gelo kengê gerdûn roj da
ango zayîn bi rojê hat
tevlêhevî xwe dabû der
erd qelişî, xaz teqiya
toz û dûmana ewrên reş
çawa bi demê re çû alî
bê şik xweza xwe kir jiyan
pêşî lehî rabûn
paşê jîn hat ser erdê xizan
bi salên dirêj û bê temen
xwe saz dikir bi zanistî
ava ser rû xwe da alî
vekir qadên nû yên jiyan
hemû giyanewer rabûn
ber roniyê ve meşiyan
pergal saz bû bi keda berz
dem, demsal û roj û şev
dane du hev hatin îro
qonax bi qonax, qirne bi qirne
roj hat sedsal bû bîst û yek
ji ber du aliyên zayîn berdewam kir ew hevbeşî
ligel şer û pevçûnan jî ji hev neçûn goşt û hestî
xwe diveşart hestên bêar
ne dihewî di hundir de
dixwest bijî bi xwezayî
hêzê bigire ji wê germê
da ku roj ji nû ve bizê
6 Adar 2001
Salih Turan
Dayik Bê Roj in
Weşanên Noş
Hezîran 2014