Konê dilê evîndaran
Mîna jaran ji vê halê
Ber bi ķalê heftê salan
Ger girtibe zeng ji gulê
Û delalê hilgirtibe
Barê çi be dil û qalê
Barê giran ew li mil e
Êşa dil e l-evîndaran
Êşa giran li çav kil e
Deng û awaz bi hewaran
Birîndaran dike lawaz
Bi tasewaz ji gulnaran
Çi tu rêvî çi teyrê baz
J-ev derd û naz neke hêvî
Ça birevî ji dil daxwaz
Rev li dil e dê serkevî?
Helbest; Mustafa Rêzan
Teşe; TERZERÎMA
Gotara berê: Temsîliyeta Kurdan Di Sînemaya Kurdî û Tirkî de
Gotara piştî: Nivîskarên Kurd û nivîsandina bi zimanên biyanî
Gotarên Têkildar
Giringiya edebiyatê di struktura netewî de tiştekî zêde zêde mezin e

