hew dibarin hêsir ji dilên qurifî
fera çavan bi beza xemrevînê
Cembeliyê kurê mîrê Hekaryan dilive
dîroka evînên bêmiraz dide ber piyan
dişîne nav dojehên bihuşta rengîn
di ber cihokên sor de herikandine
pêlên kirêtkirî ji ber xwe dane alî
mebestên pîroz,
vîna bêkêmasî
li rûyê parşumanên nûhatî
tîpên hêsirên nirxecewherîn dirêje
yek bi yek bi bîr tên
hemû pêhatiyên dilweşîn û bê serkeftin
ku li rabirduyê laşên evîndaran bizotine
ew ligel kelem û girêkên noker
digihên asoyên temaşeya xwe
bi nirxên giran firotine bêmirazên dilqurifî
mîna guhartinên çapgeriya hemdemî
ew jî tîpên li ser parşumenan
bi dirûvên nûjenî li ser hîmên pêşî û îcatkarên xwe
bi beza xemrevînê Cembelî û fidakarî û dilsoziya Binefşa koçer
ji nû ve dirêsin ji hêsirên nirxecewherîn
hunê jî têbigihên ku bihuşt
li ber wî deriyê ji serpêhatiyên têkçûyî hatiye felişandin
veşariye.
31 Çile – 01 Sibat / 2002
Salih Turan
Dayik Bê Roj in
Weşanên Noş
Hezîran 2014