Strana Azadiyê

Netirse, ji asoyan nakevê ala sor,
Heta ku hebê li welatên min maleke ava.
Ev sterka gelê min e, yê biberiqê,
Ev a min e, tenê a gelê min e.

Ey heyva nazik, gorî te bim, nevegerêne rûyê xwe ji me,
Carekê bikene ji gelê min ê egît re, ev çi tundîye ev çi tirse.
An li te helal nabê ew xwîna me,
Azadî mafê gelê min ê Xwedaperest e.

Ez ji roja rojve azad jiyame ez ê azad bijîm,
Kîjan dîn dikarê min bendbikê. Şaşdibin ji mejîyê wî.
Wek lehîyeke har im, benda diqetînim, diçim,
Li çiyan dixim, teng ten ji min re derya, ez difûrim.

Ger rojava asoyên xwe bi dîwarê pol pêçabê,
Sînorên min hene wek dilê min tijî bibawerî.
Ber ewt ewtê bikin, netirse. Kî dikarê bawerîyekê bi vî rengî bixeniqênê.
Bi diranekî mayê ew cinawirê ku jê re ‘şaristanî’ tê gotin.

Heval! Dijmina nexe nav niştîmanê min,
Bedena xwe bixe sîper, ber birawestê ev erîşa bêrûmet.
Ê werin ew rojên ku Xwedê dîyarkirine.
Kî dizanê, sibê an ji sibe jî zûtir.

Devera ku te pêlêkir nebêje ‘axe’, bizanibe,
Bibîrbêne, bihezaran bêkefenê dibin axê de.
Tu zarokên şehîdanî, ne eşînê, bav û kalê xwe, heyfe,
Ne de vî welatê mîna bihişt, ku bidin te cîhanê.

Kî ji bo niştîmanê mîna bihiştê nabê feda,
Ger tu biguvêşê axê yê şehîd bipijiqin, şehîd.
Ger ku can û evîn û hemû hebûna min bistênê Xweda,
Li cîhanê, tenê min ji niştîmanê min nekê cûda.

Daxwaza canê min tenê ev e ey Xweda,
Destê bîyanîyan nekêvê sînga mizgefta min.
Ev bangdan –ku şahidê bingeha ol e-
Heta heta li ser welatê min bangbidê.

Wê demê yê bi şadî secdêbikê ku hebê kevirên min,
Ji her birînê yê biherikê hêstirên bixwin, ey Xweda.
Yê ji erdê bipijiqê cesedê min wek zindîyekî,
Ew dem, yê serê min bilindbibê, bigihijê asîmana.

Li ber ba biheje mîna asoyan tu ey heyva bi şan,
Ê dî helale ji te re, xwîna me a ji bo te herîkîye.
Tu cara nîne ji te re, ji netewê min re hilweşandin,
Azadî mafê ala min e a ku azad jiyaye,
Azadî mafê gelê min ê Xwedaperest e.

Mihemed Akîf
Wergera Kurdî | Dilazad ART |dilazadart@gmail.com |15.07.2011
zaningeh.net | Weşanên Zanîngeh

İstiklal Marşı’nın Osmanlıca Orjinal Hali

Dilazad ART

DILAZAD A.R.T (Jiyan û Berhem) Li ser çand û hûner û weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovar û malperên Kurdî û Tirki de hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê. Nivîs û lêkolîn û helbestên Dilazad A.R.T di kovarên Nûbihar, Çirûsk, Nûpelda, Pengav, Heftreng, Keskesor, Nûdem (Qamişlo), Folklora Kurdan, Çandname, Bernamegeh, Sînemaya Serbixwe, Temaşe, Zaningeh, Bûyer (Qamişlo), The Hall Kurdî, The Raising of Kurds, Utopya, Artos, Tigrîs, Ufuk Penceresi, Ortak Zemin, Dava, Gizli Azizler, Rengîn, Besni Ekspres, OkuYorum, YazıYorum, DüşünYorum, Kalemyâr, Ramazan 2022, Ramazan 2024 û TigrisSophia de hatine weşandin. Xebatên Dilazad A.R.T di malperên wek zaningeh.net, nucehaber.com, newroz.com, nubihar.com, thehallkurdi.com, theraisingofkurds.com, candname.com, niviskar.org, zehraportal.com, hurbakis.net, antoloji.com, edebiyatdefteri.com, de hatine (an têne) weşandin. Di bin siya Zanîngeh Akademi de xebatên dokumenterî, klîp û fîlman amade dike. Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî ye.

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle