li deryayên nenas masîgirek im
di keleka çîtikî de bi darebêran
bi hêrsa berhevkirina goştê bi dasîk
ji xwe diçim
mil diçin û tên
çav li deryayê zîqkirî ne
li şopa beriqîna avê digerin
ber bi êvaran asê dimînin
av, awêneya rojê ye li wir
koçberiya min e ev
hunê ji ku zanibin diyarî ye
ji rabirduyê maye
piştî êşên bêbext
li dû keda xwedawendî
tevî zar û zêçan
di rojeke şilî û tarî de
piştî li piştê û ketibûm rê
ji wê roje ve bihûşt li min nayên
êşa min kûrtir dikin
tenêtiyê ‘li wir û vir’an dijîm
li rêyeke bê çûyîn û hatin digerim
diçim xeyalên zozanan:
li ber keriyek pêz şivan im,
straneke dengbêjî diqîrim,
hemî lawir li min kom dibin,
çiya bejna xwe ditewînin,
bêyî baskan difirim
ax û wax li min…
gelo çima mirov diveciniqin,
dûv re jî tên ser hişê xwe!
ma xewn û xiyal nikarin demdirêjtir bin
ez ku li benda cîke cîka çûkên beyaniyê me
çima bi vizîniya motoran radibim pê,
xwe li nav qerabalixa mirovan dixim,
bi rojan gêj digerim;
ya talî, dibim sermestê xiyalên xwe
12 Hezîran 2002
Salih Turan
Dayik Bê Roj in
Weşanên Noş
Hezîran 2014