Ritmê Linga

((Wê çaxê ez derketim derve min bala xwe da ne Meyrema

Miho Begê li ser zîrkezîrka qundira ji mihela me ya jêrî tê))

Ji sitrana meyrema miho begê bi Dengê nemir: Bavê Selah

Ger awaz bi dîtina wê sewda nebê

û zurnecî û vexwendiyên ahengê

tev bayê semayê bi şahî

xwe bı ser dîmê fedok de bernedê

û ji tîna sewda dilê evîndar

ajalên çola hêdî hêdî kedî nebê

û xwedayê asîman seba xatirê ciwaniya wê

bi dilsozî mirova ji gunehên berê rizgar nekê

û serdana hemiyan ji buhuşta xwe re tekez nekê

û sazê peymana xwedahî

Ji dil de

bedna te nehejînê

Ma gelo wê katê zemawndê tev ne lal bê

Gava ew Govend

bê ritma lingên yarê li dar bê?

MAJêD A MIHEMED

Etîket: Helbest, ling, rîtim, Wêje

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Kurteya Romana ”Romana Hinara Dawî ya Dinyayê” ya Bextîyar Elî

Roman çima tên nivîsandin?

Bûyera Qîço

Giringiya edebiyatê di struktura netewî de tiştekî zêde zêde mezin e

Di Helbesta Kurdî Ya Klasîk De Bedîuzzeman

Çand Name

Edîtorê malperê – 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle