Çûk, dar û ava zêr (Çîrok)

Bişev, Şehrezadê dest pê kir û çîroka, çûk, darê û ava zêr ji Şah re got.

Demekê şahekî îranî, bi navê Xusrewşah hebû ye. Şah di zarokatiya xwe de, bihîstiye ku Harûnê Reşît wek mirovê xizan kincan li xwe dike û li nava gel digere. Xusrewşah ji wî aweyê wî gelekî hez kiriye. Ji xwe re gotiye ku:

“Dema bavê min biçe ser dilovaniya xwe û ger ez bibim Şah, ez ê jî mîna Harûnê bikim.”

Dema Xusrewşah mezin dibe, bavê wî diçe rehmetê, ew dibe Şah.

Êvarekê ew û wezîrê xwe kincên xwe diguherin û derkevin ku bigerin. Gava bi kolanekê de berjêr diçin, pencereyeke vekirî dibînin û li hundir dinêrin. Li hundir sê xwîşkên ciwan ji xwe re dipeyivîn. Ew di derheqê kesên ku dixwazin pê rê bizewicin de diaxivîn.

Xwîşka herî mezin:

“Ez ji nanê xweş, hez dikim. Ji ber vê ji ez dixwazim bi nanpêjê Şah re bizewicim. Ji bo ez kanibim nanê xweş bixwim.”

Xwîşka navîn:

“Ez jî ji xwarinê pir hez dikim û dixwazim bi aşpêja Şah re bizewicim.”

Xwîşka biçûk pir bedew bû. Dengê wê jî gelekî xweş bû.

Wê jî got:

“Min Şah dît. Mêrekî pak û bawer dikim mirovekî baş e. Ez dixwazim bi Şah re bizewicim.”

Şah ji wezîrê xwe xwest, ku ew sibê van her sê qîzan bîne ba wî.

Roja din her sê xwîşk anîn pêşberî Şah. Şah ji wan re got:

“Gelo ma tê bîra we, ku do êvarê we çi daxwaz dikirin? Ez li der, li ber pencerê bûm. Min li we guhdarî kir û gotinên we bihîstin. Daxwazên we wê pêk bên. Tu yê bi nanpêjê min re, tu yê jî bi aşpêjê min re bizewicî.”

Dawiyê Şah fitilî ser keça biçûk a navê wê Fatma û jê pirs kir:

“Ma tu yê bi min re bizewicî?”

Her du xwîşkên Fatma bi nanpêj û aşpêjê Şah re zewicîn.

Fatma jî bi Şah re zewicî û bû keybanû.

Xwîşkên Fatmayê bi vê rewşê gelekî aciz bûbûn û digotin:

“Em ji wê mezintir, xweşiktir û biaqiltir in, çima Şah, ne bi me, bi wê re zewicî?”

Her du xwîşk difikirin ku wê çawa karibin Fatmayê ji Şah bidin berdan.

Piştî salekê, pê hesiyan ku wê zarokekî Fatmayê bibe. Çûn cem Şah û jê daxwaz kirin, eger di dema Xwedê dayina zarok de li ba xwîşka xwe bin. Şah ev xwesteka wan qebûl kir û ew hatin cem Fatmê. Dûre kurekî Farmayê çêbû. Wan lavik kirin sandoqekê û birin çem avêtin nav avê. Dawiyê jî cewrikekî kûçikan birin û ji Şah re gotin:

“Ev pitikê Fatma ye.”

Şah gelekî xemgîn û hêrs bû.

Sandiqa ku pitik tê de ber bi avê hat û gihîşt nêzî baxçeyê Şah.

Cemîl baxçevanê Şah û mêrekî baş bû. Karkerekî baxçe li kêleka çem di nava gihayê de saniqa ku pitik tê de bû dît û anî da Cemîl. Zarokên Cemîl tune bûn. Wî û jina xwe biryar dan heke vî pitikî weke kur ji xwe re xwedî bikin.

