Lokman Polat – Pirs : 1- Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?
Dîlan Şewqî / Bersîv – 1 –
Silav, ez dîlan şewqî me.
Di sala 1970 de li bajarê serê kaniyê li rojava ez ji dayik bûme.
Diya min ji bakure, bavê min ji başûre.
Min xwendina xwe ya sereke li serê kaniyê bidawî anî.
Pênc pirtûkên min yên helbestî hene.
- Ramûsanên sor 1998 li Helebê çap bû.
- Hevdîtina Pêxemberan 2004 li Qamîşlo çap bû .
- Ez tevde pencere me 2013 li istanbolê li weşanxana evesta çap bû .
- Çavên şefeqê vedibin li nirxandinê ye ji bo çapê .
- Çend Helbest ji diya min re amadeye ji bo çapê
Min pênc pirtûk wergerandine zimanê erebî
1 jîn û geriya min ( bîranînên seydayê Cegerxwîn ) li Stokholimê weşiyabû .
Me ew wergerand û li Qamişlo çap bû .
2 pirtûka Amed Arif ( ji hesreta te min pranga kevnar kirin ) ew bi zimanê erebî li Dubayê çap bû di riya sazgeha Sema kurd re .
Hersê pitûkên din bi sedem derfeta kar mine w wergerandin erebî .
3 pirtûka ‘ Ummuhan piçakli ‘ min ew wergerand û li şamê çap bû
4 pirtûka ‘ Ahmed telli .
- pirtûka ‘ Atela îlhan .
Lê min gelek helbestên turkî û erebî wergerandine zimanê kurdî û ew di rojname û kovarên kurdî de bela bûne .
Di sala 2010 de ez hatim Turkiyê û min dest bi nivîsandina romanê kir .
Lokman Polat – Pirs : 2 – Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Berhema te ye pêşîn kîjan e?
Dîlan Şewqî / Bersîv – 2 – -Min di sala 1988 dest bi nivîsandina helbestê bi zimanê kurdî kir
Berhema ewil ; Ramûsanên sor.
Lokman Polat – Pirs : 3 – Hinek nivîskarên kokkurd bi tirkî , arebî, farisî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Yên kokkurd ku bi ttirkî , arebî, farisî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî ne?
Dîlan Şewqî / Bersîv – 3 – Ku mero bi çi zimanî nivîsand ew berhem dibe milkê wî zimanî .
Lokman Polat – Pirs : 4 – Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (Tirkî, Erebî, Farisî) dinivîsînin çi difikirî?
Dîlan Şewqî / Bersîv – 4 – Ez dibêjim ji ber ku rewşa gelê kurd taybete û ew gelekî belav û perçekirye divê ew bi zimanê xwe binivîsînin ji ber ku ziman nasnama gelaye .
Lokman Polat – Pirs : 5 – Tu çi cure pirtûk dinivîsî? Di warê edebî de çi diafirînî? Gelo tu nafikirî ku romaneke bi kurdî binivîsî?
Dîlan Şewqî / Bersîv – 5 – Ez helbestê û romanê dinivîsînim . Şeş romanê min hene 1- li Amedê çap bû ( deh rojan li nexweşxaneya lêkolînê ) Weşanên Name çap kir 2021 2- li pênûsa nû li ser xelekan hat belakirin ( Xatê ) 3- dinê dîsa wê li kovara pênûsa nû ya îlkitronî wê bête belakirin ( danûk ) 4- avesta çap dike ( şekirê di bêrîka bavê min de ) 5-Zarokê min . amadeye ji bo çapê . 6-Terpiyê Narê . amadeye ji bo çapê .
Lokman Polat – Pirs : 6 – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?
Dîlan Şewqî / Bersîv – 6 – Rewşa wêjeya kurdî normale başe lê li gor ku înternet û weşanxane û pirtûk pirin hinek lawazî di nivîsandinê de heye ew jî di nerîna min de ji ber kêm xwendinê ye .
Lokman Polat – Pirs : 7 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?
Dîlan Şewqî / Bersîv – 7 – Di nerîna min de cûra helbestê bêtire û kesên ku bi helbestê mujûl dibin ew jî zêde pirin . Roman û çîrok ew jî êdî ketine berxwedanê de lê şano tune.
Lokman Polat – Pirs : 8 – Edebiyata kurdî bi tevahî çawa dikare pêş bikeve û dewlemend bibe?
Dîlan Şewqî / Bersîv – 8 – Wêje yan edebiyata kurdî kare pêşkeve û riya wê diyare , kesê ko pênûsa wî jîndare divê gelekî bixwîne . Helbestê jê re xwendin tim dibê . Yanî heya mero sax be divê mero bixwîne û bibîne bê xelkê wekî din çawa helbestê dinivîsînin . Divê mero ne tenê bi zimanê xwe bixwîne na divê mero bi çi zimanî zane mero bi wan zimana jî helbestê bixwîne nexasim tiştên wergerandî ( fransî îtalî ispanî û hemi ziman ) .
Roman jê re xwendin û tecrube divê . Yanî mirovê bê tecrube nikare romanê binivîsîne . Nivîsandina romanê jê re dolmendîk mejî û gelek zanebûn divê .
Çîrok, gotar û şano ew jî ji bo nivîsandina wan xwepêşxistin divê yanî xwendin û dîtin û ger û tevheviya bi civak û mirova re divê .
Lokman Polat – Pirs : 9 – Li gorê te helbest çiye? Helbest ji bo te çi wateyê dide ? Tu dikarî hinek helbesta kurdî bidî ber helbesta cîhanê? Îro tu helbesta kurdî di çi astê de dibînî, helbesta nûjen di çi warî de ye? Heman pirs ji bo şano, çîrok û romana kurdî ye jî…
Dîlan Şewqî / Bersîv – 9 – Helbest ji bo min nefese ez nikarim bê helbestê bijîm, ew oksicêna mine . Li gor helbesta cîhanî helbesta kurdî hinekî li paşe ew jî ji ber rewşa me gotî, yanî mirovê kurdî li her derê feqîr û belengaze ancax kare nanê zarokê xwe derxîne yanî nikare pirtûka bikire û belkî dema wî ji bo xwendinê jî hindik be lê dîsa jî divê mero derfetê ji bo xwendinê bibîne yanî xwendin mejî û dilê mero zengîn dike têr û dolmend dike . Erê pênûsin ku xwe girtine gelekin û wan xwe di warê kurdî û cîhanî de pêşxistine lê ne bese ji ber ku nîvê ku dinivîsînin nivîsê wan nivîsin ez nikarim navê wan bikim helbest .
Helbesta nûjen zortire lê ji gelek hevalan heye ku ew hêsane na . Helbesta nûjen jê re çar sitûnê sereke divê; Wêneyên helbestî , Hevokên helbestî , Mûzîka hevokan û hundur û girêdana babetê û destpêk û dawiya helbestê bi hevdû .Yanî ne her gotinên xweş ew helbestin û helbest ne timî gotinên xweşe . Helbesta klasîk sitûna wê ya sereke qafiyeye lê ew jî mûzîk û girêdana babetê û qafiyê bihev re divê .
Lokman Polat – Pirs : 10 – Mijarên berhemên te çin in? Di nav wan mijaran de mijara evîn û evîndariyê jî hene? Dibêjin; yên nebe evîndar derdê evînê nizane. Gelo tu buyî evîndar? Yanî tu aşiqê kesekî buyî? Yan jî kesekî aşiqê te bûye?
Dîlan Şewqî / Bersîv – 10 – Mijarên helbestên min . Çar babetin yan çar mijarê serekene . Evîn, welat, biyanî û tenêbûn . Erê min gelek mijarên din jî bikar anîne, wek bajar û dê û civak û buhar lê di wan de dîsa ez welat û evînê û xerîbiyê û tenêbûnê derbas dikim .
