Tag Archives: lokman polat

Cotmeh, 2020

  • 19 Cotmeh

    e-Pirtûka Çîrokên Rengîn DERKET!

    e-Pirtûkekê Lokman Polat bi navê ”Çîrokên Rengîn” derket. Keremkin daxînin JI BO DABARKIRINÊ BITIKÎNIN  

  • 16 Cotmeh

    Şeş Peyvên Lokman Polat

    Her nivîskar berhemên xwe li ser çend peyvan ava dike. Yanî di berhemên xwe de tim li dor çend peyvan diçe û tê; nikare/nexwaze ji ew peyvên dûr bikeve. Çimkî ew peyv ji bo wî/we nivîskarî pîroz in, bi nirx in, watedar in. Di bin destên min de şeş pirtûkên Lokman Polat hene. (Kaniya Stockholme, Rojnamevan, Çîrokên Rengîn, Nûrheyata Licî, …

Rêbendan, 2020

  • 31 Rêbendan

    101 Gotinên Pêşiyan 101 Çîrok

    Nivîskarê kurd birêz Mehmet Oncu nivîskarekî berhemdar û xebatkarekî wêjeya kurdî ye. Wî bi kurdî gelek berhemên edebî/wêjeyî afirandiye. Giraniya xebatên wî li ser folklora kurdî ye. Lêbelê wî romaneke hêja jî nivîsiye. Navê romana wî “Şihîna Hespên Azad“ e. Pirtûka wî a bi nave “101 gotinên pêşiyan 101 çîrok“ di nav weşanên “Nûbihar“ê de li Stenbolê derketiye. Pirtûk 204 …

  • 20 Rêbendan

    Danasȋna Pirtûka Lokman Polat “Çil Romanên Kurdî”

    Van paşwextiyan ronahȋ dȋt pirtȗka nivȋskar, lȇkolȋner ȗ xizmetkarȇ edebiyeta kurdȋ, Lokman Polat ya bi navȇ “Çil romanȇn kurdȋ”. Pirtȗk 191rȗpel e. Ew  ji aliyȇ weşanxana Sȋtav ȇ de ȗ bi dȋzaȋneke bȇqisȗr, hatiye çap kirin. Ev pirtȗk ya danasȋn, nirxandin ȗ şirovekirina çil romanȇn kurdȋ ye. Bi gotina nivȋskar sȇsedȋ zȇdetir romanȇn kurdȋ hene. Lȇ bi nȇrȋna nivȋskar, gava …

Hezîran, 2019

  • 7 Hezîran

    Romanên Derûnî/Psîkolojîk

    Romana kurdî hêj bi tevahî wek ku tê xwestin nekemiliye, lêbelê ber bi kemilandinê ve diçe, pêş dikeve, hunera wê ber bi radeya bilind ve diçe. Di nav romanên kurdî de gelek cureyên romanan hene, lê hineki cure roman jî qet tunin û hinek cure jî pir qels mane. Di edebiyatê de psîkolojî/derûnî û berhemên edebî yên psîkolojîk ciheke girîng …

Sermawêz, 2019

  • 12 Sermawêz

    Derbarê Post–Modernîzmê De Çend Gotin

    Min bîst û pênc sal berê bi navê “Helwest – Kovara Kulturî û Lîteraturî” kovareke çandî edebî/wêjeyî li Stockholmê/Swêdê weşandibû. Di kovarê de min nivîseke rexneyî di derbarê ekola post/modernîzmê de weşandibû. Paşê min nivîsek din weşand lêbelê sala weşandina wê nayê bîra min. Sernavê nivîsê “Di edebiyatê de post/modernîzm” bû. Min di wir de bi berferehî post/modernîzmê nirxandibû. Niha …

Cotmeh, 2019

  • 14 Cotmeh

    Di Romana Kurdî de Şêweyekî Nû

    Di malpera  ”Hawar – dengûbas” de dibêje ” “Kodnav Vîyan” bo romana Kurdî derîyek nû vedike.” Weke xwendevanekî ez jî di vê qeneetê de me ku ev roman ji bo romana kurdî deriyekî nû ye, şêweyeke nû ya metod, teknîk û hunera romana kurdî ye. Li gorê agahdariyên nivîskarê romanê; Ev roman berdewama romana bi navê ”Robîn” e. Nivîskar weke …

  • 14 Cotmeh

    Pirtûka Şems Qemer: Mêzîn

    Mêzîn navê kurteromana nivîskarê kurd Şems Qemer e. Mêzîn 89 rûpel e û di nav weşanên “Na“ de, li bajarê Îzmîrê derketiye. Edîtoriya wê H. Kovan Baqî, redaktorîyê Receb Dildar, mîzanpajê “Na“ û berga wê Berfo Barî çêkiriye. Mêzîn, dema mirov peyva mêzînê dibîne wezin, weznandin û mêzîna xêr û gunan û mêzîna dadî/adlayî dikeve bîra mirov. Û dema mirov …

Îlon, 2019

  • 5 Îlon

    Ji Herêma Amedê Hin Mînakên Folklorîk

    Pîrtûka yekem a xwendekara Zankoya Cewligê ya Beşa kurdî Eylem AKINCI li Swêdê hat weşandin û navê pirtûka wê “Hin mînakên folklorik ji herêma Amedê” ye û ew di nav weşanên “Jîndan”ê de li Stockholm/Swêdê hat weşandin. Çapa yekem a pirtûkê di meha Tirmeha 2019an de hate weşandin. Pirtûk 88 rûpel e û ebada wê mezîn e. Berga wê rengîn …

Tebax, 2019

  • 9 Tebax

    Çîrokên Rêçên Di Neynikê

    Nivîskarên ku bi kurdî dinivîsin ên ji bajarê Semsûrê/Adiyamanê ne her diçe hejmara wan zêde dibin. Pêşî min digot qey tenê Osman Sebrî yê Semsûrî bi kurdî nivîsiye. Paşê fêr bum ku Mehmet Oncu û Şêxo Fîlîk jî ji Semsûrê ne û bi kurdî berhem afirandine. Dure gotin Welat Dilken jî ji Semsûrê ye û romannivîsere, roman nivîsiye. Niha jî …