Rêzehevpeyvîn (1) – Rojbîn Ozkan

PÊŞKÊŞÎ

Min bi hinek nivîskarên jin ên kurd re hevpeyvîn çêkiribû, min ê wek pirtûk biweşandana, lê weşanxane pir pere dixwazin loma jî ez nikarim biweşînim. Lê heger di pêşerojê de îmkanên aborî pêk bên ez ê van hevpeyvînan wek pirtûk jî biweşînim.

Ez fikirîm weke rêzehevpeyvîn bi jinên nivîskarên kurd re di malpera Çandname de biweşînim. Di derbarê gelek nivîskarên jin ên kurd de agahdarî zêde tune. Ew kê ne, jikur in, çi berhem afirandine û weşandine ez jî û gelek xwendevanên kurd jî, em nizanin. Ev rêzehevpeyvîn ji bo nasîna wan û danasîna berhemên wan pêwîst e. Wek mînak Rojbîn Ozkan Xanim di malpera Çandnamê de dinivîse lê ez nizanibûm ji kure, çi pirtûk nivîsîye. Di bersîvan de jin behsa xwe û pirtûkên ku nivîsîne û weşandine qal dikin. Lewre jî ev rêzehevpeyvîn ji bo nasîna van jinên nivîskar jî baş e.

Gelek nivîskarên jin ên kurd hene, ez nikaribûm xwe bigişînim hemûyan. Yên ku min bi wan re hevpeyvîn çênekiriye, dema vê rêzehevpeyvînan bixwînin dikarin li gor van pirsan bersîv binivîsin û ji min re bişînin. Ez ê wan jî bi dor di malpera Çandname de biweşînim.

Ez ê her hefteyê hevpeyvîna bi jineka nivîskar a kurd re biweşînim û pêşkêşê we xwendevanên ezîz bikim.

Bi hêviya xwendinek baş û xweş.

Lokman Polat

 

Rêzehevpeyvîn – 1 –
Hevpeyvîn bi Rojbîn Ozkan re

Lokman Polat – Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?, Te kengê û çima dest bi nivîsa kurdî kir?

Rojbîn Ozkan – Ez ji ji gundê Rindalya navçeya Gimgimê bi bajarê Mûşê ve girêdayî ye hatime dinyayê. Malbata min eslê xwe malbatek Şex in. Xwedî îlmê Îslamêne û her veha Kurdperwer in. Min sala 2005 de dest bi nivîsandina Kurdî kir. Min sê salan di kovara Nûbiharê de rûpela zarokan, bi navê Nûbihara biçûkan amade kir. Min heta niha di kovarên wekî Nûbihar, Nûpelda, Heftreng, Peyam û gelek malperên Kurdî de nivîsand. Min du dosye amade kir. dosya edebîyata zarokan û dosya jina Kurd. Herdû dosye jî di kovara Nûniharê de hat weşandin.

Berhemên min:

  • Zarokên heskîfê: Çîrok boy zarokan. Sala 2012. Weşanên Nûbiharê.
  • Stêrkên Behîştê: Lêkolîn. Jiyana Hz. Asîye, Hz. Meryem, Hz. Hacer, Hz. Xetîce, Hz. Fatima û Hz. Eyşe. Sala 2014  Weşanên Nûbiharê.
  • Serê Bajarê Çîrokek. Çîrok boy zarokan. Sala 2019. Weşanên Lorya.
  • Qenevîçe: Çîrok ber çapê ye Weşanên Nûbiharê.

Rola jinê di çand u wejeya kurdî de çiye?

Rola jinan wekî hemû qada jîyanê di edebîyatê de jî gelek girîng e. îro herî zêde behsa jinên avrupayî tên kirin. Lê bi nêrîna min jinên rojhelata navîn ji boy edebîyata klasik têra xwe nayê zanîn taybet jinên Kurd.    dema em li dîrokê dinêrin jina Kurd, di wêjeya kurdî de xwedî roleke taybet e. wekî mînak gelek jinên xanedanîya Eyûbîyan li ser îlmê Îslamê û xebîtîne. Her weha hêjayê gotinê ye ku em navê Mahşeref Erdelanî binîn ziman. Kû wê hîm dîroka Erdelanî nîvîsîye hîm bist hezar beyt/helbest nivîsîye him jî eqîdeya Îslamê nivîsîye. Wekî di mîrektîyên Kurdan de jî gelek jinên ku li ser îlmê îslamê û helbstên klasik xebîtîne em dibînîn. û di edebîyata Nûjen de jî em dikarin bêjin jina Kurd di warê helbest, çîrok û romanê de pênûsa xwe livandîye.

Naveroka roman, cirok u helbestên te zêdetir li ser çi ye?

Min bi edebîyata zarokan dest bi nivîsandînê kir. Yekemîn berhema min; Zarokên Heskifê ji çîrokên zarokan pêk dihat. Hingê mixabin hê Heskif neketibû bin avê. Min xwest ez bi vê çîrokê bala mirovan bikşînîm  ser vê mijarê. Di çîrokê de zarokên Heskifê name ji endamên Unesscoyê re dişand û rê li ber çêkirina bendavê digirtin.

Pirtûka min Stêrkên behîştê jî lêkolînek li ser jinên dirokî en Îslamê ne. Pirtûka min ya sêyemin Serê bajarê Çîrokek mijara wî danasîna deh bajarên Kurdistanê bi rêya çîrokan ji devê zarokek Koçer. Pirtûka min ya dawî ku, niha li ber çapê ye mijar çîrok e. Lê ev ne ji boy zarokan, ji boy mezinan. Nivîsên min jî bi piranî li ser piskirîkên jinan e.

Wek jineke niviskara kurd, astengiyên ku di warên nivîs û nivîskariyê de derdikevin pêşiya te, çi ne?

Heta niha zêde astengî derneketîne pêşîya min. Lê ji ber ku ez bi Kurdî nivîsînim, helbet zor û zehmetîyên wî gelek e.

Edebîyata/wêjeya kurdî ya devkî dewlemen de. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

Tevê ku bi salan e, zimanê Kurdî di bin zext û zilmê de ye. hê nebûye zimanê perwerdehîyê ( li Bakûr )dîsa jî em dikarin bêjin li gorî derfetan rewşa edebîyata Kurdî ya nivîskî  têra xwe baş e. 

Tu roman, cirok u helbesta kurdî bi giştî çawa dinirxînî?

 Li gel hîn kêmasîyan bi giştî rewşa roman helbest û çîrokên Kurdî astek baş de ye. Lê mixabin kêmasîya herî mezin kêmxwendina bi zimanê Kurdî, gelek caran dibe asteng ku rewş pêş ve biçe…

Di dema niha de, tu roman, cirok u helbesta kurdî di çi astê de dibînî, roman, cirok u helbesta nûjen di çi warî de ye?

Li gorî min roman, çîrok û helbestên kurdî bi qelîteya xwe ve ji ên cîhanê ne kêmtir e.

Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

Helbestên klasîk, nav curên edebîyata kurdî de ya herî pêş e.

Edebiyata kurdî bi tevahî çawa dikare pêş bikeve û dewlemend bibe?

Zimanê kurdî heta ku nebe zimanê perwerdehîyê edebîyata kurdî jî nikare zêde pêş ve biçe. Rewşa edebîyata kurdî, bi rewşa ziman ve girêdayî ye.

Di edebiyata kurdî de rexnegirî heye, tune? Heger heye di çi radeyê de ye? Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?

Mixabin rexnegirî di edebîyata kudî de gelek lawaz e. lê divê hebe. Rexne ji boy min gelek girîng e.

Gelo di nav enîya edebiyata kurdî de valahîya rexnegiriya edebî dê çawa bê tijekirin? Gelo dê bi şêweyeke zanîstî rexnegiriya edebî bê pêkanîn?

Divê kesên rexne digrin haya wan bi giştî ji edebîyata kurdî û ya cihanê hebe. Divê rexnegir bêalî be. Bi çavek objektif li berhemê binêre.

Di nav nivîskarên cîhanê de bandora kîjan nivîskar li ser te heye? Yan jî tu kîjan nivîskarî nêzîkê xwe dibînî û xwe nêzîkê kîjan ekola wêjeyî dibînî?

Ez xwe nêzî edebîyata Nûjen dibînim.

Tu ji berhemên kîjan nivîskarên kurd, tirk, faris û arab hez dikî?

Di nav nivîskarên ku min xwendine kesê ku bêjim  bandora wê/wî mam, serî de Nivîskara Kurd gorbihûşt Mahşeref Kurdistanî, nivîskara Misirê Zeyneb Gazelî, Wirgina Woolf nivîskarê Îranî Fettane Hacc Seyid Cevadî, nivîskarê ni eslê xwe cihu lê bûye misilman ji Pakistanê rehmetî Meryem Cemîle, nivîskarên Kurd Gulistan Çoban û Jana Seyda, Mehmet Uzun û Jan Dost hene.

Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (Tirkî, Erebî, Farisî) dinivîsînin çi difikirî?

Ew kesên ku Kurdî nizanibin, bi zimanê biyanî dinivîsînin ji wan re rêz digrim. Bes Kurdbûna xwe inkar neke. Wek mînak Yaşar kemal. Lê kesên ku bikaribin kurdî binivîsînin, divê bi zimanê xwe jî binivîsînin.

Masmedia kurdan zêde cih nade danasîna pirtûkên kurdî. Li ser pirtûkên kurdî pir hindik nivîsên danasînê û nirxandinê têne weşandin. Li welatên Ewropayê kovarên ku sirf ji bo danasîn û analîza pirtûkan têne weşandin, hene. Ji bo danasîn û nirxandina pirtûkên kurdî, weşandina  kovareke xwerû bi kurdî ya li ser hîmên minaqeşe û rexneyên edebî pêwîst e yan na?

Helbet Pêwîst e.

Te qet pirtûkên min xwendiye? Heger xwendiye, kîjan?

Min berhema cenabê te ya bi navê “Nûrheyeta Licê” û “Robîn”  û gelek nivîsên te xwend.

Di pêşerojê de, dê kîjan berhema te bê weşandin?

Pirtûka min ya bi navê “Qenewîçe” li ber çapê ye. Niha jî xebatek li ser antolojîya nivîskarên jin ên kurd amade dikim.

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply