Ez ê ji dilê xwe rûpelekê vekim îro ji bo te
Şûnpêyên te bişopînim li ser bîranînên evîna xwe
Di nav rê û bajarên giyanê xwe de şemalekê vêxim
Ji hêviyan, ji stranên azadiyê
Dîmeneke ji dergehê lal
Di nav xewn û xeyalên xwezayî de
Diricifin destên min di paxila te de
Bi hesteke bilind dergehê evînê digirim
Di şevên birîndar de
Her wek ku bar bike hêvî ji bajaran
Xwe li ber lehiyên hizrên veşartî berdidim
Û tovê hesretê diweşînim di şevên gîyanê xwe de
Xewa şevê li min diherime serê vê biharê
Li bahozekê siwar dibim, bi tîrêjên çavên te
Berfa hestên xwe dihelînim
Li ber newala mirinê
Di nav desmala lêvên te yên şêrîn de dipêçim keniya xwe
Her weha difetisînim bê viyan
Dilê min qul dike kevirên sincirî
Di eniya nalîna birîndaran de
Dibe agir û disojîne kirasê bûkaniya min
Dem dibe payîza dereng
Hestên min ên zêrîn xatir dixwazin
Gunehên şevên xwe dişom di warê jibîrkirinê de
Di dîmenên xeyîdî de dipêçim hestên xwe
Di nav xapandina xwe de digevizin pêngavên westiyayî
Û hembêz dikim hebûn û nebûna te
Mîna stêrkên sêwî yên li asîman.