Jiyan di evînekê bê sînordaye, Evîn di jiyanê daye, Lê armanc bê hidude, Tu sînor di armancê de tuneye. Jiyan û armanc ku bi hevra bin jiyan xweş e Jiyan evînek xemilandiye li nav, baxçeyên gulan. Kê dikare bersîva evîne bide Kê dikare wê nîşan bide. Kê dikare jibona pêlê evînê canê xwe bide? Û xwe feda bike. Jibona nergiz …
Hezîran, 2017
-
25 Hezîran
Kawa Nemir zêdetir ji 7 hezar helbest wergerandine Kurdî
Nivîskar û helbestvanê binav û deng Kawa Nemir ku berhemên nivîskar û helbestvanên Ingilîz, Emerîkan,Îrlandî û Tirki kirina malê Kurdî û li Enqera paytexta Tirkiyê danasîna pirtûka xwe ya nû kir. Kawa Nemir derbarê wêjeya Kurdî got hewceye xwînerên Kurd xwedî zimanê xwe derkevin nexwe dê wêjeya Kurdî jî winda bibe. Helbestvan, wergêr û nivîskarê gewre yê Kurd Kawa Nemir …
Sermawêz, 2017
-
23 Sermawêz
Hestên Hinava Şewitî
şîn û şahiya temen li ser hestên hinava şewitî nîgar dikim tîra bêbextiyê ji kevana xwe pekî û di kezeba şadiyên min re çû xwarê kulîlkên qedera çilmisî dîsa li ser axa tirba min şîn dibin tûrikê kul û kederên jiyana fanî li ser pêlên rûbarên mirina ebedî dadiweşînim bi saya xweşbînî û kamilbûna xwe sifreya ilmê exleqa durist li …
-
22 Sermawêz
Helbestvan Şêx Mîzbah helbesta Kurdî nas kir û pê re xwe nas kir
Helbestvan Şêx Mîzbahê Farqînê, alîm û helbestvanên kurdên weke Şêx Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Siyahpoş, Melayê Bateyî, Şêx Ebdurrehmanê Aktepeyî, Feqiyê Teyran, Tîrêj û Cegerxwîn bandor li wî kir û ew jî bû yek ji dîlgirtiyê helbesta Kurdî. Gotenek pêşiyên Kurdan dibêje ku temen wek duvê masî ye, dişemite ji destê mirov û diçe… Wekî heval û hogirên xwe temenê …
-
15 Sermawêz
Festîvala helbesta Kurdî li Qamişlo hat birêvebirin
Li Bajarê Qamişlo li Hola Zana Fistîvala hebesta Kurdî ya 22 yemîn aliyê Yekîtiya Helbestvanên Kurd hat lidar xistin. Berî kirîza Sûriyê helbestvanên Kurd bi nihênî û li gundan û dûrî çavê hêzên istixbarata Sûriyê, helbestên xwe yên Kurî digotin, lê niha helbesta Kurdî ji her demê zêdetir serbest bûye û helbestvan, bê tirs ji girtin û lêdanê, beşdarî festîvala …
-
14 Sermawêz
Kurdistan-Mihemed Elî şakir
Kurdistan ger tu nebî Jîn û jiyan bo çiye Mal û zêrê vê dinê Ew bo min tiştek niye Xabûr û dicle û ferat çem û rûbarê tene Efrîn û hewlêr û wan Neqş û nîgarê tene Li ser perda dilê xwe Min neqşê te lê kirî Di nav herdû çavên xwe Min cihê te çê kirî Kurdistan ger tû …
Cotmeh, 2017
-
24 Cotmeh
Ji Dildarê Mîdî helbesta Kerkûkê
Her ji Kerkûk dest pê dikim Min pênûsên xwe de girt ji pêjeyên neqandî Tabloyek min neqişand bi zêrê zer helandî Kerkûk mishefa Kurda min bi desta pelandî Her wê pîroz bimîne parastî û hilandî Biryara xwe me daye veger ji dozê nema Gul pişkivîn ji xara xemlîn şax û lema Me bi xwînê avda ye mîna cobar …
-
2 Cotmeh
Bê Te
Şevekî tarî de were Destê xwe bide destê min Dilê min di tarî û barîyê de ye, li vir Bibe ronahîya dilê min Bila zivistan be çile be ! Germahî û hebûna te bes e ! Bila şev kûr û dûr bin Di xewnên şevan de jî Bi te re zeman çiqas xweş e ! Hîva min ! Tava min Roja min, rojbaşa min …
Îlon, 2017
-
19 Îlon
Strana Serxwebûnê
Bîst û pencê vê ilûnê Refranduma serxwebûnê Erê erê bo hebûnê Bijî bijî serxwebûnê. Kurdno! Rabin bilezînin Nasnameya xwe bistînin Bi yek dengî bilîlînin Bijî bijî serxwebûnê. Bela canên gorbihiştan Şad -aram bin li goristan Navbilind bin li Kurdistan Bijî bijî serxwebûnê. Şerefxan û Mîr Bedirxan Nehrî û Pîran û Barzan Her zindî bin li Kurdistan Bijî …
-
18 Îlon
Senfoniya Giyan
ez rêwiyê keştiyeke li diyarên bêxwedî asê mayî me pêlên okyanûsa nava min di pêl avêtina ser pêlên xwe de xeniqîn rojan ez mişextî reştariya konçalên bêbinî kirim birîneke xedar di gewriya min de qalik girtiye her roj giloka êşên bêderman dadiqurtînim zimanê keskesora nava min ker û lal e bedenê min di jana bêxewiya şevan de dilerize xeyalên şîrîn …