Kupînos

Min teqnekî ji welatê xwe hez kir

Û hîna dilê min bi ser ve ye

Dixwazim ji kolanên wî lîska zarokan kêm nebe

Bi hecê, bi şilê û bi vîncavînc bilîzin

Çavên xwe bigrin bêjin kupî yên din bêjin nos yan balos

Li ezmanê welatê min zilzilîk û tîtî hebin

Bi adodeyan gundî kerengan rakin

Beybûn û niklê dîk derdorê bixemilînin

Bi kevirê gogê û hawiyê kes serê hev neşkîne

Kêfxweşî ji welatê min kêm nebe.

Îslameddîn DEMİRKAYA
islameddin@hotmail.com
Berfanbar, 2015

Derbar Çand Name

Check Also

Pirtûka Însan Bi Çi Dijî û Mamoste Medenî

Bi rastî  heger hûn bibêjin bé ma di wêjeya cîhanê de nivîskarê mezintirin kî ye? …

Leave a Reply