Zelaltirîn hestên xwe wek xûnavê
Ji pêlên rojê diherikînim hêdî hêdî
Li ser belgên dara stûxwar
Hesret û hêviyên min
Li dora çerxa gerdûnî dizivire
Ji tixûbên dorhêlek ne diyar
Xwe li hev dialînin bêçare
Mîna robaran hezar çepûçûran didim xwe
Sirûşt bi her çar dêmên xwe ve bêdeng li me dinêrin
Bîranînên serjêkirî ji te xelat
Li defa singa min dixin
Her weku xencer ji te dûr
Dilê min mîna bajareke girtî
Ji newqa robareke serxweş
Fêrî nalina şevên xewrevîn dibim
Ka tû bêje can êdî çawa
Ji mizgîniya sibehên ronî bawer bikim…