Aşê Resê Xecê-Çîrok

Osê derket ser bana xênî, li ber pixêriyê rûnişt, pişta xwe da dîwarê pixêriyê, her du lingên xwe dan ber hev û kişand ber singê xwe, herdu destên xwe jî li jinûyên xwe pêçan, dûvre li der û dora xwe nêrî. Ezman çîksayî bû. Ba nedihat. Telpek ewrê spî li nava ezmên ber bi başûr ve hêdî hêdî xij dibû, diherikî û her diçû biçûk dibû. Dûyê tendûran ji kulekan hildikişiya, ber bi ezmên ve wek ejdîhayên xewr xelekên biçûk xêz dikirin û bilind dibûn. Her çiqas bilind dibûn xewriya xwe wenda dikirin, her diçûn spî dibûn, belav dibûn û paşê di nav şînayiya ezmên de wenda dibûn.

Osê demeke dirêj bêyî ku xwe bilivîne, bi wî awayî rûniştina xwe domand. Destê xwe avêt bêrika çakêtê xwe, li tiştekî geriya, nedît. Piştre bêrikên pantolên xwe se kirin. Di wir de jî tişta ku lê digeriya nedît. Tû erdê kir, mûrizê wî tirş bûbû. Destê xwe da ber guhê xwe ku stranekê bêje. Lê kêfa wî ne li cih bû. Dev ji stranê berda û xwe bi xwe axivî. „Çi rojeke bêyom! Nêzî deh bêderan li ber bayê ne, bayê mîrat nayê ku xelk bêdera xwe li ba bike. Ew jî şensê ,min e. Di mal de çengek ard jî tune. Zaro dê çi bixwin niha?..“

Gundiyên ku ji kal û pîran pêkhatî, dirgan û melêv di destan de wek leşkerên di alarmê de amade, li benda hatina bayê bûn ku bêderên xwe bidin ber bayê.

„Îsal şikir ji Xwedê re, baran tune…” li taxa hember, bi dengekî bilind qêriya Apê Huso.

“Lê ba jî tune…” got û ew bersivand, Sidîqê Şapê.

“Heyran bira baran tune be, çawa hebe ew ê ba bê..” got kalekî din

“Eger biroj bayê kurr neyê, dê êvarê bayê reş bê. Em ê bêderan bidin ber bayê reş. Him zaro jî tên alîkariya me…” û bi hîrehîra wî keniya Apê Rizo.

Lê mele di cih de ew bersivand:

“Bêedebê bêmerhemet! Mirovên merhemeta wan tunebe, îmana wan jî di şikê de ye! Ciwan ji sibehê hetanî evarê, pozên wan li erdê, bêyî ku pişta xwe rast bikin, dasê dikêşin, tu li vir ji sibehê hetanî êvarê gunikên xwe mist didî, dîsa ji çavên te lê ne ku tu wan sebiyan bi şevê jî bidî xebitandin. Xwedê me islah bike! Tobe Yarebbî!..”

Apê Rizo dengê xwe birî, cixareyek ji bêrika xwe derxist û vêxist. Osê ji cihê xwe rabû, berê xwe da Apê Rizo û bi dengekî bilind ku biçe guhên Melê û dilê Apê Rizo jî xweş bike:

“Seyda ji henekan jî fam nake, lo! Apê Rizo ji xwe re henek kir lo!”

Û vegeriya berê xwe da Melê, bi destan îşareta cixarê da Melê. Mele bişirî, bû niçe niça wî û pişta xwe bi wan de kir û çû mala xwe.

Osê ji mal derketibû, serî di ber de bû, di ber Apê Rizo re derbaz dibû. Apê Rizo gazî kirê:

„Tu wiha serî di ber de derbaz dibî û bi ku vê diçî lo? Hele were were! Tê zanîn te îro cixare nekişandiye. Were yekî bipêçe, bila hişê te were serê te.”

Osê çû silav da Apê Rizo, li ba wî rûnişt. Cixareyek pêça û vêxist. Wan hîna cixarên xwe nivî nekiribûn, sira bayê der bû. Osê bêhneke kûr li cixara xwe xist. Di dilê xwe de şa dibû û digot: “Bi Xwedê dê bextê min îro bi min re bikene. Dê siûda min xweş bişixule. Ez ê alîkariya Apê Rizo bikim. Ew ê êvarê hinek genim bide min.”

