Tav hêdî diçû ava, tarî dike erdê Ewr sorbûn te digot xwîn j’wan tê Li bajarê qedîm, bajarê Mûhargîn Ew roj te digot lê bariya bû xwîn Bi hezara term û laşên mirî Belawela bûn, peritî û serjêkirî Dawî hatibû li biratî ya hezar sala Nehiştibûn ti kesekî ji ciwan û kala Ferman j’bo wan hatibû danîn, diviyabû bên kuştin …
Tîrmeh, 2016
-
20 Tîrmeh
Alozî
Min bi çavên xwe Li çavên wê mêze kir Min bi çavên xwe Çavên wê xwar Min bi dilê xwe Di dilê wê de Gul veda Gula dilê wê çilmisiya Min bi ruhê xwe Di ruhê wê de Coşî pêk anî Coşîya ruhê wê bû alegorî Min bi evîna xwe Di dil û ruhê wê de Reng …
-
19 Tîrmeh
Veger Were
Veger were evîndaram. Te min u welatê xwe hêşt û tu çûyî, Ez li pey te digerim, te nabînim, Di kuçe û kolanan de digerim, Tu tuneyi, evîndara min tu tuneyî. Ez pirsa te biroj ji rojê Bişev ji hîv û stêran dikim, Ez li te digerim Ji berf u baranê te dipirsim Ez bi şev û roj li te …
-
19 Tîrmeh
Bîra netewekî di helbesta wî de veşartiye
“Xewn ji hêla wateya çi ferhengî çi hêmayî xwedî çend wateya ne. Min bi zanebûn ev sernav bi kar anî lew, wek şexs ez insanekî pîr im. Pîr bûn rê nade ku wek ciwanekî çend xewnan bi hev re bihizirî, bifikirî û ji bo wan têkevî hewldanê. Bi vê hêz û şiyana xwe encax dikarî barê xewnekê ragirî. Roja xatirxwestina …
-
11 Tîrmeh
Yekbûna Govde
Ji bo ku weko nîvekî tu bi nîvekî din re bibê yek dibê hemî pêjnên li dor te dihêwirin Dê û bavên te heval û hogirên te civak û ola te Giş hajî gava te hebin Lê heya ku ew tev agahdar dibin Û erê kirina hemiyan Li ser rûpel û belgeyan têne komkirin Tu ji dobareya lavên razîbûnê Sist …
-
6 Tîrmeh
Ez Şerwanim
Tu dilê xwe aş bike dayê Ez êdî bûm şervanê azadî yê Bêwîste tu li ber xwe bidî Dilawêr û arîlê bî Tê guhê min şev nîvê şevê Lorînên te dayê Li porêmin dide bayê Wekê destê te yê nerim dayê Li gula min baş binê re dayê Bila hertim geş bibe Ez dizanim aw çaxa ku tu av …
Hezîran, 2016
-
25 Hezîran
Helbesteke Yekemîn a Cegerxwîn
Şêx Ehmedê Xeznayê[1] 1 Dîlberek min dî bi çeşman Şubhetê însane ew Zulf li ser xalan bela bûn Her wekî reyhane ew 2 Zîne ya Şirîne yaxud Leyla a bintî ereb Ya Zulyxa ya zemanî Yûsifê Kenane ew 3 Nûhe ya İdrîse ya Zerdûşte ya Dawude ust Îsayê Meryeme yaxud Mûsayê İmrane ew 4 Rostemê Kurdî …
-
24 Hezîran
Evîn jî delal jî Xweda ê
Gewek bû sipî bû Li Ser asîman bû Difirî, azad bû Evîn bû Delal bû Ji ber işqe eş bû Qelem nivisî bû Qedere de cih bû Ew ser asîmana bû Ez bin erdê de bûm Ew difirî difirî Min le renî le renî Xwe ticar ne denî; Ser çiqe darekî Gewek gelek delal bû Navê we jî delal bû …
-
21 Hezîran
Du Efsaneyên Gundêreşo
Hemze û Nebî li gund hebûn Hertim azad û serbixwebûn Ew bûn nerihet, mizawir û cêrkesan Sed fend û hîle hebû li bal wan Çi baxçe û çi parêz, çi zêvî û çi jî rez Dirûçikandin wekî ku lê kelibîbe pez Nîvtazî bûn ew hem jî çîmçekel Aşaşoka dileyîstin li nav mexel Herdem li gaz û …
-
17 Hezîran
Taybet
Ji bo hemû jinên kurd û dinyayê bi van hingilan min çend zik zarok xwedî kirin, bi van destan hesp av dan min dan kutan bi dehan bedl nivîn girêdan lê xistin bi sedan tenûr nan pê têrkirin şervan, baran, stran… ez “Taybet” im biqasî ku defn nebim, ez “Taybet” im biqasî kulaşê min li kuçeyên Kurdistanê wek peykerekî goştî …