Pirtûka Lokman Polat a Nû Derket! ‘Romanên Kurdî (Rexne, Nirxandin û Analîz)’

Nivîskarê Çandnameyê Lokman Polat, heta niha li ser edebiyatê gelek pirtûk derxistin, niha jî li ser rexne, nirxandin û şiroveyê romanên kurdî pirtûkekê nû derxist. Pirtûk ‘Romanên Kurdî (Rexne,
Nirxandin û Analîz)’ e.

Xwendekarekî li ser pirtûka Lokman Polat a nû ‘Romanên Kurdî (Rexne, Nirxandin û Analîz)’ wiha peyam şandiye: 

Min ev berhema Lokman Polat ya bi navê ‘Romanên Kurdî (Rexne, Nirxandin û Analîz)’ xwend. Karekî pir baş kiriye, 20 berhemên kurdî, bi hûrgilî bi me dide nasîn. Ev karekî pir bi qîmete. Jixwe ji kevin de haya min ji Lokman Polat heye û ew karên baş dike. Hem dinivîse, hem rexnegirî û hem ji danasina berhemên kurdî dike.

Bi rastî ez heyranê xem û çalakiya wî me. Hema hema hemû berhemên kurdi teqib dike, lê hûr dibe û li gor xwe ji dinirxîne. Ev hêjayiyeke. Di ser de jî ya ku li ba min pir watedar ew e ku Lokman Polat bi siyaseta Kurdistanêre jî eleqedar e. Nabêje, ez edebiyatçî me ji siyasetê důr im. Qelema xwe hem ji alî wêjeyî û hem jî ji ali siyaseta doza Kurdistanê de bi kar tîne.

Ez wi piroz dikim û jê re serkeftin dixwazim.
Şemsettin Işıklı

Çend şîroveyên li ser pirtûka Lokman Polat a nû: 

Ez dibêjim ev pirtûk ji zû ve pêwîst bû bihata nivîsandin û nivîskarê me yê berhemdar Lokman Polat gelek xweş kir, ku ev pirtûk lê kir… Ew di gelek gotarên xwe de li ser bandora wêjevaniyê, li ser romanê, li ser teherên romanê û taybetiya wê, li ser rexnekarî û şanoyê û li ser pir mijaran rawestiyaye û ez dibînim wê bo xwendekarên wêje vaniyê pir alîkar be û her pêwîst be.

Xwedê li gel te be, dostê hêja Lokman Polat…

Candkurd

 

”Edebiyat bingeheke hem ji bo zindîhîştina rexneyan li hemberî rastiya cîhanê û hem jî ji bo nûkirin û parastina ziman.”

Nivîskarê Îspanyolî Marîo Vargas Lîosa

 

Rexnegirî Gulîstana Zanînê ye
Edebiyat/wêje bi rexneyê pêş dikeve, dikemile, dewlemend dibe. Rexneyên edebî/wêjeyî, analîzên îlmî zanîstî edebîyata kurdî xurt dike.

Lokman Polat

Etîket: Agahî, Danasin, lokman polat, Nirxandin û Analîz)', Polylang KMR, romanên kurdî

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Pirtûka “Rênimaya Zimannasiyê” ya Omitê Mistefê ji Weşanxaneya Hîvdayê Derket

Mehmet Öncü: Pêşî min bi tomarkiriyê ve dest pê kiriye!

Tarîtî û Ronahî

“Kuştina di Ekspresa Rojhilatê” Ji Pall Weşanê Derket

Danasîna Pirtûka Destpêk û Dîroka Sînemaya Kurdî a Dilazad ART

Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle