemên nû dide nasîn û têde çend rexnegirên zane kar bikin hebe gelo wê ne baştir be? Gelo qe kesekî me yî dikaribe vî karî bike tûne ye. Kovara Helwest jî vî karî dikare bike. Ne pêwîste ku kovarek an jî rojnameyek derheqê berhemên Kurdî yên nu tevî nirx û rexne, li ser kaxizan biweşe û pirsgirêkên weke belavkirinê û yên dinan derkevin pêşî de. Ka internet çi karî dike? Karekî wuha bi rêya internetê hên hêsantir e. Çend malper hene xweşik kar dikin lê ne têr e. Ji ber ku ew ne malperên xirû ji bo danasîna berhemên nû , nirx û rexna ne. Her wuha ew tenê cîh didine xwe, nas û dostên xwe hembîr û hembaweriyên xwe. Divêt ku edeba wêje û prensîb jî di weşana rexneyande bê parastin. Wêjeya çêr û pêçariyan hên ji min re lûx e. Ji ber ku me bi hezaran wate hene ku li hêviya nivîsandinê ne.

Pirs : 10 – Di nav nivîskarên cîhanê de bandore kîjan nivîskar li ser te heye? Yan jî tu kîjan nivîskarî nêzîkê xwe dibînî? Tu ji berhemên (roman, çîrok, helbest û şano) kîjan nivîskarên cîhanê hez dikî?

 

B.B- Dikarim bibêjim ku heya neha bandora kesekî weke Cegerxwîn li ser min çê nebuye. Ew sedema naskirin û destpêkirina min î zimanê Kurdî ye. Helbesta Osman Sebrî û Tîrêj jî gelek xweş e. Ji pirtûkên Karl May hez dikim. Ji helbestvanên cîhanê, Toon Tellegen, Hans Andreus (hollandî),  Konstantinos Kavafîs, Arthur Rimbaud, Charles Baudelaire, T.S. Eliot û hê ji zaroktiya xwe ve Pablo Neruda nasdikim. Mirov dikare hên vê rêzê dirêj bike. Kêfa min gelek ji ziman û mijarên Baudelaire û Rimbaud û ji Toon Tellegen re tê. Zimanekî zelal û rojane. Lê xweziya min bi wê Kurdiya Cegerxwîn î xweş û dewlemend. Ji ber ku ez zêdetir helbest û berhemên derheqê rêzimana Kurdî de dişopînin. Pirtûkên helbestên Kurdî yên kî bin jî ez bi kêfxweşî wana dixwînim. Ji ber ku ez ji hest û ramanên mirovan hez dikim.

Pirs : 11 – Tu ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?

Hên luxeke min î wuha tûne ye ku ez bibêjim ez ji vî nivîskarê Kurd hez dikim. Ji bilî Ahmedê Xanê, Melayê Cizîrî, Cegerxwîn û rêzdarên din. Ji ber ku em hên keda wan dixwin. Ez ji heman berhemên Kurdî hez dikim. Dema ku me hezar nivîskar hebe evcar dikarim navan bibêjim.

Pirs : 12 – Di pêşerojêde dê kîjan berhema te bê weşandin?

Pirtûka duyemîn ya helbestên Kurdî ji weşane re amadeye. Bawerim heya sê heyvan emê encamek jê bigirin. Her wuha Çavdêriyên Rêwî û çend çîrok jî di bin destê min de ne. Hewl didim ku çend berheman ( Helbest, çîrokên zarokan) Ji zimanê Hollandî biwergerim zimanê Kurdî. Dîsa hewl didim ku helbestên xwe biwergerim zimanê Hollandî. Karekî zor û duvedirêj e. Gelek dem û zanistî dixwaze. Bi hêvî me ku biserkeve.

Spas ji bo bersîbên te.

 

PÊŞKÊŞÎ

Min bi hinek nivîskarên jin ên kurd re hevpeyvîn çêkiribû, min ê wek pirtûk biweşandana, lê weşanxane pir pere dixwazin loma jî ez nikarim biweşînim. Lê heger di pêşerojê de îmkanên aborî pêk bên ez ê van hevpeyvînan wek pirtûk jî biweşînim.

Ez fikirîm weke rêzehevpeyvîn bi jinên nivîskarên kurd re di malpera Çandname de biweşînim. Di derbarê gelek nivîskarên jin ên kurd de agahdarî zêde tune. Ew kê ne, jikur in, çi berhem afirandine û weşandine ez jî û gelek xwendevanên kurd jî, em nizanin. Ev rêzehevpeyvîn ji bo nasîna wan û danasîna berhemên wan pêwîst e. Wek mînak Rojbîn Ozkan Xanim di malpera Çandnamê de dinivîse lê ez nizanibûm ji kure, çi pirtûk nivîsîye. Di bersîvan de jin behsa xwe û pirtûkên ku nivîsîne û weşandine qal dikin. Lewre jî ev rêzehevpeyvîn ji bo nasîna van jinên nivîskar jî baş e.

Gelek nivîskarên jin ên kurd hene, ez nikaribûm xwe bigişînim hemûyan. Yên ku min bi wan re hevpeyvîn çênekiriye, dema vê rêzehevpeyvînan bixwînin dikarin li gor van pirsan bersîv binivîsin û ji min re bişînin. Ez ê wan jî bi dor di malpera Çandname de biweşînim.

Ez ê her hefteyê hevpeyvîna bi jineka nivîskar a kurd re biweşînim û pêşkêşê we xwendevanên ezîz bikim.

Bi hêviya xwendinek baş û xweş.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply