Dû
dotinê
Hêdî hêdî ji cî xwe rabû
Û di bin germa despêka havînê
Bîdon û meterê avê a cillikkirî
Ji têra kera cûn derxist
Şidande cilla kerê a sist
Û ji mexelê pez
Bi gavên giran û nelez
Ber bi gola Kanîgewrê
Şivanê dilê min kire bez
Ji bo rake pez
Li alincê ber bi deştegewrê
Ava xwe dagirt
Potikê bîdonê şil kir
Da ku hênik bimîne
Ew ava ku ji tam û eklê
Mîna şekir û jîn e
Û rêya mexelê pez dubare kir
Bi gotina “Eya mîrat”
Belê pezê xwe rakir
Li dora golê gerand
Ew pêzê gir û zom û rind
Û serberjêrî deştegewrê bû
Pêşî bizina pihoj
Paşê ya kol û ķara wê ya virnî
Û kera cûn, pezê mêşin
Wunda dikirin roj
Ji dû û dûxana rimlikê
Destpê dikir şahiya şivên
Ji leşkerê giran
Dida ser deştegewrikê
Li pirêzên nûçinîn
Ber bi deştê ve diçûn
Û diherikîn
Li alincê
Mustafa Rêzan
13.06.2017 Amed
Nîşe;
- Kanîgewrê, li navçeya Şemrexê kaniyek ku li ber ava wê golek çêkirinin.
- Deştegewrê; Deşta Şemrexê ye.
- Rimlik; Ew ax e ku ji çûn û hatina pez, dibe wek ard û arvan. Û dûxaneke tîr radibe li ber lingê heywên. Bi zêdehî demsalên havîn û payîzê de ax wusa dibe.
- Alinc; Çêrandina pez a dema navbera nîvro û esir e.