Mizgîniya şahiya dilê zarokên bêxwedî binevşa li ser ewrên baranî gava tu hatî gulên eşqê çîçek vêdan li çol û çolîstanan erdê beyar bûne mêrga evînê peyvên hezkirinê bi ser me de dilop dilop bariyan tu ji me re bûyî welat, bûyî can, bûyî jiyan niha ji te dûrim bêriya te wek agirê tenûrê disincire di nava min de. dûratiya …
Sibat, 2016
-
21 Sibat
Asoya Helbesta Kurdî û Gotinên Stranan Nasbikin
1) Asoya Helbesta Kurdî Sepan an jî application nivîsbariyên ku li gor pêwîstî û hewcedariyên bikarhêneran kêrî pêkanîna kirariyên wan tê ye. Wek Google Chrome, Facebook, Whatsapp, Viber, Twitter û hwd. Asoya Helbesta Kurdî jî sepaneke kurdî ye, li ser marketa androîdê. Asoya Helbesta Kurdî weke antolojiyeke helbestan e, her helbesthez ji her derê cîhanê dikare xwe bigihîne vê antolojiya …
-
20 Sibat
Reqsa Agir
Dengê çîrokên çiyayî dihatin, ferîştahên dilnazik di nav melodiya bilûrê de stranê ku nedihatin dîtin, nedihatin xwendin dilorandin, Dayikan weke ku dewatên dergûşên xwe de bireqisin, li serê govenda azadiyê direqisîn, zimanê wan yên ku ji mitolojiya medyayî, tîlîliyê sor û zer, bi keskahî li esmani zarokên xwe bevdikirin.. çîrok li şikevtên xeyalî de dipêjiyan, di hêlekî ve baran û …
-
20 Sibat
Rawestgeh
Hefnigarîya hestên dilê xembarî Bi giranîya şaşika serê sofîyekî Bi kofî ser ê jinekî koçerkî. Bi kum û xirxirkên ser ê patrikê bêîman. Bi şûşeya dil, şikêstî . Çermikê laşê min pîr bûne, qermîçokê binçavê min Piştqof, diltenk… Li min nabin şahde. Rawestandin 3 milyon sal. Doşek û palgehê min rizîyane. Kevoka reşreşkî ji min xeyidî. Wallê bi bêdengî û …
-
20 Sibat
Tu Bibe Baran
Tu bibe baran Tu bibe baran ez bibim ax bibare ser erdê min şil bike warê min tu bibe roj ez bibim tarî ronî bike roja min şa bike dilê min tu bibe jîn ez bibim vejîn em hevdu bijînin tu bibe av ez bibim bendav em can têkin nava can tu bibe gul ez bibim bilbil her roj …
-
20 Sibat
Pelên Rojê
Zelaltirîn hestên xwe wek xûnavê Ji pêlên rojê diherikînim hêdî hêdî Li ser belgên dara stûxwar Hesret û hêviyên min Li dora çerxa gerdûnî dizivire Ji tixûbên dorhêlek ne diyar Xwe li hev dialînin bêçare Mîna robaran hezar çepûçûran didim xwe Sirûşt bi her çar dêmên xwe ve bêdeng li me dinêrin Bîranînên serjêkirî ji te xelat Li defa singa …
-
18 Sibat
Hevaltî
Hevaltî tiştekî pir xweş e Ku derdê dilê mirov pê kêm bibe Raman û fikrê mirov li hev bigire Dîtina hevalan de nava çavê mirov bikene… Hevaltî tiştekî pir xweş e Ku nanê tenûrê bê parve kirin Bi topa teqiyayî bê leyistin Û bi hev re kilam bêne gotin… Heval hene wek hingîv in Heval hene wek derman in Heval …
-
17 Sibat
Hey lo dilo
Zarokên birçî Di nav kezeba min de jan didin Peyvên bişaftî Li ser zimanê min lal dibin. Kal û pîrên bêhêvî Di nav ruhê min de sar dibin Keç û xortên kuştî Di nav laşê min de can didin Bajarên rûxandî Di nav dilê min de wêran dibin. Hey lo dilo Dilê wêran… Receb Dildar
-
16 Sibat
Kupînos
Min teqnekî ji welatê xwe hez kir Û hîna dilê min bi ser ve ye Dixwazim ji kolanên wî lîska zarokan kêm nebe Bi hecê, bi şilê û bi vîncavînc bilîzin Çavên xwe bigrin bêjin kupî yên din bêjin nos yan balos Li ezmanê welatê min zilzilîk û tîtî hebin Bi adodeyan gundî kerengan rakin Beybûn û niklê dîk derdorê …