Xezam zerî dilorînin
Li van hêviyên kevn û nû
Di payîzê dibarînin
Germhêstirkan ji çav û rû
Çavên westîn li şev û roj
Ku jiyanê kirine doj
Ji ber jana çav û birû
Dil ku nedî newroz-nûroj
Newrozên min li wêran e
Rojên tarî mazûban e
Li dil her dem dûxan û dû
Ev çi dem û çi dêran e
Reşdêran e, li jîna dil
Ku azad nebe ev bilbil
Zêrîn qefes zindan e mû
Û porê gevçil bo ev dil
Mustafa Rêzan
13.06.2017 Amed