Her diçû ba gur dibû. Hemû kal û pîrên gund rahiştibûn melêv û dirganên hesinî wek ciwanan bêder didan ber bayê. Dema ku melêv di bin kayê re dikirin, radikirin hewa, bayê ka dida ber xwe, dibir li aliyê biderê yê jorin belav dikir û genimê sor jî, di ser hev de totiro dibû, xwe dida aliyê pêşiya tixa kayê. Ber bi êvarê re libakirina bêderan qediya bû. Tixên genim li ser bêderan sor dikirin. Bêderbaker vekişiyabûn siyên gidişên sap, çaya berêvarê vedixwarin. Kêfên hemûyan li cih bûn. Hemûyan westên xwe ji bîr kiribûn. Osê wê rojê têr cixare kişand. Ber êvarê apê Rizo gote wî:

„Osman biçe ji mala xwe torbeyekî bine, ji zaroyan re hinek genim bibe. „

Osê wek babilûskê ji cihê xwe rabû, ber bi mala xwe ve bi lez meşiya. Wisa sivik û bikêf dimeşiya, mirov digot qay lingên wî bi erdê nakevin. Carinan jî direviya. Hema di çend deqan de çû çiwalekî spî yê caw ji mala xwe anî û çû li ber tixa genim rawestiya. Apê Rizo ji rabû çû çem. Bi dilxweşî tenekeyek tijî genim kir û berda çiwalê wî. Û li çavên Osê nêrî û jê pirsî:

„Têrî we dike?“

Osê serê xwe hejand û ew bersivand:

„Belê, bes e! mala te ava!“

„Mala te jî“

Osê çuwal hilda ser pişta xwe û da rê. Hê çend gav neavêtibû, Apê Rizo gazî kirê:

„Lo Osman hele bizivire! Were, were!“

Û zivirî ser Jina xwe:

”Zerê ca biçe, ji mal torbê titûna min bîne. “

Zerê torbê titûnê anî. Osê jî hatibû li ber Apê Riza rawestiyabû û bi matmayî û bêwate li ruyê wî dinêrî. Apê Rizo jê re got.

“Ka qutiya cixara te tune?”

“Na Apo” got.

“Çima?”

“Li mal e.” got Osê.

„Çima li mal e?“

Osê bersiv nedayê. Serê xwe kiribû ber xwe. Ji şerman lêva xwe digezî. Dilopên xwîdanê di cênigên wî de berjêr diherikîn.

“Lê destmala te!”

“Ew heye.” got Osê.

Apê Rizo bi qasî qutiyeke mezin titûn ji torbê xwe yê titûnê derxist û kir nav destmala Osê, destmal girêda, xwest bike bêrika Osê. Dema ku wî destmal dikir bêrika Osê, seh kir ku jinûyên wî diricifin. Dilê Apê Riza pê şewitî. Lê bi wî neda kifşekirin. Bi destê wî girt û;

“Ji te re oxir be!” gotê.

Apê Rizo xwe bi xwe bi dengekî nizim: “Osman li vî gundî mirovekî tenê ye. Ti kes û kûyê wî tune. Ji bilî şivaniyê tişt ji destê wî nayê. Lê dengekî zelal î xweş li ser e. dengbêjekî ne pir xurt e. Lê gelek stranan dizane.”

Wî her tim digot: “Malbata min bi tevahî dengbêj in. jinên me jî dengbêj in.”

Lê li wî gundî kesekî/ê malbata wî nedîtibû, ne jî bihîstbû. Ji ku derê bû, ji ku hatibû, kesekî nizanibû. Wî jî cih û warê xwe yên jê hatibû ji kesekî/ê re nedigot. Piraniya stranên wî digot, bi xwe çedikirin, lê digot ev stran yên welatê me ne.