Sala din dîsa kurekî Fatma çêbû. Lê hîn ew baş nehatibû ser hişê xwe, cardin xwîşkên wê pitik xistin saniqê û avêtin nav çem.

Xulaman, ew sandiq jî dîtin û anîn teslîmî Cemîl kirin. Bi wî aweyî du kurên wî çêbûbûn.

Li ser vê Şah pir hêrs bû û ji xwe re sond xwar, eger ku careke din ji wê cewr çêbe, ewê Fatmayê berde.

Zaroka Keybanû Fatmayê ya sêyemîn keçek bû. Her du xwîşkên wê dîsa ew keç jî xistin sandiqê û birin avêtin çêm. Sandiq li tenişta çêm li derekê sekinî. Yekî ew dît û bir da Cemîl. Nuha du kur û keçeke wî hebûn.

Şah Fatma xist odeyeke li ser rê. Daku xelkê here û bê, bila vê, ya ku zarokek nedabû wî bibînin û ew şerm bike.

Her sê zarok mezin bûn. Ji wan keçeke bedew û du xortên çeleng derketibûn. Navê xortekî Behman û yê din jî Perwîz bû. Ev navana navên Şahên îranê yên berê bûn. Navê keçikê jî kiribûn Peyrîzad.

Di dû gelek salan re Cemîl, li gund xaniyekî baş kirî. Li dora xênî baxçeyekî xweşik çêkir. Dûre çû cem Şah, destûra xwe jê xwest û got:

„Ez êdî kal bûme, dixwazim dev ji karê xwe berdim û tev zarok û jina xwe ji xwe re li mala xwe rûnim.“

Şah destûra Cemîl dayê.

Piştî çend salan Cemîl û jina xwe her du çûn rehmetê. Wan ji Perwîz, Behman û Peyrîzadê re çîroka wan negotibûn. Ew di xanî û baxçeyê xwe yên xweş de bi aramî dijiyan.

Rojekê jinek pîr hat mala Peyrîzadê. Peyrîzad pîr hinekî li baxçe gerand û jê pirsî:

„Ez dibêm, ev mal û baxçeyê me pir xweş in ne?“

Jina pîr:

„Belê, lê sê tiştên we kêm in.“

Peyrîzad:

„Ew çi ne? Ka bibêje emê wan jî peyda bikin.“

Pîrê:

„Yek; çûka dipeyive, dudu, dara ku stranan dibêje û a sêyem jî ava zêr e. Di erdê de bîrekê bikolin û ava zêr berdin wê bîrê. Ew bîr wê tu caran bê av nebe.“

Peyrîzad:

„Lê ez ê wan li ku derê bibînim?“

Pîrê:

„Divê, tu bîst rojan bi rê de biçe. Roja bîstan ew mirovê ku pêşî tu rastî wî / wê hatî, jê pirs bike. Ka çûka dipeyive, dara distrê û ava zêr li ku ye?“

Behman dema êvarê hate mal, bala xwe dayê xwîşka wî Peyrîzad gelekî difikire û xemgîn e.

Sedema vê meraq kir û jê pirsî:

„Xêr e, xwîşkê ma çi qewimiye. Çima tu wisa xemgîn î.“

Peyrîzadê ji wî re, tiştên ku pîrê jê re gotibûn, dubare kirin.

Behman:

„Ez ê ji te re wan bibînim û bînim. Ji bo vê ez ê sibe bi rê kevim.“

Peyrîzad:

„Na, na! Dibe ev xeter be. Ez naxwazim tu biçî.”

Behman:

„Ji te re, ev cam bila li cem te be. Gava ku ez di ewleyiyê de bim, va cama wê zelal be. Heger bi xumam be tê zanibe ku ez di xeterê de me.“

 

Behman ji bo rêvîtiya bîst rojan bi rê ket û çû. Roja bîstan li kêleka rê li kalekî rûniştî rast hat.

Behman silav li kalo kir û jê pirsî:

„Ez ji bona Çûka dike galgal, dara disitirê û ava zêr, ji dereke dûr têm. Gelo tu dikare ji kerema xwe re ji min re bêje; divê ez ji vir ber bi kuderê ve biçim?“

Kalemêr bersivand:

„Belê, ez Dikanim bibêjim, lê xetereke mezin heye. Tu, wî çiyayê bilind dibînî? Tê herî rexê wî çiyayî, tu yê li wir gelek kevirên reş bibînî û hin dengan bibihîzî û wê ji te re çêran bikin û bixwazin tu şûnve vegerî. Ew kevirên reş hemû kesên ku hatine li çûka dipeyive, dara sitranan dibêje û ava zêr digeriyan, in. Lê wan li pişt xwe nêrîne û bûne kevir. Divê tu qet li dawiya xwe nenêrî. Biçe ser çiyê. Tu yê li wir Çûka Dipeyive bibînî. Ew çûk wê ji te re cihê dara disitirê û ava zêr bibêje.“

Behman hat ber wî çiyayê bilind û ew kevirên kalo qala wan kiribû dîtin. Gava ber bi jor ve hilperikî, dengê qîrîn û çêran bihîst. Lê wî berdewam kir.    Roj pir germ û rê gelekî çetin bû. Kevirek ji bin piyê wî şemitî û gêr bû. Hindik mabû ku Behman biketa.    Lê rabû ser xwe û li paş xwe nêrî.

Dema Behman li paş xwe nêrî, ew jî bû kevirekî reş û li wir ma.

Peyrîzad li camê nêrî. Cam bi xumam bû. Fêm kir ku Behman di halê xerab de ye.

Peyrîzadê ji birayê xwe Perwîz re got:

“Birayê me di rewşeke nebaş de ye. Divê em biçin, alîkariya wî bikim.“

Li ser vê Perwîz got:

“Ez ê biçim hawara birayê xwe.”

Perwîz ket rê û çû. Dawiyê li mirovê kal rast hat û jê pirs kir:

„Apo! Gelo, birayê min di van deran re derbas bû? Ew li çûka dipeyive, dara disitirê û ava zêr digeriya.”

Mêrê kal got:

“Belê, xortekî pir dişibiya te, di wir re derbas bû. Ew pirsên tu dibêjî ji min kir û min rê şanî wî da. Min jê re got gava tu derketî serê çiyê û te dengin bihîst, divê tu li pişt xwe nenerî. Lê mixabin wî li ser deng li paş xwe nêrî û ew bû kevirekî reş.”

Perwîz hat hinda çiyê û pê de hilkişiya. Dema diçû ser çiyê, dengin hatin wî, lê ew venegeriya û dom kir.

Dûre dengekî wek ê birayê wî hat û jê re got:

“Ka vegere!”

Li ser wî dengî çaxa Perwîz zîwirî û li paş xwe nerî ew jî wek yên din li qeraxê çiyê bû kevirekî reş.

Dema Peyrîzad fêm kir ku herdu birayê wê di halê ne baş de ne, ew jî bi şopa wan ket.

Ew jî hat gihîşt cem kalê û pirsa wan jê kir.

Kalo ji Peyrîzadê re bûyer giş got û ji bona ew jî nebe kevir ew hişyar kir.

Peyrîzadê got:

“Ez ê paçikan bixim guhên xwe da ku ez tu dengan ne bihîzim.”

Peyrîzad bi çiyê de hilperikî. Ji pişt û her alî wê de gelek deng dihatin. Lê wê ew dengana nedibihîstin.

Dawiyê giha serê çiyê û Çûka Dipeyive dît. Ji guhên xwe paçik deranîn û ji çûkê pirsî:

“Gelo ma ez ê karibim dara disitirê û ava zêr li ku derê bibînim?”

