Panelek li ser helbestên kurdî li Bakurê Xorasanê

Roja Înê 05.08.2016 li bajarê Bucnûrd a Bakurê Xorasanê panelek li ser helbestên kurdi ya kurmancî hat lidarxistin.  Li vê civînê şair û lêkolînerên kurd li ser ziman, xeyal, û weznên helbestên kurdiya kurmancî li Xorasanê peyivîn.

Ev merasim du danan bi rêv ve çû; danê sibehê Mamoste Elîriza Spahî Layîn li ser xeyal û ziman behs kir û danê êvarê Mamoste Yehya Elewîferd, wezn û melodiya helbestên Kurdiya kurmancî rave kirin.
Di dawiya bernameyê da, hin şairan, helbestên xwe xwendin û ji aliyê mamosteyan ve hatin nirxandin.

Van salên dawiyê xebatên çandî û hunerî li Xorasanê gelekî zêde bûne û kurdên wê herêmê jî bi girîngbûna çand û zimanê xwe hesiyane, li mîrata bav û kalên xwe xwedî derdikevin.

BasNûçe – (M.K)

About Rêvebir

Check Also

Kovareke Nû ya Wêjeyî: “Vîn” Dest bi Weşanê Dike

Di qada weşangeriya kurdî de kovarên dîjîtal bi bîhneke nû geş dibin. Kovara bi navê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *