Tag Archives: Helbest

Îlon, 2016

  • 23 Îlon

    Gazin li te ye heskirî

    Perdeyek dawiya şanoya jiyanevî de zigurdeyek ji têmaşevanan im. Ne “to be or not to be” ye. Ev şano ya min e. Bi du kesan dileyîzê. Ez, Û belkî jî tu. Û bi carek ê de tu xwe davêjî sahneya min! Bêwext. Bêguman yekperde ye jiyan heskiriya min. Yek. Û Yek nabin do. Ne Brahms – Symphony No. 4 e …

  • 9 Îlon

    Ritmê Linga

    ((Wê çaxê ez derketim derve min bala xwe da ne Meyrema Miho Begê li ser zîrkezîrka qundira ji mihela me ya jêrî tê)) Ji sitrana meyrema miho begê bi Dengê nemir: Bavê Selah   Ger awaz bi dîtina wê sewda nebê û zurnecî û vexwendiyên ahengê tev bayê semayê bi şahî xwe bı ser dîmê fedok de bernedê û ji …

  • 8 Îlon

    Kesera Xewnan

    jiyana li nav mijê bi nependiyên xerîb vedibêjim şev û rojên min di keserkûriyê de herimîn êş û şadiyên min bi hev şa dibin gewriya helbestê di tîbûna hevokan de qewirî serdema xwînmij kirasê koretariyê li bejna xwe pêçaye sirên temenê talanbûyî di ferhenga aso de berhev dikim bilbilê baranê li dengvedana sibehê di awaza xwe de ker û lal …

Tebax, 2016

  • 31 Tebax

    Şox û Şengê – Melayê Cizîrî

    Şox û şengê zuhrerengê Dil ji min bir dil ji min Awirên heybet pilingê Dil ji min bir dil ji min Wê şepalê miskê xalê Dêmdûrê gerden şemalê Çîçeka terhîn-i wala Dil ji min bir dil ji min Surşirînê nazenînê Kuştim û nakit yeqînê Wê bi çengala evînê Dil ji min bir dil ji min Rohniya çehvên Melayî Ew tecellaya …

  • 12 Tebax

    Hestên Birîndar

    Ez ê ji dilê xwe rûpelekê vekim îro ji bo te Havîn Acar Şûnpêyên te bişopînim li ser bîranînên evîna xwe Di nav rê û bajarên giyanê xwe de şemalekê vêxim Ji hêviyan, ji stranên azadiyê Dîmeneke ji dergehê lal Di nav xewn û xeyalên xwezayî de Diricifin destên min di paxila te de Bi hesteke bilind dergehê evînê digirim …

  • 6 Tebax

    Panelek li ser helbestên kurdî li Bakurê Xorasanê

    Roja Înê 05.08.2016 li bajarê Bucnûrd a Bakurê Xorasanê panelek li ser helbestên kurdi ya kurmancî hat lidarxistin.

  • 5 Tebax

    Roman û Trajedî

    Navê romana min a herî dawî “Trajediya Evîndaran” e. Ez ê behsa romana xwe nekim, lêbelê ez ê bi gelemperî behsa roman û trajediyê bikim. Di her romanê de tirajediyek heye. Trajedî qedera romanê ye. Her roman dinyayek e, cîhanek bi serê xwe ye. Roman di dema sedsala 18’an de, di çaxê ronahiyê ku dest pê dike wek şaxeke edebî …

  • 1 Tebax

    Strana Azadiyê

    Netirse, ji asoyan nakevê ala sor, Heta ku hebê li welatên min maleke ava. Ev sterka gelê min e, yê biberiqê, Ev a min e, tenê a gelê min e. Ey heyva nazik, gorî te bim, nevegerêne rûyê xwe ji me, Carekê bikene ji gelê min ê egît re, ev çi tundîye ev çi tirse. An li te helal nabê …

Tîrmeh, 2016

  • 27 Tîrmeh

    Jibîrkirin – Majêd a Mihemed

    Ev hest ji rûpelên sewdaliyekî  hatine wergirtin, yê ku reway çanda evînê pir cara dixwast bı hêrs biçirînê, û bi ser de bendên dildariyê jî bê fedî binpê bikê: Zagona berdewamiyê tekez dikê Ku dibê ez wek çawa ajel çêlikên xwe bê xemgînî Li çol û baniyan li şûn xwe dihêlê te jî li cihê hevdîtinên yekem û dawî bihêlim …

  • 24 Tîrmeh

    Rojeke Reş Li Mûhargîn (Meyafarkîn)

    Tav hêdî diçû ava, tarî dike erdê Ewr sorbûn te digot xwîn j’wan tê Li bajarê qedîm, bajarê Mûhargîn Ew roj te digot lê bariya bû xwîn Bi hezara term û laşên mirî Belawela bûn, peritî û serjêkirî Dawî hatibû li biratî ya hezar sala Nehiştibûn ti kesekî ji ciwan û kala Ferman j’bo wan hatibû danîn, diviyabû bên kuştin …