Lokman Polat – Pirs : 11 – Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?
Dîlan Şewqî / Bersîv – 11 – Ji xwe ku rexnevanê me hebûnê wê wêjeya me gelekî li pêş ba, lê mixabin dîmenê wêje yanî ya edebiyatê wek karê xal û xwarzê ye . Yanî dem ku kêfa hinka ji hinka re tê berhemê wan difirînin û dema ku kêfa wan jê re neyê wê berhemê kêm dikin .
Ya din ev fêsbok ew jî dîmenê wêjeyê qels dike. Ji ber ku nivîseke lawaz û ne hêja çarsid layk li binê wêne ev dihêle ku yê nivîskar bikeve çav xwe û hew li kêmaniyên xwe vegere . Yanî wê ji xwe re bêje L (ez û ne kesî dinê ) xwendevan jî du perçene nîvî bê ku bixwînin laykê datînîn û kêfa xwe ji wê nivîsê re tînin û perçê dinê dixwînin lê ew nikarin binixînin yanî jihevdû dernaxin lê di navbera herdû aliyên xwendevana de hinek hene ku dixwînin û fêm dikin û ji hevdû derdixin lê mixabin ew hindikin .
Lokman Polat – Pirs : 12 – Gelo di nav eniya edebiyata kurdî de valahiya rexnegiriya edebî dê çawa bê tijekirin? Dê bi şêweyeke zanîstî rexnegiriya edebî bê pêkanîn? Tu çi difikirî?
Dîlan Şewqî / Bersîv – 12 – Di nerîna min de kesên ku xwe dibînin di warê rexne û nirxandinê de xurtin divê ew xwe di wî warî de li pêş xînin ji bo ku sûde û fêda wan bighê her kesekî ji ber ku rexne û nirxandin ew qapankirina berhemêye yanî berhem bi pîvan û jihevdû xisitna fosfor û nirxnasan tê berçevkirin û naskirin û pêşketin yan na emê herdem di warê avakirinê de bin .
Lokman Polat – Pirs : 13 – Masmedia kurdan zêde cih nade danasîna pirtûkên kurdî. Li ser pirtûkên kurdî pir hindik nivîsên danasînê û nirxandinê têne weşandin. Li welatên Ewropayê kovarên ku sirf ji bo danasîn û analîza pirtûkan têne weşandin, hene. Ji bo danasîn û nirxandina pirtûkên kurdî, weşandina kovareke xwerû bi kurdî ya li ser hîmên minaqeşe û rexneyên edebî pêwîst e yan na?
Dîlan Şewqî / Bersîv – 13 – Erê pêwîste, gelekî pêwîste . Yanî ev sîh û pênc salê min ez dinivîsînim heya niha hi xeyrî du sêh mirovan helbestên min nedane berçavkirin û ne nirxandine ev jî bêmafiye . dema ku nirxandin û rexne tune be hemû nivîs yanî yên qenc û yên lawaz di warekê dene, ev jî şaşe .
Divê kovarek teybet çêbibe ji bo vî karî ev bixwe ne zore yanî zanyarê me hene lê weke min got bêtîrî xelkê durûtiya dikin û naxwazin kesekî ji xwe bixeyidînin .
Lokman Polat – Pirs : 14 – Di nav nivîskarên cîhanê de bandore kîjan nivîskar li ser te heye? Yan jî tu kîjan nivîskarî nêzîkê xwe dibînî? Û herweha Tu ji berhemên (roman, çîrok, helbest û şano) kîjan nivîskarên cîhanê hez dikî ?
Dîlan Şewqî / Bersîv – 14 – Di destpêka nivîsandina min de bandora seydayê Cegerxwîn li min hebû lê paşê dema ku ez ketim nav çada cîhanî û pirtûk ji her alî de ketin ber destê min ez nivîsandinên xwe nêzîkî yên Lorka û Baplo Neroda û Mehmûd Derwîş û gelek helbestvanên vê sedemê dibînim û bandora cîhanê tevde li ser min heye . Yanî çî helbesta xurt be ku ew bi çi zimanî be ez pê dilerizim û li gora xwendinên xwe min karîbû ez helbesta xwe di gelek qonaxan re derbas bikim .
Lokman Polat – Pirs : 15 – Tu kîjan nivîskarên kurd nêzikê xwe dibînî û ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?
Dîlan Şewqî / Bersîv – 15 – Ez ji nivîskarên kurd ji teva hez dikim lê ez xwe nêzîkî teva nabînim . Ez navan nabêjim lê torevanên me yên qedirgiran û jêhatî pirin silav û hurmet ji gişa re .
Lokman Polat – Pirs : 16 – Te qet pirtûkên min xwendiye? Heger xwendiye kîjan pirtûk?
Dîlan Şewqî / Bersîv – 16 – Mixabin min tu pirtûkê te ne xwendine, ev bixwe kêmaniya mine lê soz ezê bigerim heya ez peyda bikim û ez bixwînim .
Lokman Polat – Pirs : 17 – Niha li ser çi dixebitî? Di nêz de berhemeke nû heye an na? Di pêşerojê de dê kîjan berhema te bê weşandin?
Dîlan Şewqî / Bersîv – 17 – Ez niha li ser romanê dixebitim ji ber ko valabûn jê re divê lê dema ku helbest li deriyê dilê min dixîne ez jê re derî vedikim .
Lokman Polat – Pirs : 18 – Gotina te ya dawî…
Dîlan Şewqî / Bersîv – 18 – Nêzîk wê weşanên avêsta romana min çap bike ji ber ku wan ji berî du mehan de rêklama wê avêtine ser înternêtê .
Di dawiya van pirsên buha de ez gelekî sipasiya we dikim ku we ev derfet daye min zor spas ji we re hûn sax bin
– Spasxweş
PÊŞKÊŞÎ
Min bi hinek nivîskarên jin ên kurd re hevpeyvîn çêkiribû, min ê wek pirtûk biweşandana, lê weşanxane pir pere dixwazin loma jî ez nikarim biweşînim. Lê heger di pêşerojê de îmkanên aborî pêk bên ez ê van hevpeyvînan wek pirtûk jî biweşînim.
Ez fikirîm weke rêzehevpeyvîn bi jinên nivîskarên kurd re di malpera Çandname de biweşînim. Di derbarê gelek nivîskarên jin ên kurd de agahdarî zêde tune. Ew kê ne, jikur in, çi berhem afirandine û weşandine ez jî û gelek xwendevanên kurd jî, em nizanin. Ev rêzehevpeyvîn ji bo nasîna wan û danasîna berhemên wan pêwîst e. Wek mînak Rojbîn Ozkan Xanim di malpera Çandnamê de dinivîse lê ez nizanibûm ji kure, çi pirtûk nivîsîye. Di bersîvan de jin behsa xwe û pirtûkên ku nivîsîne û weşandine qal dikin. Lewre jî ev rêzehevpeyvîn ji bo nasîna van jinên nivîskar jî baş e.
Gelek nivîskarên jin ên kurd hene, ez nikaribûm xwe bigişînim hemûyan. Yên ku min bi wan re hevpeyvîn çênekiriye, dema vê rêzehevpeyvînan bixwînin dikarin li gor van pirsan bersîv binivîsin û ji min re bişînin. Ez ê wan jî bi dor di malpera Çandname de biweşînim.
Ez ê her hefteyê hevpeyvîna bi jineka nivîskar a kurd re biweşînim û pêşkêşê we xwendevanên ezîz bikim.
Bi hêviya xwendinek baş û xweş.
Lokman Polat