Çûk:

“Wan e, li wir in! Ma qey tu nabihîzî waye dar sitranan dibêje? Ji wê darê qetekî jêke û li baxçeyê xwe biçîne. Ew ê mezin bibe û bibe dareke mezin. Dûre hinek ava zêr bixe şûşeyekê û bibe berde bîra ku we li baxçeyê xwe kolaye. Ew ê jî bibe bîreke avê.”

Peyrîzadê got:

“Lê, ez ê çawa karibim her du birayên xwe rizgar bikim!”

Çûk:

“Tu yê li kêleka darê tasekê bibînî. Wê tasê di avê de bike û her kevirekî reş hinek avê lê bike. Ew kevir wê dîsa vebijîn û bibin mirovên berê.”

Peyrîzadê bi xwe re Çûka dipeyive, dara sitranan dibêjê û hinek ava zêr anî û cardin hat etegê çiyê. Ji bona keviran dîsa bike mirov, taseke av jî bi xwe re anî.

Peyrîzadê bi wî aweyî birayên xwe bi saxî anîn malê.

Dar li baxçeyên xwe danî. Ava zêr jî berdan bîra xwe. Ji Çûka Dipeyive re jî li hundirê malê qefesek zêrîn çêkirin û ew xistinê. Ji der doran gel dihatin û li wan dinerîn. Şah jî ew tişt bihîst û hat bi xwe bibîne.

Şah bîra zêrîn û dara disitirê dît û ji wezîrê xwe re got ku:

”Ez dixwazim xwediyê wan tiştên xweşik bibînim. Belkî ew Çûka dipeyive jî şanî min bikin.”

Gava Behman û Perwîz ji malê derketin Şah ew dîtin û got:

“Ma ji bo çi keybanûyê zarokên mîna van neda min. Nuha zarokên min jî wê di temenê wan de ba na. Çima Keybanûyê zarokên lav neda min!”

Dûre Behman û Perwîzê Şah birin hundurê malê. Dema wî Peyrîzad dît ji xwe re got:

“Rûyê wê jî dişibe ê Keybanûyê. Ax, ji bo çi Keybanû keçek wek vê xweşik neda min.”

Peyrîzadê Şah bir ba Çûka Dipeyive û ji çûkê re got:

“Ev Şah e. Ji kerema xwe re pê re bipeyive.”

Çûka Dipeyive:

“Ya Şah, ez ji we re temenekî dirêj û bextewariyê dixwazim. Ma gelo hûn dixwazin tiştekî ji min pirs bikin?”

Şah:

“Erê, ka ji min re bêje, ma ji bo çi, wek wan kurên min ên çeleng û mîna Peyrîzad keçek min a xweşik tunin?”

Çûkê got:

“Ew kurê te ne û Peyrîzad jî keça te ye.”

Di dûv vê gotinê, Çûka Dipeyive ji Şah re çîroka kirinên her du xwîşkan ji serî heta binî giş gotin.

Çûka dipeyive ji Şah re got:

“Ji her du kuran bipirsin. Bila ew rastiyê bibêjin. Bihêle bila keybanû zarokên xwe bibîne û bila dîsa ew bibe keybanûya te.”

***

Şehrezadê got:

“Bi wî aweyî her tişt bi bextewarî bi dawî bû. Ev çîraka Dotmîr û du birayan bû. Ez bi çîrokek sê bira yên ku dixwestin bi Dotmîrekê re bizewicin jî dizanim. Gelo padîşah wê çawa bizane, ji wan kîjan dikare keça wî dilşad bike? Ya Şah belkî hûn bersîva vê zanibin?”

Şah got: “Na, ez besîva vê nizanim. Lê sibê berî rojhilatê tu karî vê çîrokê ji min re bibêjî.”

Çavkanî: Abdulkadir ULUMAKSAN-ÇÎROKÊN HEZAR Û YEK ŞEVAN – VII

Enstituya Kurdi

Derbar ziman

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply