Behar

Beharan koç kir
Konê cejna xwe rakir
Û li rûyê germexakê raspard
Tov û bizrên nûciwan
Ji mirinê
Belam li vejînê
Bizrên azadiyê raspard
Li axa pîroz
Ku ji bav û kalan
Ev e bo wan
Pîroztirîn dawa û doz
Tovên jiyanê
Li germa havînê
Tîna sincirîn xakê
Û germtirîn axê
Bi hestên dilane
Terxan kire li dayika ro
Terxan kire zaro

Behar zerî zelal ma
Di şikeftên neyarçavan
Û ķer û lalbûnî
Bû, serdestê dilê wan
Da bêhaydar bin
Li evîna havînê
Evîna jînê
Jîna xeyalên bêsînor
Ku xwe nîşan dide
Hêvî û daxwazan dilivîne
Dû barana keskesor
Dihebîn û dievîne
Xeyalên bêsînor

Mustafa Rêzan
13.06.2017 Amed

Etîket: Helbest, Mustafa Rêzan, Wêje

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Roman çima tên nivîsandin?

Bûyera Qîço

Giringiya edebiyatê di struktura netewî de tiştekî zêde zêde mezin e

Di Helbesta Kurdî Ya Klasîk De Bedîuzzeman

Helbest | Car caran difikirim

Şîroveyekê bihêle