Mef’ûlû/Mefaîlû/Feûlûn
Îro Remezan jî bûye sêzde
Hêvî ewe îd bê ser me nêzde
Sêzdeh ku xilas bû çarde têtin
Piştî wê teqez dê pazde bêtin
Pazdeh dê bibit bira bo şazdê
Şazdeh dê bo hevdeyê ve bazdê
Hejdeh diçe nozdeya delal e
Hetta bibe bîst û bit kemal e
Bîstûyek û bîstûdo li dor e
Takû biçe bîstûçar li jor e
Piştî wê jixo tê bîstûpênc e
Bîstûşeşê deyne ber de sênc e
Paşê dê biçin bo bîstûheftê
Hetta bigihên bo bîstûheştê
Bîstûnehê dê rojek bimîne
Êdî kederê ji dil derîne
Ya dî Erefat e hem pîroz e
Nêzîk bûye îd çi xoşî roz e
Va min bo anî dem bo cejnê
Da hûn tewînin li ber wê bejnê
Cejna we tevan ji dil pîroz bit
Keyfa wê rojê mehûj û goz bit
Hetta Remezanekî dî hatî
Şertê bibe xweş ji dil biratî
Dilkul dê dîsa ji bo we bêje
Dê her durr û yaqûtan birêje
Dilbikulê Cizîrî