Yê Bêaqil Kî Ye?

Rojekî rojan, di gundekî de kalek hebûye. Ev kal xweyê du zarên kurîn bûye. Wextê kalik nexweş dikeve tê li ber mirinê, gazî her kurên xwe dike û ji wan re wesiyeta xwe dike.  Dibêje: “Lawên min ên delal, Ez êdî nêzîkê mirinê me, ji ber vê daxwaziya min ew e ku hûn ev kîsika tijî zêr bidine wî merivê ku li ser rûyê dinê yê herî bêaqil e. Zarokên kalo,  gava bavê wan diçe rehma Xwedê li cem hev rûdinên dibêjin: “Ka em herin di gundê xwe de kîjan bêaqil e, em ê kîsika zêr bidine wî.” Cara pêşîn xwe digihînine dînê navgund, kîsika zêr didinê, gava din kîsika zêrî hildide ji wan re dua dike û dibêje Xwedê ji we re razî be.

Her kurên kalo difikirin û ji hev re dibêjin; “Ev meriv ne bêaqil e, merivê bêaqil dua ji merivan re nakin.” Kîsika zêrê xwê je distînin û dikevine rê. Di gund de kesekî bêaqil nabînin. Qerara xwe didin û diçin li derdora gundê xwe digerin. Li çend gundên dûrî gundê wan dîsa rastî merivekî wek dînan tên. Dibêjin: “Em ê vê kîsika zêrî ji bo wesiyeta bavê xwê bidine te.  Mirov gelek şa dibe û ji wan re dibêje: “Xwedê mala we ava bike.” Zarok dêna xwê didinê ev meriv jî ne bêaqil e.  Dîsa hûr û kûr difikirin û ji hev re dibêjin; “em ê mirovekî bêaqil li ku derê bibinin?” Ya Ellah dibêjin û rêya xwe berdewam dikin. Diçine gundekî dinê jî, rastî dînekî tên û dîsa gotinên bavê xwê dibêjin. Gava mêrikê dîn çav bi kîsika zêr dikeve, gelek şa dibe û ji van re dibêje: “Xwedê jî li ser we defa belayetan bike.”

Zarokên kalo dîsa ecêb dimînin, bi hev re xeber didin û dibêjin; “ev meriv jî ne bêaqil e, mêrikê bêaqil Xwedê û pêxemberan nas nake, lêbelê ev meriv ji bo me dua dike.” Qerara xwe didin û dibêjin hev: “Em kîsika zêr nadine vî merivî jî.” Diçin; gund gund, qeza qeza, bajar bajar digerin. Dibe êvar, diwestin ji hev re dibêjin: “Em li bajêr di cihekî de bêhna xwe bistînin.” Têne cihekî disekinin, dêna xwe didin dengekî wek dewetê tê. Dibên; “em jî herin, seyr kin, bira bêhna me jî hinek derkeve.” Hêdî hêdî diçin dêna xwe didin çi, merivek paşopê li ser kerê kirine, yekî pêşiyê ve girtiye yekî din jî dêla kerê girtiye û zarokên li derdorê jî keviran davêjin, pê ra jî tiranê xwe li wî merivî dikin. Her kurekî kalo li ser vê meselê gelek şaş dibin. Ji derdorê xwe dipirsin, dibêjin: “Ev çi mesele ye hûn dikin?” Xelqê wê derê ji zarokên kalo re dibêjin: “Ev tişta we dît li cem me edetekî gelek kevn e. Li cem me edeteke akîne(wiha) heye. Gava hilbijartin hate kirinê ku yê qazanç bike dibe axa, lê ye ku qeyb ke jî em li kerê paşopê dikin di nav bajêr de jî digerînin.” Zarokên kalo gelek ecêb dimînin. Dibêjin: “Niha hûn gava ku merivê qeyb ke akîne dikin, lê ew merivê qazanç ke paşê qeyb ke hûn ê dîsa ev halên hêja bînine serê wî?”  Dibêjin: “Belê.”

Her zarên kalê bi hev re dibejin: “Welle me merivê xwe dît.” Dibên; “welle merivekî qasî merivê niha û qazanç kiriye bêaqil tine.” Radibin diçin cem merivê teze qazanç kiriyê. Diçin dêna xwe didin çi, derê mala merivê qazanç kiriye def û zirne ye, millet gelek şa dibin û pesnê xwe ên hilbijartinê didin. Dibên: “Em çawa xebitîn, me çawa hilbijartin qazanç kir!”

Her zarên kalê jî diçin li cem wan rûdinên û guhê xwê didine wan. Nîzîkiya ji hev belav bûnê diçin cem merivê qazançkirî. Dibêjin: “Selam eleykum axayê me yê delal. Em te gelek pîroz dikin û ev kîsika zêr tijî jî dine te.” Axa dibê: “Hûn ji bo çi ev kîsika zêr didine min, dibe ji bo ku qazançkirina min be?” Her zarên kalê dibên: “Nexêr, em ev kîsika zêr ji bo ku wesiyeta bavê xwe ye didine we.” Axa dibêje wan: “Dibê we aqlê xwê inda nekiriye, cihê tu tineyî hûn kîsika zêr çima didine min?” Her zarên kalê dibên axa: “Gava bavê me, nîzîkiya rehma Xwedê ji me re wesiyetek kir, gote me: Zarê min ên delal, gava ez çûme rehma Xwedê hûnê ji bo min ev kîsika zêr bidine merivekî wisa ku li ser rûyê dinê yê herî bêaqil be. Ku em jî ji bo wesiyetê wî bînine cih, li ser rûyê dinê gelek geriyan ku yekî bêaqil bibînin. Em gelek geriyan, lê heta hatine li vir jî me kesekî bêaqil nedît. Gava em hatin li vî bajarî û me dît ku merivek paşopê li ser kerê kirine, gelek ji me re ecêb hat. Me pirs kir: Ev mesele çî ye? Ji me re îzah kirin.

Me jî pirsa din jî li wan kir: Lê axayê qazançkiriye ku paşê qeyb bike halê wî ça dibe? Gotin: Em ê dîsa wek akîne bikin. Me jî qerarê xwe da ku axayê a niha qazançkiriye jî gava qeyb ke yê wek merivê li ser kerê were serê wî, yê were wî halî li ser rûyê dinê yê herî bêaqil ew e. Ji me re cihê we terîf kirin. Em jî hatin li ba we ku ev kîsika zêr bidine we.” Xelkên li derdorê axa radibin ku her du zarên kalê bikutin axa dikeve navbera wan û dibêje wan; “hûn qasekî bisekinin.” Axa qasek disekine û difikire. Bixwe ji xwe re dibêje: “Ev zarên hatine zev tiştekî ecêb gotin. Ez îro axa me, lê ez ê jî wextekî bikevim, yên min jî wek mêrikê ketî rezîl bikin.” Dibê; “na! bavo ez vî îşî bi xwe re nakim.”  Li cem wan zarên kalê dibêje; “min jî qerarê xwe da û ez îstifa dikim ji ber ku min îstifa kir hûn jî vê kîska xwe yên zêran hildin.” [1]

Berhevkar: Melik TAŞ- Nûpelda

Derbar ziman

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply