
Zarokên birçî
Di nav kezeba min de jan didin
Peyvên bişaftî
Li ser zimanê min lal dibin.
Kal û pîrên bêhêvî
Di nav ruhê min de sar dibin
Keç û xortên kuştî
Di nav laşê min de can didin
Bajarên rûxandî
Di nav dilê min de wêran dibin.
Hey lo dilo
Dilê wêran…
Receb Dildar
Gotara berê: Zûgotinok çi ye?
Gotara piştî: Helbesta Cegerxwîn û Îqtîdar – Mîkaîl Bilbil DERKET
Gotarên Têkildar
Di Helbesta Kurdî Ya Klasîk De Bedîuzzeman
Romana Mehmed Uzun a Yekemîn: Tu