Osê di xortaniya xwe de hatibû wî gundî. Bê nasname bû. Leşkerî nekiribû. Hemû gundiyan zanibû wî leşkerî nekiriye, lê kesekî jî giliyê wî nedikir. Zirara wî nedigihîşt kesî. Fitne û fesadî jê çênedibû. Bi xwe şivan bû, le tevgerên wî yên dinêdîtiyan bû. Xwarin û vexwarina wî pir nazik û paqiş bû. Wî nedixwest moriyan jî biêşîne. Sohbetên wî jî pir xweş bûn. Mirov digot qay wî perwerdeyeke kûr ditiye. Li civakan diçû li jêrî herkesî rûdinişt. Axaftinên herkesî bi balkêşî û terbiye guhdarî dkir. Heta tiştek jê nehatiba pirsîn, xwe di ber axaftinên kesekî re nedikir. Ji bo ku heqaret lê neyê kirin, heta jê bihata xwe diparast. Exaret qebûl nedikirin. Tevlî çêyî û xirabiya kesekî nedibû. Carinan diket nav xeyal û xewrojkan. Kûr û dûr diçû. Kesekî pê nedizanî ew çî dirame û bi ku vê diçe. Bi keça gavanê gund a ku weke wî ketim bû, re zewicî bû. Du keçên wî hebûn. Ew jî wek bav û diya xwe ketim bûn.

Osê çiwalê genim anî li kuncikê mala xwe ya tarî danî. Hemû zadê wî yê malê ew koda genim bû. Wê salê şivaniya pezêşîr bi dest neketibû. Çend mehan çûbû cem ticarekî, jê re kavir çêrandibû. Kavir hatibû firotin, lê Osê hêj destmiza xwe negirtibû. Axê jê re gotibû: „Min kavir hetani meha nehan a sala bê, bideyn firotin. Kengê ez perê xwe bistînim, hingê ezê heqê te bidim.“ Osê kortika stûyê xwe xurandibû hatibû mala xwe.

Wê salê debara wan bi destê keja jina wî bû. Kej diçû ji xelkê re pir erzan dixebitî. Berdêla xebata wê ya du nanê tendûrê tevî hin lorik bû, an jî bi nanzikî bû. Tiştên ku gundiyan ji bo xwarinê bidana wê nîvek jê dixwar, yek jî dianî dida keçên xwe û Osê. Osê bênasname nikaribû biçûya li bajêr bixebitiya.

Êdî evar nêzîk bû. Osê torbeyê genimê neşûştiyê tevî xwelî û xesarê hilda ser milê xwe û berê xwe da aşê Resê Xecê. Aşê Resê Xecê aşeke bi nav û deng bû û bi qasî nîv saetê ji gund dûr bû.

****

Dema ku Osê çû êş, dît ku gelek kes li wir di dorê de ne. Hemû ji bi ereban hatine û bi baran genim dane ser hev. Xweyiyên geniman her yekê pişta xwe dabû çiwalekî û sohbet dikirn. Osê silav da wan û torbê li ser pişta xwe danî erdê. Resê aşvan ê ku ser û guhên wî û çek û çolên wî yên pirpitî yên ji toza ardan spî dikirin, di bin çavan re lê dinêrî. Bi bişiriniyeke sar û bi tinaz gotê:

„Meşelah, genimê te çiqas jî pir e!“

Gundiyên ku bi erebên gan genim anibûn jî, xwe qure kirin û pê keniyan. Xudaneke sar di paş pişta Osê re herikî. Lê xwe ragirt û dengê xwe nekir. Dîsa Resê gotê:

“Îşev dor nayê te. Tu yê mecbûren hetanî sibehê li vir bimînî, an jî biçe mala xwe, bi sibehê re were!“

Osê bê ku dengê xwe derîne, stûyê xwe xwar kir û serê xwe wek ´ez çi bikim´ hejand.

Êvar gelekî derbas bûbû. Dengê gundiyên di dora êş de û girina kevirên êş, şingina çeqçeqokê, gurmina pêriyan û gimina ava şipa êş li hev diqelibîn û mirov ker û gêj dikirin. Gundî ji bo ku karibin dengê hev û din bibihîzin, hetanî jê dihatin diqiriyan û diaxivîn. Yekî ji wan got:

„Em birçî ne.“

Yekî din.

„Ka em çi bixwin. Me ji malê ti qet tiştek neaniye.”

Yekî din.

“Ev der aş e, camêr. Em ji xwe re hinek hevîr bavên bin koza agirê argûnê û bixwin.

Resê aşvan çavên xwe yên nûtik ên wek çavên mişkan, ên di bin bijangên wî yên ji toza ardan spî dikirin de diçirûsîn, pispisand, bi konetî keniya û got:

„Heyran divê ji bo parxaçê rûn û dewê bi sîr hebe. Ji we yek dikare biçe ji me re, wan tiştan ji gund werîne?”

Gundiyê ku arvanê wî li dar bû:

“Heyran ard li min. Bila yek jî biçe wan tiştên din bîne.“

Gengeşiyê gelekî domand. Kesekî nedixwest biçe gund. Hemûyan li çavên Osê dinêrî. Osê di dilê xwe de „Eger yê min hebûya û ervanê min jî bi qasî yê we bûya, ez ê bê gotin biçûma! Lê mixabin tişteke min tune!“

Piştî nîqaşeke dûvûdirêj, gundiyê herî ciwan, mecbûr ma ku biçe, ji gund rûn, dew û sîrê bîne.

Res dewlemendê gund bû û bi çikotiya xwe dihat nasîn. Kes nedida xebitandin. Li gel vê dewlemendiya xwe nikaribû çopeke nan bide kesî. Lê gava tiştekî xelkê bihata ber wî, pir bi çêj dixwar.

Hetanî gundiyê ku çûbû gund, rûn, dew û sîr anî, parxaça wan pijiyabû jî. Resê hostayê vî karî bû. Milên xwe hilçinîn, bê ku destên xwe yên ku ji ard û tozê lebitî bûn, bişo, qirimeke bi zeng girt, ket ber parxaçê û qalikê jorîn bi qirimê birî. Bi kevçiyekî dar î zexm hundirê wê deranî. Qalikê parxaçê yê mayî wek sêniyeke kûr çêkir. Hemûyan bi hev re hundirê parxaçê hûrik hûrik hûr kirin. Li aliyê din rûn hatibû qijilandin. Şekir jî avêtin nav. Dewê bisîr jî amade bû. Hûrikê parxaçê careke din kirin nav qalikê parxaçê yê wek tebsiyeke mezin hatibû çêkirin. Rûnê qijilandî berdan ser tûmê parxaçê û dewê bisîr jî berdan dorê.

Hemû li dora parxaçê civiyan. Çend kevçiyên dar ên kevnên ji qirêjê reş dikirin, girtin bi dorê ketin. Wek guran dixwarin. Osê li wir di kuncik de rûniştibû û li wan temaşe dikir. Gazî wî nekiribûn. Ti kesekî ne li aliyê Osê dinerî, ne jî te digot qet haya wan ji wî nîne.

Di wê navberê de mişkên ku bêhna rûn û sîrê û nanê şewîtî bi ser ketibûn, di tariyan de diçûn, dihatin û dikirin viçe vîç. Yek hat di ber wan re derbas bû. Bû niçeniça Resê.

„Mêratê mêrat! Qey çiwalên ardan ji we re nakin der, îcarê we çav berdaye du kevçî xwarina me?“

Yekî din hat di ber wan re bihurî. Yekî din… hemû ji li hev dişiviyan. Lê Resê digot; ewê reş. Mişkek hat ket nav lingên wan. Hemûyan ji dora parxaçê bazdan, hetanî derê der çûn. Te digot qey şêr ketiye nav wan û ew ji hev pirpirî kirine. Osê di kuncikê tarî de li wan dinêrî. Kenekî bêaman zor dabûyê, bi zorê xwe radigirt. Paşê hatin hûndir. Reng û rû lê nemabûn. Her yekî rahiştibûyê tiştek girtîbû. Yekî darsamî, çend heban qazixê erebê girtibûn. Resê rahiştibû tarê erebê. Hêdî hêdî hatin hundir. Di wê navberê de dengê mişkan hat birîn. Dibe ku ew ji têgihîştin ku dijminên wan xedar in. Her yekî darên xwe dan berxwe û carek din rûniştin û dest bi xwarina parxaçê kirin. Deng ji kesekî dernediket. Miçinî jî ji devên wan nedihat. Hedîka bêhna xwe digirtin. Ji nişka ve viçinî bi du mişkan ket û bi hev girtin. Xûyabû ku moralê mişkan jî xera bûye. Mişkê yek berdida yê din, ew ji ber bi koma mêrxasan ve rewîya ku xwe bavê je bextê wan. Lê ew dîsa wek komeke kevroşk, bê ku pê re bigihînin çekên xwe bigrin, rewiyan çûn der. Dîsa keneke bêeman zor da Osê. Osê dîsa xwe ragirt û nekeniya. Koma mêrxasan carek din hatin hundir. Çiraya êş, zelûl zelûl dişewitî. Ronahiya wê ya zêrcoqî dilerizî. Te digot qey ew jî bi keder e. Koma gundîyan û Resê çûn li dora parxaçê carek din rûniştin. Dengê mişkan disa hatibû birin. Îcarê hemûyan çekên xwe dabûn ser jinûyên xwe. Dîsa dest bi xwarina parxaçê kirin. Vê carê Resê diqehirî. Xwe bi xwe digot: „We dît van mêratan çawa hetika me bir. Ev parxaça delalî li me herimandin. Bila hûn hemû şahidê min û wan bin, ez ê îşev koka wan binîm.”

