Jibîrkirin – Majêd a Mihemed

Ev hest ji rûpelên sewdaliyekî  hatine wergirtin, yê ku reway çanda evînê pir cara dixwast bı hêrs biçirînê, û bi ser de bendên dildariyê jî bê fedî binpê bikê:

Zagona berdewamiyê tekez dikê

Ku dibê ez wek çawa ajel çêlikên xwe bê xemgînî

Li çol û baniyan li şûn xwe dihêlê

te jî li cihê hevdîtinên yekem û dawî bihêlim

belê dibê hinekî wêrek bim

û te bê poşmanî  jibîr bikim

Ne ji bo ku bi şanazî di civakê de bêjim:

çawa te kir

ez jî dikarim

bi hêsanî Mîna te bikim

lê dibê ez te jibîr bikim

ne ji bo ku birçîbûna ezeztiya xwe

hinekî bi rikberiya te têr bikim

lê dibê bi hêrs şopên te ji lênûsa xwe bavêjim

ji ber ku tu mîna hîmekî 

bi ser zeviyê min de ji zû de hatiye xwar

û seba çavê bedewiya serûştê

û vehesa rûwê zemînê

dibê wêneyên te di gelîkî kûr werkim

da ku bê veger ji deşta bîranînê

hebûna te jî li dawiya ajotinê

wek mora qirala çawa li bin xêzên biryara dikevê

şûnwarên bîrhanînên te jî

 wanî tapan kim.

————————-

Tapan kirin: dûz kirin.

 

Majêd a Mihemed

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply