Mizgîniya şahiya dilê zarokên bêxwedî
binevşa li ser ewrên baranî
gava tu hatî
gulên eşqê çîçek vêdan li çol û çolîstanan
erdê beyar bûne mêrga evînê
peyvên hezkirinê bi ser me de dilop dilop bariyan
tu ji me re bûyî welat, bûyî can, bûyî jiyan
niha ji te dûrim
bêriya te
wek agirê tenûrê disincire di nava min de.
dûratiya te
bi nikulê hesretê hêdî hêdî min dikuje.
bêrî
bêrî
bêriyêêê
şemamoka werzên dilê evîndaran
te bêhna evînê da welatê min sersanser.
bi şoqa bîbikên çaven te
ronî dibin sibehê me
tu bixêr hatî xezala min
berxa min, delala min
çiqa tu bikene
li ser kaniyên zelal yê dilê min
kulilkên helbesta yê bal bibin….
Qudbedîn Kerboranî
Peyvên Serekebêrîn Helbest Wêje
Check Also
Cejna Newrozê ye. Destpêka Nû Salê ye
Cejnê Cejnê Cejnê Xanê rok hat bejnê Cejna Newrozê ye Serê nû salê ye Va …