Dilê Osê vexewirî, birçî bûbû, lê wî li berxwe dida. Canê wî cixare jî dikişand. Ji tirsa gundiyan newêribû cixara xwe ji bêrika xwe derîne û yekê jê bipêçe. Xwest biçe, li derve cixarekê bikişîne. Hetanî ber şêmûgê çû. Cardin zivirî cihê xwe. Nedixwest ji vê dîmena şerê navbera mişkan û Resê û gundiyan bêpar bimîne. Osê mirovekî lasaker bû. Wî dikaribû her tiştî lasayî bikira.

Gundî û Resê kereker parxaç dixwarin. Dîsa bû vîçevîca mişkan. Lê îcar deng ji paş baran dihat. Ji nişka ve mişkeke reşî mezin rasterast ajot nav koma wan. Îcarê ew nereviyan, lê hetanî darên li ser jinûyên xwe girtin ku xwe û parxaçê ji êrişa mişk biparêzin, mişk weke siyeke reş ket nav parxaçê jî. Ji gundiyan yekî bi qazixê erebeyê yek bi mişk werkir. Lê mişk ji zû ve çindik da bû xwe û çûbû. Qazixê ku gundî bi mişk werkiribû jî çû li nava parxaçê cihê xwe dît. Parxaç bû çend kerî û li wan der û doran bela bû. Her paçeyê parxaçê çû cihekê û di nav toz û xebara êş de gevizî.

Gundiyan bi matmayî li çavên hevû du dinêrîn. Bi qasî çend deqîqan ti deng ji yekî dernediket. Kenê Osê ku vê carê xwe ranegirtibû, bêdengiya aş xera kir. Hemû cîvatayên Osê sist bûbûn. Êdî Osê pêşî berdabû, bêteşe-bêteşe dikeniya. Resê tewat nekir, bi dengekî berz li Osê hilkişand:

„Çi bûye kuro!? Çi qewimiye? Te çi ji der ve ditiye? Hela, hela!“

Lê piştî bîstekê, gundiyan jî dest pê kir keniyan. Îcarê Resê bêhtir qehirî û çi hat ber devê wî ji gundiyan re got. Paşê bêdeng çû gezik anî, perçeyên parxaçê yên belavbûyî, berhev kir û bir li ber seyê qafreş rokir. Lê hêrsa wî daneketibû. Kufekufa wî bû. Gundiyên li dora aş bûn, her yekî qapûtê xwe girtin, çûn li ser çiwalê xwe razan. Lê Osê, Resê û gundiyê ku arvanê wî hê li aş bû, ranezan.

Resê martageke zirav girtibû, ketibû kemîna mişkan. Sond xwaribû ku hetanî sibê ew ê ji wan gelekan bikuje. Bi destê sibehê re, mişkek hat hêdî hêdî di ber Resê re derbas bû. Resê ti qet xwe nelivand. Lê herdû çavên wî lê beq bûbûn û her tevgera mişk dişopand. Mişkê te jî qet ji kesekî minet nedikir û perçeyên parxaçê yê bi rûn ên li wan der û doran belavbûyî, bêhn dikirin û hûrik hûrik dixwar. Resê wek peykereke ji heriyê çêkirî lê dinêriya. Çavên wî wek yên cebaniyan cemidî bûn û mabûn. Destê wi yê rastê pişkekê liviya, got hin û bi darê destê xwe li mişk da. Bi vê derba Resê re viçiniyek bi mişk ket. Li ser piştê ket û her çar lingên wî li hewa ricifîn. Resê xwe ranegirt derbeke din li mişk da û hat wek pehlewanekî westiyayî li ser çiwalekî genim rûnişt. Di vê hingamê de gundiyên razayî jî ji xewê hîşyar bûn. Osê li kuncikê tarî rûniştibû, bê ku jê deng derkeve, li vê dîmenê temaşe dikir. Resê ji wek mêrkujekî gernas herdû destên xwe kiribûn tengala xwe, qûna xwe dabû ser çiwalê genim, kûr kûr bêhna xwe digirt û serê xwe ji mişkê bêcan ê serpişt li erdê razayî re li ba dikir. Xwe bi xwe digot: „Hiii, te xwar! Te xwaaar! …“ Gundiyên ku ji xewên xwe yên şîrîn şiyar bûbûn, bi çavên xwe yên mexmûr, bi awayeke hijmekarî li Resê dinêrîn û dibişirîn. Bi qasî bîstekê Resê û gundî wek serbazên arteşa ku dijminê xwe têk bibe û tune bike, bi serfirazî çûn li ser barên genim xwe dirêj kirin. Piştî bîstekê ji bû pişepişa wan û ketin xevê…

