Tag Archives: Çîrok

Sermawêz, 2016

  • 28 Sermawêz

    Donald Trump Ji Nisêbînê Ye (Henekbêjî)

    Hemşariyê me Trump eşkere û vekirî dibêje ku kêfa wî ji kurda re tê. Ew heyrana çavên me ye û em Nisêbînî bi hesreta dîtina wî ne. Peyvek ku kurda heq kiriye, ji dil û bi zimanekî xweş dihêne zimên. Merdî, lehengî û fedekariya kurda tê zanîn, lê bi derengî be jî, dema ji hêla rêvebirekî nasdar û bihêz bê …

  • 27 Sermawêz

    Yê Bêaqil Kî Ye?

    Rojekî rojan, di gundekî de kalek hebûye. Ev kal xweyê du zarên kurîn bûye. Wextê kalik nexweş dikeve tê li ber mirinê, gazî her kurên xwe dike û ji wan re wesiyeta xwe dike.  Dibêje: “Lawên min ên delal, Ez êdî nêzîkê mirinê me, ji ber vê daxwaziya min ew e ku hûn ev kîsika tijî zêr bidine wî merivê …

  • 26 Sermawêz

    Aşê Resê Xecê-Çîrok

    Osê derket ser bana xênî, li ber pixêriyê rûnişt, pişta xwe da dîwarê pixêriyê, her du lingên xwe dan ber hev û kişand ber singê xwe, herdu destên xwe jî li jinûyên xwe pêçan, dûvre li der û dora xwe nêrî. Ezman çîksayî bû. Ba nedihat. Telpek ewrê spî li nava ezmên ber bi başûr ve hêdî hêdî xij dibû, …

  • 24 Sermawêz

    Sira Jiyanê Qijikê

    Dayika bazê ciwan wisa temî li wî kirin (shîret dan wî): “Lawê minê delal, jiyana me bazan pir dijwar û bi xeter e. Pêwîst e tu xwe herdem biparêzî. Jibo me nêçir karekî pir bi zahmet e. Bi piranî em nêçirê xwe ji dûr ve, yan jî ji jorde dibînin. Dema ku em xwe berdidin ser nêçirê, em pir bilez …

  • 12 Sermawêz

    Pîra Gêzikçêker

    Hebû tune bû. Pîreke gelek feqîr hebû. Li malê gêzik çêdikirin, dibir difrotin û debara xwe pê dikir. Êvarekê dema ji çêkirina gêzikan gelek diweste axîneke kûr dikişîne. Dibêje: “Carekê mirov çi bixwesta daxwaza mirov bihata cih çi qas xweş dibû. Min dizanî min dê çi daxwaz bikira: xaniyekî nû, li ser masê min ê nan û qehwe tim amade …

  • 11 Sermawêz

    Destana Dewrêşê Evdî û Evîna Edûlê

    Destana Dewrêşê Evdî û evîndarîya Edûl a Paşê ; mîna Mem û Zîn, Siyabend û Xecê destanê Kurdan yên herî navdar in. Dewrêşê Evdî destanek Kurda ya netewî ya Evîndarî û qehremanîyê ye. Destana Dewrêşê Evdî ku têde derbas bûye, ne demeke pir kevn e. Lê mixabin ji ber derfetê nivîsandina Kurdan tunebûye ew jî ketîye bin xetera ji bîr …

  • 10 Sermawêz

    Çîroka Ava Kaniya Xêrê û Civaka Kurd

    Di demekê de li Mesepotamyayê xêrxwazekî an ku  tucarêkî pez dibêje, bila xêra dê û bavê min be, kaniyeke avê çêdike. Li navbera du girên zuwa, bê av kaniyeke avxweş datîne  û derdorê wê ji bo karwan û rêwiyan amade dike. Ew tacirê xêrxwaz radibe, li ser wê kaniya xwe wuha dinivîse û dibêje: Ev ji bo her kesekê rêbûwar …

  • 8 Sermawêz

    pîrê û rovî

    Hebû tunebû pîrek û rovîyek hebû. Pîrê her roj mangeya xwe didot û şîrê xwe dikir bin teştekê û diparast. Rovî yek jî, her roj, bi dizi dihat mala pîrê û sire wê vedixwar. Pîrê meraq dikir: Gelo ew kî ye Şerê manga min vedexwe? Rojekê pîrê bivirekî tûj dike destê xwe û dipê. Rovî dîsa tê ku şîr vexwe. …

  • 8 Sermawêz

    Dîkil Axa

    Hebû tunebû, pîreka cadûkar û dîkekî wê hebû. Rojekê pîrê gava mala xwe dimalişt serîyekî çortan li erdê dît, danî ser kulekê. Dîko çû nikul li seriyê çortanî da. Gava pîrê ev yek bihîst çû, şûnikek li qorrika Dîko da. Dîko jî nikul li çavê pîrê da. Pîra cadûkar berra Dîko da. Dîko ji tirsa canê xwe bazda derva. Çû …

  • 6 Sermawêz

    Çûk, dar û ava zêr (Çîrok)

    Bişev, Şehrezadê dest pê kir û çîroka, çûk, darê û ava zêr ji Şah re got. Demekê şahekî îranî, bi navê Xusrewşah hebû ye. Şah di zarokatiya xwe de, bihîstiye ku Harûnê Reşît wek mirovê xizan kincan li xwe dike û li nava gel digere. Xusrewşah ji wî aweyê wî gelekî hez kiriye. Ji xwe re gotiye ku: “Dema bavê min biçe ser …