pîrê û rovî

Hebû tunebû pîrek û rovîyek hebû. Pîrê her roj mangeya xwe didot û şîrê xwe dikir bin teştekê û diparast. Rovî yek jî, her roj, bi dizi dihat mala pîrê û sire wê vedixwar.
Pîrê meraq dikir: Gelo ew kî ye Şerê manga min vedexwe?
Rojekê pîrê bivirekî tûj dike destê xwe û dipê. Rovî dîsa tê ku şîr vexwe. Pîrê bivir radike û bi hemû hêza xwe li boşa rovî dixe. Boça rovî qut dibe. Dibe kaze-kaza rovî, digîrî.
Rovî, şerm dike ku bê boçik here Ba hevalên xwe. Li ba pîrê radiweste û li ber pîrê digere ku pîrê boçika wî bidê.
Rovî lavan dike û dibêje: Pîrika min a delal! Ji bo xwedê boçika min bide min.
Pîrê dibêje: Ku tu sire min bide min ez ê jî boçika te bikim te.
Rovî dice cem mîhê û dibêje: Mîhê mîhê ka hinek şîr bide min!
Mihê dibêje: Ka here je min ra gıda bîne.
Rovî diçê mêrgê dibêje: Mêrgê mêrgê, ka giha bide min.
Mêrêg dibêje: Ka here çend keçên bedew bîne bila li ser min bikenin û güvende bigirin ku ez jî giha bidim te.
Rovî dice cem keçên bedew û ji wan ra dibêje: Ka werin em herin li ser mêrgê bilîzin.
Keçik dibêjin: here ji me ra mircanan bîne, em têkinê stûyê xwe ku em bilîzinê.
Rovî diçe cem serraf û dibêje: Ka mircanan bide min.
Serraf dibêje: Ka here ji min ra hêkan bîne ku ez mircanan bidim te.
Rovî diçe cem mirîşkan û dibêje: Ka çend hêkan biden min.
Mirîşk dibêjin: Here ji me ra hebên garisê misrî bîne, em bixwinê û hêkan bikin ku em bidin te.
Rovî diçe nav bostan û dibêje: Ka garisê misrî bide min.
Bostan dibêje: Ka here ji min ra avê bine, ez vexwim ku ez garisê misrî bidim te.
Rovî, îcar berê xwe dide ber bi çem û dibêje: Çemo, ez bi gori, ka hinek av bide min.
Çem avê dide rovî, rovî avê dide bostan bostan hebên garisê misrî dide rovî, rovî garisê misrî dide mirîşkan, mirîşk hêkan didin rovî, rovî hêkan dide serraf û mircanan destine, rovî mircanan dide keçikan û keçik li ser merge dikenin û govandê digrin, mêrg gihayê teze dide rovî, rovî giha dide mîhê û şîr jê distine, rovî şîr dide pîrê û boçika xwe jê distine.
Rovî ji kêfa boçika xwe difire û ber bi hevalên xwe ve baz dide.
Dema ku di ber çem ra derbaş dibe, çem gazî wî dike û jê ra dibêje: Birayê rovî! Ku careke din boçika te ji te bistînin, na ez avê didim te, ne bostan hebên garisê misrî, ne mirîşk hêkan, ne serraf mircanan dide te,ne keçikûn bedew bi mircanan li ser merge dilîzin û ne jî mîh şîr dide te. Tu yê heta dawîya umrê xwe bê boçik bigerî. Rovîya bê boçik jî ji xwe ne tu rovî ye. Baştir e ku tu dev ji dizîyê berdî.

bireng.net

Derbar ziman

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply