Tag Archives: Helbest

Hezîran, 2017

  • 18 Hezîran

    Helbesta Fitarê (Helbest)

    Mef’ûlû/Mefaîlû/Feûlûn   Îro Remezan jî bûye sêzde Hêvî ewe îd bê ser me nêzde   Sêzdeh ku xilas bû çarde têtin Piştî wê teqez dê pazde bêtin   Pazdeh dê bibit bira bo şazdê Şazdeh dê bo hevdeyê ve bazdê   Hejdeh diçe nozdeya delal e Hetta bibe bîst û bit kemal e   Bîstûyek û bîstûdo li dor e …

  • 17 Hezîran

    Rojbaş Mamoste

    Serê sibê zû Ber gulistanê Ji bo roja nû Çim dibistanê Rojbaş mamoste Her dem roja te Xweştir xelat e Çim dibistanê Ez amada me Ev şahî dem e Pênûs ji çem e Çim dibistanê Gel dost û biran Gel der û cîran Bêtirs wek şêran Çim dibistanê Çi berf û baran Çi jî biharan Ez keça Kurdan Çim dibistanê …

  • 16 Hezîran

    Alinc

    Dû dotinê Hêdî hêdî ji cî xwe rabû Û di bin germa despêka havînê Bîdon û meterê avê a cillikkirî Ji têra kera cûn derxist Şidande cilla kerê a sist Û ji mexelê pez Bi gavên giran û nelez Ber bi gola Kanîgewrê Şivanê dilê min kire bez Ji bo rake pez Li alincê ber bi deştegewrê Ava xwe dagirt …

  • 15 Hezîran

    Behar

    Beharan koç kir Konê cejna xwe rakir Û li rûyê germexakê raspard Tov û bizrên nûciwan Ji mirinê Belam li vejînê Bizrên azadiyê raspard Li axa pîroz Ku ji bav û kalan Ev e bo wan Pîroztirîn dawa û doz Tovên jiyanê Li germa havînê Tîna sincirîn xakê Û germtirîn axê Bi hestên dilane Terxan kire li dayika ro Terxan …

  • 14 Hezîran

    Rev li dil e

    Konê dilê evîndaran Mîna jaran ji vê halê Ber bi ķalê heftê salan Ger girtibe zeng ji gulê Û delalê hilgirtibe Barê çi be dil û qalê Barê giran ew li mil e Êşa dil e l-evîndaran Êşa giran li çav kil e Deng û awaz bi hewaran Birîndaran dike lawaz Bi tasewaz ji gulnaran Çi tu rêvî çi teyrê …

  • 14 Hezîran

    Hûn dizanin tûzik dermanê çiye?

    Tûzik li ser ava ye Av li binya mala ye Pîr nexweş e bela ye Tûzik dermanê dila ye Baranê rêşe rêşê Pîr nexweş e zehf dêşê Tûzik di dev de bigvêşe Tûzik dermanê dilêşê Rêya Tûzik ne dûr e Gola wê jî ne kûr e Tûzik Mendik, hê hûr e Dermane bêqisûr e Pîrê rabû ser piya Gazî kire …

  • 13 Hezîran

    Xezam

    Xezam zerî dilorînin Li van hêviyên  kevn û nû Di payîzê dibarînin Germhêstirkan ji çav û rû Çavên westîn li şev û roj Ku jiyanê kirine doj Ji ber jana çav û birû Dil ku nedî newroz-nûroj Newrozên min li wêran e Rojên tarî mazûban e Li dil her dem dûxan û dû Ev çi dem û çi dêran e …

  • 11 Hezîran

    Oh! NA! Na na, Na na, NA!

    Ez naxwazim NAxwazim Şevên tar û kederê Dilên ar û agirê Çavên sêwî li ber rê Bo dîtina xwe hevrê Li rê asê mabe rê Oh! NA! Na na, Na na, NA Ez Naxwazim NAxwazim Tu azad î li xwe binêr Der û dor tev gur û şêr Kincê tirsê bavêj biwêr Tu azad î tu şêr û tu mêr …

  • 10 Hezîran

    Helbesta Mirinê

    Mef’ûlû/Mefaîlû /feûlûn.   Wextek ku nexweş bûm ez li mal bûm, Hingê ji temen ve hêj ne kal bûm.   Derbas bû temen bo pêncî heştê, Porek sipî, lê hinek yê reş tê.   Hin car jî ji tayê sar û ji german, Daîm mi dixwar îlac û derman.   Şev ta sibehê, di niv nivînan Carcar dibûm ez şebîhê …

  • 10 Hezîran

    Bi Ev Nûr

    Di asoyên rêk û peyarêkên dûr Xewna gewre û geramî bi ev nûr Li wan çavên avzelalî ji mêjû Hiş û mejî bi can dibe bi ev nûr Li jiyanê xewna hişyar li ev rêk Bi rêk û pêk bo nûdestpêk bi ev nûr Ku çerx û dem hatibin parvekirin Çerx û dema te ye berxo bi ev nûr Dengê …