SIWARÊ EWRAN

Min derbarê pirtûka Omer Faruk Baran a bi navê ”Şeveke Îstismar” ku weke roman hatibû weşandin, nirxandineke rexneyî nivîsîbû û rexne lê girtibû. Ew rexneya min di vir de (di malpera Çandname de) hatibû weşandinê. Min di wê nivîsa xwe de gotibû; ew pirtûka 23 rûpel ku nîvê wê jî wêne bû, roman nîn e. Lê, nivîskar û weşanxaneyê wê wek roman binav kirine û weşandine.

 

Niha pirtûkek din a 42 rûpel, pirtûka Îsmaîl Dîndar a bi navê ”Siwarê Ewran” jî weke roman hatiye binav kirin û weşandin. Hinek weşanxane hene ku, xwedî û birêvebirê wan ji edebiyatê/wêjeyê fêm nakin, haya wan ji pîvanên lîteraturî tune, ew jî hema nivîskar çi nav lî pirtûka xwe kir, wê weha diweşînin. Lêbelê, mixabin pirtûkên Omer Faruk Baran û Îsmaîl Dîndar digel ku roman nînin jî, weke roman hatine weşandin.

 

Nivîskarê kurd Îsmaîl Dîndar berê 4 pirtûkên çîrokan nivîsiye û di nav weşanxaneyên cuda de hatine weşandin. Pirtûka wî a pêncan jî çîrok e, lêbelê min fêm nekir çima wek roman bi nav kiriye û weşanxaneyê jî wek roman weşandiye.

 

Di pirtûka “Siwarê Ewran“ de, çîrok bi forma ”Ez” tê rave kirin. Vebêjê çîrokê çiyayan û ajalan meraq dike. Ew ji kalê xwe dipirse ku ew çiya heya kuderê diçin. Jiyana ajalan, ajal çi dixwin, çawa dijîn, ji bo vebêj meraq e.

 

Werhasil, gundekî çiya, di zivistanê de seydvanî/nêçîrvaniya gundiyan bi devê vebêjê biçûk tê rave kirin. Di pirtûkê de ne bi teferuat ango bê taswîr, bi kurtahî nêçîrvaniya kew û kiroşkkan tê qal kirin. Şêweya rave kirinê weke çîrokê ye, lêbelê ji vê şêwe rave kirinê re gotine roman. Pirtûk bi hemû şêweya xwe pirtûkek çîrokan e.

 

Xeyala vebêjê biçûk  jî ev e ku; ew jî rojeke here çiya, binase cîhana ajalan, bibîne jiyana wan û ji wan re bibêje xeter û xirabiyên mirovan. Di rûpela 12an de xwendevan fêr dibe ku navê vebêjê biçûk Kato ye. Lêbelê vebêj çendsalî ye ne diyar e.

 

Di pirtûkê de mar, kuştina maran, jîjo, kûsî, rovî, kiroşk, qulîng, kund, baz, kew, kevok û hwd, ajalên/heywanên çiyan hene. Çîrok tam çîrokeke naturî/xwezayî ye, ango çîrokek naturalîst e.

 

Kalepîr/bapîrê Kato jê re çîroka Mem û Zînê dibêje. Paşê diyar dibe ku, dema Kato dibistana gund diqedîne 12 salî ye. Ew dikeve nav xeyalên bajarên dûr û bajarên mezin. Kato gelek caran bi meta xwe re diçe çiya ji bo berhevkirina kuvarokan. (Dibe ku hinek xwendevan nizanibin kuvarok çiye? Kuvarok bi tirkî mantar e. Ji bo wê kivark, kivarik jî tê gotin.)

 

Di çiya de ew rastê gelek ajalan tê. Gund, gundî, dibîstan, mamoste, tirk, zarok, bendava ku li ber gund tê çêkirin û hwd, ew hemû tişt bi devê Kato tê qal kirin.

 

Pirtûk diqede jî, hêj meraqa Kato a li ser cîhana ajalan kêm nabe. Û herweha xeyala wî a bajarên mezin û dûr, xwendina di dibistanên mezin de, xewn û xeyalên wî dineqişînin. Kalo ji Kato re çîroka gundiyekî tiral dibêje û pirtûk diqede.

Bi yek gotineke ev pirtûk roman nîn e, pirtûka çîrokan e.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply