Çîroka Ava Kaniya Xêrê û Civaka Kurd

Di demekê de li Mesepotamyayê xêrxwazekî an ku  tucarêkî pez dibêje, bila xêra dê û bavê min be, kaniyeke avê çêdike. Li navbera du girên zuwa, bê av kaniyeke avxweş datîne  û derdorê wê ji bo karwan û rêwiyan amade dike.

Ew tacirê xêrxwaz radibe, li ser wê kaniya xwe wuha dinivîse û dibêje: Ev ji bo her kesekê rêbûwar û rêwî helal e, ji derveyi Kurdan. Bila ji kurdan re ne halal be!

Karwan û rêncberên kurdan di rêkê de tî bûn û bi kefxweşî diçin ser kaniyê, lê berê xwe didinê û lê dinêrin ku waye li ser kaniyê nivîsiye “ev av ji kurdan re ne helal e”.

Miletê Kurd pir dilgiran dibin, bertekê didin û diçin ba Şah û gilî û gazinên xwe dikin. Şah bi wan bawer nake û radibe xefiyen xwe bi rê dike ser kaniyê û lêkolina vê yekê dike.

Erkdar xeberê tînin û vê bûyerê pişt rast dikin. Şah her dibîne ev yek rast e, fermanê dide û dibêje “ka biçin hema tacir bînin!”.

Xefiyeyê şah tevdigerin. Tacir dibînin û tînin peşberî Şah. Şah li tacir dinêre û bi hêrs jê dipirse.

-Navê te çi ye tacirê xêrxwaz?

-Navê min Evdal e ezbenî. Evdalê Xwedê.

Şah dikene!

-Belê, em jî Evdê Xwedê ne, ne tu tenê… Li ser te gilî û gazin hene mirov! Te ji rêviyan re kaniyek çêkiriye, ji bo karawanan, ji bo xêrê…

-Belê hukimdarê min. Rast e. Min ji bo xêra dê û bavê xwe kaniyeke sipehî çêkir.

-Baş e, Xwedê xêra te qabul bike! Lê li ser te gilî û gazinên civaka kurdan hene. Dibêjin te li ser kaniyê nivîsiye: “Ji herkesê/î re helal û nosîcan be, ji derveyî kurdan.” Ka kurdan bi te çi kiriye? Ev çi xezeb e, Evdalê Xwedê! Nijadperestî qenc nîne. Ferqî û cudayî baş nîne. Ji bo gilî û gazinan em ê te bişînin ba qadî û miftî.  Lê min zêde meraq kir, tu mirovekî xêrxwazî, ka ji min re bêje; ev derdê te bi kurdan re çi ye gelo? Wan kesan çi zerar û ziyan dane te. Bo çi te ev av li kurdan heram kiriye.

Evdalê tacir herdu pencê wî li ser hev, xwe li ber Şah nizim dike û dibêje.

-Ya serdarê min ê hêja û delal. Hûn li min werin rihmê, da ez kula dilê xwe ji we re bêjim û derdê xwe yê bi civaka kurdan re ragihênim. Sê xwestekê min hene, heger hûn ferman bidin û bi cî bibin, ez ê sedama heramkirina ava kaniya xwe ya ji bo kurdan ji we Serdarê xwe re diyar bikim. Ez di xwazim hûn derfet bidin da ku ez vê kiryara xwe ji we re bibêjim.

Şah li derûdora xwe dinêre. Li wezîr û şêwirmemdên xwe temeşe dike, mijûl dibe û dikene. Ji nişka ve dibêje:

-Gelê camêran, balkêş e!  Qebul. Ka bêje, daxwaziya te çi ye? Di hududê şahtiya min de be, galgal tê de nîn e. Lê dibe ku serê te jî di vê oxirê de biçe.

Evdalê Tacir dikene û dibêje:

-Belê ezbenî, di dawiyê de heger ez neheq bim, ji bo her cezayê amade me û li ber we stûyê min weke mû ye. Daxwaziya min a yekê ew e ku hûn serokê civaka cihuyan bigrin û bavêjin zîndanê.

Şah radibe ser xwe û hers dibe:

-Tacir vêca tu serxweş î an sewesî bûyî, an ku tinazê xwe bi me dikî. Bê sebep bê guneh , em çima hahamê cihuyan bigrin. Ma ev ne neheqî ye.

-Şahê mezin û delal. Bes çend katjimêran. Dema Hahamê yahudiyan hate girtin, ka gelo wê civaka vî lê xwedî derkevê an na. Tenê bo vê ye.

Şah fermanê dide, erkdarên qesrê, diçin hahamê cihuyan digirin, tinin. Yahudî bi bayê bezê lev kom dibin, bi hev dişêwirin, serok û rêzanê xwe didin pêşiya xwe û diçin ba şah. Li devê derê qesraşah radiwestin û dikin qîr û qiyamet. Dibêjin: Em hahamê xwe dixwazin. Ew bê suc e, bê guneh e, ev çi zilm e, ev çi nezîkatî ye. Heger hûn hahamê me bernedin, em ê ji vî welatî bar bikin. Ya me jî bigrin, an jî hahamê me berdin.

Haham tê berdan. Şah ji haham re çîrokê dibêje. Dibêje ji  civaka xwe re bê, bila xeletiyek çêbûye û cardin em dest nadin ku xeletiyeke din wuha çêbe.

Evdalê Tacir derdikeve pêşberî şah û daxwaziya xwe ya duduyan radigihîne:

-Ez dixwazim hun Keşayê xiristiyanan jî bînin:

Şah fermanê dide peywirdarên xwe. Peyvirdar diçin dêra mesîhîyan û Keşayê wan digirin, tînin yekser diavêjin zîndanê.

Êdî qîr û qiyamet bi civaka xiristiyanan dikeve  û gelê xiristiyan li hev kom dibe û ber bi qesra şah ve dimeşe. Xiristiyan bi ber deriyê qesrê kom dibin û dikin hewar. Dibêjin:

-Em ti carê qebûl nakin ku keşeyê me were girtin û darezandin. Ev çi zilm e. Keşeyê me bê  tawan e, bê guneh e.

Gel radibe, çend rênas û zanayên xwe diniqînin û dişinin pêşberî şah, da ku gilî û gazinên xwe rabigihînin.

Çend rênas û zaneyên civaka xiristiyanan liqayî kê dibin, dibêjin:

„Ma ezbenî qey keşeyê me çi kiriye? Keşeyê me yê feqîr û jar ji xeynî nimêj û duayên qenciyê zerara wî ti li mexlûqatê Xwedê nebûye. Ev çi zilm e, ev çi neheqî ye. Heger hûn keşayê me azad nekin û vê neheqiyê  ranekin, em ê xwe bidin hev û ji vî welatî bar bikin û biçin.

Şah her qiseyê guhdar dike. Şah radibe ser xwe, diçe ber şibakê. Li  qelebelixa li ber deriyê qesrê temaşe dike. Fermanê dide Keşe tîne. Şah vê çîrokê ji keşayê xiristiyanan re jî dibêje û kêfa wî xweş dike..

Ban nûnerên civaka xiristiyann dike û ji wan re dibje.

-Camêrno xeletiyeke çêbûye. Tu tewan û gunehên keşeyê we nîne. Herin Keşeyê xwe bigrin û biçin malên xwe. Xefiyê ku agahiyên şaş daye me û bûye sebebê vê alozîyê, wê bi giranî bê cezakirin.

Pîştî ku civaka xiristiyann cû şah bangî Evdalê Eacîr kir û jê re got; belê Tacirê xerxwaz. Ka dawiya vê leyiskê wê çi be, xêre ango şer e?

Evdalê Tacir:

-Ya dawî şahê min. Ez daxwaz dikim ku hûn fermanekê bidin, erkdarên we ji mizgeftê mezinê kurdan ango melayê wan bînin. Ka gelo wê civaka kurd çi bertekê şanî bide û wê çi hewlan bide.

Erkdar diçin, melayên kurdan digirin û tînin. Saet derbas dibin, kesek li melayê kurdan xwedî dernakeve û pirsa wî nake. Rojek derbas dibe, dîse kesek nayê û pirsa mela nake. Xefiyeyên şah agahiyê tinin û dibêjin:

-Dema melayê kurdan hat bincavkirin, hin kesan digotin xayîn e, hin kesan digotin neheq e, hin kesan jî digotin, ti tawanke melayê me nine, lê fermana şah e, em qet tekil nebin, baştir e. Hin kes jî bê deng diman.

Roja dudoyan kurekî deh salî tê ber deriyê qesrê, disekine û li qesrê dinêre. Şah Dibêje:

„Ka pirs kin, ev lawik çi dixwaze, ev demeke li qesrê tamaşe dike. Weke ku derdekî wî hebe.“

Erkdar diçin, ji lawik dipirsin. Lawik dibêje, we çima melayê me girtiye? Ew mirovekî baş e, wellahî pir qenc e. Dersê didê min û ev du roj in, ez ji dersa xwe mame. Ma qey çi kiriye, çi gunehê wî heye? Ez şahidê wî me ku tu xirabiya seydayê min li kesekî ne bûye. Ez dikarim, bi Quran, bi Zebûr û bi Mishafe sûnd bixwim ku seydayê min ti xerabî nekiriye.

Lêwik tînin pêşberî şah û li ba şah jî derdê xwe, gilî û gazinên xwe dubare dike. Melayê kurdan tîni û şah wê çirokê ji melayê kurdan re jî dibêjê û melayê kurdan tevî şagirtê wî azad dikin.

Evdalê tacir derdikeve pêşberî şah û dibêje: Kula dilê min ev bû? Acizî û qehra min ev bû şahê min. Kurd bêtifaq in, ji lewre bê dewletin. Yekîtî û hevgirtina wan nîne. Wan civakê din baş-xerab li serokên xwe xwedî derketin û tenê nehiştin. Lê ji yên kurdan qet deng derneket û mixabin hinekan jî melayê xwe tawanbar kirin. Ji hev re xayîn in. Tenê ew kurikê dehsalî û delal û egît hat, cengê û li seydayê xwe xwedî derket. Belku ew lawik bibe serokê kurdan û wan li hev bicivînê, tifaqekê di navbera wan de çêke.

-Erê şahê min ferman ya we ye. Ka ez ava kaniyê li civaka kurdan helal bikim, an jî bila ew kanî li wan ne helal be.

Şah keserek da û riha xwe firkand. Li wezîr û şêwirmendên xwe nerî û got:

-Camêrno ev Evdalê Tacir neheq nîne. Belê parastina xwe bi minakên balkêş peyitand, ez ê wî bibexşinim, civaka li pêşengê xwe xwedî dernekeve, ti mavên wê yê tiştekî nîne!!!

Omer Ali-Enstituya Kurdî

Derbar ziman

Check Also

Sê Qewmandinên Ecêb Ji Jîyana Ronakbîrên Me

Elîyê Ebdilrehman û êlêktrîka havîngeha wî Nivîskarê kurd Elîyê Ebdilrehman, ku di şerê dijî faşîstan …

Leave a Reply