Fermana heftê sisêyan, Rev û revbez mera anî; Kuncê hêmin me bû hesret! Doşeka me bû axa sar, Lihêf esman, balgî zinar; Xewên şevan me bûn hesret! Bi şûrê ol û enfalê, Serê gul, rihanan birîn; Defn û kefen me bû hesret! Bi navê ol û enfalê, Keç û bûkên me revandin; Hewar, gazî me bû hesret! …
Adar, 2016
-
3 Adar
Hew Îslam Şa Dike
Dînê Xweda Îslam Ew e ji me re rehm û azadî Rûmet û ewlehî. Bi ku de derim rastî nakokiyan têm Yên pergalên beşerî Li hawîrdor xwîn diherike Sedem pergal û helwestên ne însanî. Ê, divê çawa be? Wê çawa xelas bibin ev şerm? Bersiv: Divê veger bal dînê Xweda be Wekî sehabiyan, ev e rêya îslamî. Bes e bila …
-
2 Adar
Şev
Li hember tenêtiyê Ez mam tênê Min guh da qirîna şev ê Şev dizurî wek gureki har Ji qirîna şevê diricîfim Min dît hêyv ê temaşa dikir hal ê min Û Dibişire Bi ken pirsî Ka çi bû? Ku da çû yara çav xezalî Min havar kir ji stêrkan Stêrkan got were îşev mevanê me be Li ser esmana bigerin …
-
1 Adar
Di Peyvan De Bêwate Mam
Berî ku ez birayar bidim bi destê lîstikvanên xwînmij qedera min hate diyarkirin min lîsteya êşên xwe veguhaste Newala Qeseba niha bi sêwiyên Helepçê re bûme destebira hejmara pêşiyên xwe yên ku bi destê xwînxwaran hatibûn qetilkirin dijmêrim li xerîbiyê bi awayekî stemkar naletê li senarîstên şerxwaz dibarînim ez encama aloziyekî di şevên kesernak de di peyvan de bêwate mam …
-
1 Adar
Xewnameya Betilî
yek du ez tu û jiyaneke betilî, xewên ku di bêrîkirina şevê de aramî li xwe heram kiri bûn. Di mexzenê çavên te de biryara xwe kuştinê didan. Kortikên çav, êş bû. êş li şeveke betilî re yar bû.. Navê te tisbiya nodneh livî, birayê min kuştin li ber dengê baranê, xwîn xwe kuştin birîn welatek di çîrokên berê …
Sibat, 2016
-
28 Sibat
Silhedinê Kurdî
Papa got; “ger hûn herine wê We kir bindest wê axê A ku şîr û hingiv jê dibilqijin Hûnê tev herin bihuştê” Ew ehlê xaçparêz Civiyan wekî parêz Amade kirin yek artêş Ji kêfa wê bûn serxwêş Berê xwe dan Rojhilata Navîn Qet nesekinîn ketin rê ew havîn Ê li wan radibû hember Wan serjê dikirin …
-
28 Sibat
Şîroveya Helbestên Mem û Zîn
“Qaîm dibitin erez bi cewher Bê şemsê, qemer dibit minewwer?” [Mem û Zîn] Cewher ew daring(madde)a ku hebûna xwe, xwe bi xwe dikarî bide nîşan. (Mîna kevir) Erez jî ew tişt e ku hebûna xwe bi serê xwe nikarî bide nîşan, di vê mijarê de hewceyê “cewher”ê ye. (Mîna reng) Ango li gor vî wateya rêza ewil wiha ye: “Erez, …
-
23 Sibat
Dîroka Me-Metînê Kewê DİLXÊRÎ
Em in neviyê neviya Mîdya Çi Kardox çi Mitanî çi Mazda Hurî, Gutî ji Zagrosan saz da Dîroka me ye Împaratoriya Medya Dîroka me dîroka qedîm û kevn e Ger mîjûya me nizanîbî gelek şerm e Tarîxa me êş û jan bûye ser me Hey dijmin bibihîze bo wî neke şer me 09.04.2006 Bûrsa Metînê Kewê DİLXÊRÎ
-
22 Sibat
Zimanê Me
Zimanê me, zimanê me, Tuyî erd û esmanê me, Tuyî derd û dermanê me, Şûrê destê şervanê me. Zimanê ma. Berfa serê Sîpanêyî, Kûraya be’ra Wanêyî, Hêrsa Firat û Diclêyî Ruh û rêyî, şîrê dêyî, Zimanê me. Zimanê me bextê meyî, Xemil û rih’al, rextê meyî, Li nav neyar-nexweza da, Dewlet, tac û textê meyî, Zimanê me. Zimanê me kela …