Dem berbanga sibê bû. Çira êş hima hima li çûyînê bû. Wê şevê ji birçiyan û xeman xewê çavên Osê negirtibû. Os ji kuncikê xwe rabû pê. Jinûyên wî dilerizîn. Pişkekê hişê wî jî diçû. Lê hewl da xwe û xwe li pêyan ragirt. Li der dora xwe nêrî. Çû kuncikê paşiya aş. Ew der kêmronahî bû. Bala xwe da derdorê, Merrek hesin li wir dît. Merra xwe girt, hat cem mişkê kuştî. Bi teriya wî girt, rakir bir derve. Hewa sar bû. Mijê gelî dagirtibû. Hê ji aliyê rojhilat ve gewrayî neketibû ezman, lê Osê pêşiya xwe didît. Çû di ser pira ku ji darekî stûr pêkhatî re derbasî wî aliyê çêm bû. Bi qasî sed gavî wê de dareke şîlanê hebû. Osê çû, li ber dara şîlanê rawestiya. Mişkê xwe danî ber dara şîlanê. Mer girt û dest bi axa berdarê kir û kola. Axa nerm hêsan dihat kolan. Bi qasî niv jinûyekî ax kola. Mişk kir bin axê û hilanî. Çû ji ber çem çend kevir û lat anîn. Ji mişk re, goreke xweşîk çêkir. Kêlik dan ber serê wî û lingên wî. Çend kevir jî dan ser axa ku li ser laşê wî komkirî. Hetanî Osê ew karên xwe yên pîroz bidawî kirin, sibe jî lê ronî bû.

Osê li benda hîşyarbûna Resê û gundiyan bû. Seyrê û Asê heryekê tûrekî genim li ser piştê, di derî de ketin aş. Bi xêrhatin û axaftina Osê û jinan re, yên din ji xewê hişyar bûn. Her yek bi aliyekî ve çû, ketin ber çêm. Pêwîstiyên xwe dîtin, yeko yeko cardin hatin aş.

Osê dev biken bû. Kêfa wî di cih de bû. Vê rewşa wî bala Resê kişand. Resê bi çavên xwe yên hûrik ên kone çend awir avêtin Osê û pirsî:

„Kuro te xêr e? Tu çi mîna caşikan devê xwe beş dikî? Te çi ji derve dîtiye?“

Osê bersîv neda Resê, lê kêfa xwe jî xera nekir û devkeniya xwe domand. Resê lê ket şikê. Xwe bi xwe diaxivî. „tiştek di vî sêwîyî de heye! Ez nizanim çi ye! Lê Xwedê ya bixêr!“ digot, serê xwe dihecand û dikir niçeniça xwe. Os bi şûtî çu nêzîkî Resê û:

„Apê Resê!“

Resê:

„Çi ye?“

„Apê Resê, tu niha mezodeyê min nahêrî? Tu dorê nadî min?“

„Çima tu serê Biskê yî? Ev kesên din jî wek te nînin? Ew ji duh ve li benda dorê ne!“

„Belê ez jî dizanim ew ji duh ve li vir in. Lê ew arvan dihêrin. Her yekê somerek genimê wan heye. Lê yê min? Yê min tenekeyek tenê ye.“

„Na!“ got Resê! “Dor dor e, ne bi zor e! Çi tenekeyek, çi sî teneke. Tu yê li benda dora xwe bî.“

Osê seh kir ku Resê dorê nadiyê, dest bi gefan kir.

„Ku tu dorê nedî min, ez ê jî, li ser te û mişkan kilamê derînîm!“

Resê Osê dinasî. Wî li ser gelekan stranên rexneyî çekiribûn û ew rezîl û ruswa kiribûn. Lê Resê dîsa jî ji beradan nehat xwarê.

„Tu yê çi rêxê belav bikî?“

„Tu ji vêcarê hetanî sibê têkoşiyayî û te mişkek kuşt. Min jî ew camera bir, li wi aliyê çêm, li bin dara şîlanê hilanî. Ger tu bawer nakî, fermo, biçe der, binêre, mexbera camêr jî wa ye li bin dara şîlanê ye!“

Resê bi lez û bez çû der, destê xwe da ber çavên xwe, çi bibîne! Bi rastî jî mexberek wayê li bin dara şîlanê. Ji çil salî zêdetir bû, ew li ber wî aşî bû, li wan deran ti mexber û tişt nedîtibû. Cardin hat hundir. Ji gundiyê ku di wê kêliyê de dor dihatê re, got:

„Kuro Şero, ez ketime bextê te, tu dora xwe bidî wî mirtibî.Nexwe ew ê me rezîl û kepaze bike. Em ê bibin benîşt û bikevin devê alemê.“

Şero bê ku li ber gotina Resê rabe, pêşniyara wî pejirand. Lê Osê qîma xwe bi vê yekê jî neanî. Pêşniyareke din pêşkêşî wan kir:

„Divê mezodên Seyrê û Asê ji werin hêrtin!“

Hemûyan bi hev re ew pêşniyar jî pejirandin. Lê Osê qîma xwe bi wê jî neanî:

„Eger Seyrê û Asê jî neyên li ser mexbera Sincan begê du rondikan nebarînin, ez ê dîsa li ser we hemûyan kilaman derînin!“

Resê û gundiyên din li ber Seyrê û Asê geriyan, ew qanî kirin. Wan jî got, temam em ê werin çend rondikan bibarînin. Lê dawî li pêşniyar û daxwazên Osê nedihatin. Osê pêşniyareke din derpêş kir:

„Lê divê hûn jî werin wir, em terqînê bidin camêr û jê re dewrekî jî bixwînin.!“

Vê pêşniyarê dîn û îman ji Osê û yên din deranî. Hemûyan wek gurên har êriş birin ser Osê. Os rewiya xwe ji wan dûr xist. Ji dûr ve qîriya û wiha got:

„Wele heyran hûn dizanin. Eger hûn daxwaziyên min neyînin cih, ez ê kilama xwe derînim!“

Bêçare hemûyan daxwazên Osê pejirandin. Hemû bi hev ketin û çûn ser mexbera mişk. Li dora mexbera mişk xelek girêdan. Seyrê û Asê her du li ber mexberê hatibûn jinûyan, bi lepan li jinûyên xwe dixist û porên serê xwe dirûçandin. Mêran jî destên xwe li ser navikên xwe girê dabûn, serê xwe kiribûn ber xwe û xemgîniyên xwe şanî didan. Pişt re Osê terqîn da mefta û hemûyan bi hev re ji rihê wî re Fatiha xwendin. Seyrê û Asê ji laçikên serê xwe çend tejê zirav jêkirin û bi guliyên dara şilanê ve girêdan û vegeriyan êş…

Lê piştî salekê li dewerê ew kilama li jêr bela bûbû û ketibû devê xelkê.

Lê wayê lêlê wayê

Xwezila malê min heba Resûl Begê ji min bixwesta min bidayê

Bira ruhê Mişko Begê bibiriyaba li dinyayê

***

Heyla bavo van şervanan şer bi dor kir

Van xweşmêran şer bi dor kir

Çi bikim îro dîsa ji kula dilê min re Resûl Begê li Mişko Begê zor kir

Bi sehera serê sibehê re dîwana Resûl Begê ji xwîna kuştî û birîndaran kesk û sor kir

***

Heyla bavo geliyê êş îro dîsa girtiye dûman û mij e

Seyrê û Asê dibên bira porê serê me kur be çavê me birîje

Reso Beg îro bûye mêrxas ketiye meydanê ji bextê mala bavê min re mêran dikuje

***

Heyla bavo Resê Xecê ticarekî pir û pir giran e

Danê tê ser textê wî keriyek û nîv nan e

Kîsê pereyê wî ji çermê dîkan e

Havîn havîn xwesî bi goştê lingan e

Zivistanan bi kevn û piştkurukên der û cîranan e

Enstituya Kurdî

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply