Tu bibe baran
Tu
bibe baran
ez
bibim ax
bibare ser erdê min
şil bike warê min
tu
bibe roj
ez
bibim tarî
ronî bike roja min
şa bike dilê min
tu
bibe jîn
ez
bibim vejîn
em hevdu bijînin
tu
bibe av
ez
bibim bendav
em can têkin nava can
tu
bibe gul
ez
bibim bilbil
her roj ez te bêhn bikim
tu
bibe berfîn
ez
bibim berf
her sal di dilê min de
bibişkive
tu
bibe xezal
ez
bibim nêçîrvan
her dem li pey te bigerim…
Bawer Agirî