Tag Archives: Helbest

Sibat, 2016

  • 5 Sibat

    Li Koçberiyê

    Min dihewînit serpêhatiyên Deriyê bajarek xaçdayî Wan xewn û xeyalên pêknehatî ve Û min dihewîne welatê xelkê Demên neniyas Di aramiya şevên sêwî Di siroda koçberiyê de Hêvî bêdeng Li pey tabuta zarokatiya min Careka din disojîne hizrên xiloxe Dilê min wek bahozeke dîn Li ber kevirê sebrê Di nav henasên zivistanê Rondikên xatirxwestinê dibarînim Careka din Nale nala hewar …

Rêbendan, 2016

  • 29 Rêbendan

    Çiyayê Elegez

    Gelek xweş sîrûşt û xweza Di nav mêrg û bostan û reza Binhêre gelek birên peza Dertên ji devera Elegezê   Gelek zana û rewşenbîr Nivîskar, alîm û kalepîr Nojdar, pirofesor û wezîr Derdikeve ji herêma Elegezê   Ji wan Şiko, Şero û Karlênê Çaçanî Serdar, Şemo, Xudo, Qanatê û Cindî Ordîxanê Celîl, Fêrîkê Ûsiv û Şemsî Derketiye ji welatê …

  • 27 Rêbendan

    Rewşa Kurdan

    Li Çiyayê Şengalê Êzidî Man e bêkes û bêxwedî Hinek mirovên biyanî Wan dikujin bi hêsanî Ew in çetê daîş ê bê îman Ji xwe re dibên heq misliman Tevgera wan nîne bi Îslamî Ne cûda ne ji Moxol û Romî Jêdikin serî, derdixin çav Laş diçîrînin, dirijînin hinav Temaşe dike hemû cîhana devlal Giyan ji dest didin Kurdê jar û …

  • 22 Rêbendan

    Jimartin – Ji Bo Zarokan

    Hawayê jimartinê şaş neke Ew debaşê ser çar xalan dibe Kitjimar û Cotjimar bîr bîne Pirjimar û movikjimar jî bîr neke.   Ser destê xwe bijimêre Û tilî jî tev dade Yek, du û sê Çar, pênc û şeş Heft,Heşt,Neh û Deh.   Hînbûn me re armanc e Û wek tîpa pêwîst e Ji sifirê destpê dibe Û heta ku …

  • 20 Rêbendan

    Cizîrî û Tecelliyên Rast û Çep – Necat Zivîngî

    Weke helbestvanekî mutesewif, Melayê Cizîrî jî di helbestên xwe de geh li meyxaneyê ye, geh li meclisa reqs û semayê ye. Her çiqas êş û elem hebin jî, ew tim mîna perwaneyê li dor yara xwe ye. Bextewar û şeng e. Bi wesifdan û pesindana yarê mijûl e. Por û biskên yarê weke tarîtiya şevê û aktorên dunyayê ne, ku …

  • 19 Rêbendan

    Ey Însan Li Dinyayê Lez Bi Bezî

    Li dinyayê lez bi bezî Li dinyayê naz bi nazî Destan rake ber ve bazî Şev û rojê bike gazî Roj heye xatiran dixwazî   Dinya ji bo te mêjîne Şerm bike ji bo Rebbê jorîn e Şev dibe rojê tîne Her saniyeyê te dibîne Qet haya te ji te tinîne Hesabê te pir çê bûne Deryê tewbê vekirîne   …

  • 16 Rêbendan

    Pergala Bêdad – Emre MÛHARGÎ

    Pergalek, pergalek heye nîne qet dadmend Hin kes pir xîzanin hinek ji pir dewlemend Dirav e bûye armanca mirovên dînê dirav Pir  kes li berê bûye serxwar û stûzirav Hinek neçarin nabînin qet nan û xurek û av Laş ê wan lawaz dibe dihelin gav bi gav Hinek ji li ser qerax ê çîyayê qaf dijîn Ji bo berjewendiyê xwe …

  • 14 Rêbendan

    Destana Agirî /Ararat

    Mîrê… min rabû ji bajarê mîra ji Bedlîsê Li gor Ayetên Qur’anê, tefsîra vê Hedîsê Le şêwr û mişêwre kir, ji me ra destanê dinivîse Go de rabin… bidin destê xwe darê Modoliya û Pênûsê Berxê bavê mino, wekî şêra em çêkin.. Meclîsê Îhsan Nûrî Paşa Mîrê bi nav û deng e, ew Reîs e Roma reş dora wan pêçaye, …

  • 10 Rêbendan

    Dîwana “Mirovên Tazî” – Dara Kurdo

    Gustaf Munch -Petersen Bi Kurdî  2 – Dara Kurdo Wergerand EW Ne ew ramana ye… ku niha ez li ser keviya rê me Ku kulîlk ê mezin dibin, û çawîr tersa gavê dimije Û kevir tîna rojê davêje… lê ew e, ku ez dizanim, ku ez î şaştiyekê dikim Ku zêrzebiyek heye Ku divê  ez biçim, û dîwarên çiya li …

  • 8 Rêbendan

    Dîwana “Mirovên Tazî” – Helbest

    NÊÇÎRVANÊN MASÎYAN DANSÊ LI MEYXANÊ DIKIN Meriv dikare li kolanê bibihîse, ku li jêr, li ber kenara deryê: Nêçîrvan di meyxanê de dansê dikin wa xudêyo, çiqas xweşik dansê dikin wek gemiyek qîrê, wek bermîlek ji jor de devberjêr be Ew lingên bi hêz dikine kute- kut Û ji kêfxweşiyê xuyî ji keçikan diherike Çiqas ew mirov bi hêz û …